PKKê biryarên ku di 12emîn Kongreya xwe de stendine bi raya giştî re parve kir. Biryar di hejmara 521ê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin.
Biryarên ku di 12emîn Kongreya PKKê de hatin wergirtin û li rojnameya Serxwebûnê hatin weşandin bi vî rengî ne:
“Têkildarî Rêber Apo
Pêkhatina rêbertî ya di şexsê Rêber Apo de hate kirin, di dîroka Kurdan de bû xaleke werçerxê û destwerdaneke mezin a li dîroka serberjêrbûyî. Kurdîtiya ji hev belavbûyî, rêbertiya kevneşop a îflaskirî bi pêkhatina rêbertiya bi Rêber Apo re ji holê hate rakirin; Kurd hay ji hebûna xwe çêbû, hişyarî û vejîna Kurdan pêk hat. Rêber Apo ku bi ked û civakîbûnê xwe afirand, di dîroka Kurd-Kurdistanê de bû avakirina kolektîf a rêbertiya sosyalîst.
Rêber Apo xwe bi gel, mirovahî û gerdûnê re kir yek, bi navê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, jin, ciwan, hemû beşên civakê yên bindest, xweza û nirxên komunal ên demokratîk ên ji dîrokê û vir ve hatine, di şexsê mêtingeriya qirker, xeta xiyanet-hevkariyê û modernîteya kapîtalîst li dijî sîstema bi serweriya mêr û desthilatdarîperest-dewletperestiyê şer kir.
Di nava milîtanên PKKê, jin û ciwanên Kurd û gelê Kurd de şoreşeke çandî ya dîrokî afirand. Bi jin, mêr, ciwan, extiyarên xwe mirovên Kurd ji nû ve anî ser xwe, têkoşer û şerker kir.
Bi mejiyê neteweya demokratîk ê afirandî û sîstema Konfederal a Demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk veguherî rêberekî gerdûnî, rêberê gelan. Bû yê ku dide jiyîn, mezin dike, bi pêş ve dibe û vediguherîne. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re nîşan da ku pirsgirêkên civakî yên mirovahî pê re mijûl dibe çawa çareser dibe. Li hemberî sîstema bi serweriya mêr, desthilatdarî-dewletperestî rêya berxwedanê, rêya parastina hebûnê û azadbûnê nîşanî me hemûyan da. Vê pêkhatina azadiyê ya herî mezin me dide jiyîn, derfeta azadiyê ya mezin da me hemûyan. Fêhmkirin, pejirandin û bicihanîna pêwîstiyên vê pêkhatina dîrokî mifteya serxistina wezîfeyên demê ye.
Rêber Apo di vê meşa azadiyê ya mezin de bi 27ê Sibata 2025an re pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ji bo pirsgirêka Kurd ji ser zemîna tundî û şer derxîne û bigihîne ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqî Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir.
Bangê li Kurdistanê, herêma me û li tevahiya cîhanê di asteke bilind de deng veda, bersiva xwe dît. Li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û pêşvebirina Tevgera Demokrasiyê ya Global, hêvî mezin kir. Tevgera me jî ragihand ku di çarçoveya di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de hate diyarkirin ew tevlî tevlî dibe, eger şert û merc bêne afirandin û guncaw bin amade ye ku pêwîstiyên bangê bi cih bîne.
Eşkere ye ku bicihhatina bi serketî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk wê bi zehmetî be û demekê dewam bike. Rewşa xwezayî ya vî karî ye ku Rêber Apo yê ku bi berpirsyariya dîrokî înîsiyatîf girt ser xwe, vê pêvajoyê bi xwe bimeşîne. Di rewşeke berevajî de nepêkan e ku bang bi serketî bi cih bê anîn. Ji bo Rêber Apo karibe karên navborî bi serketî bimeşîne divê bi rengekî fîzîkî azad bibe. Eşkere ye ku ev yek jî bi sîstema Îmraliyê nabe ku weke sîstemeke qirkirinê hatiye avakirin. Li ser vê bingehê Kongreya me ya 12’emîn a PKKê;
* Careke din piştrast dike ku muzakerevanê sereke yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo ye.
* Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi rengekî serketî pêk were, divê pêvajo ji aliyê Rêber Apo bi xwe ve bê meşandin ku vê yekê weke mecbûriyetê dibîne.
* Rêveçûna erênî yan jî neyînî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li gorî asta şert û mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo dipîve û ji bo pêvajo bi pêş ve biçe mecbûrî dibîne ku divê Rêber Apo bi fîzîkî azad be û bi rengekî azad karibe bixebite.
* Diyar dike ku pirsgirêk û xitimandinên heyî ji ber kêmaniya li tevlîbûna rastiya Rêber Apo ye; rêbaza afirîner, uslûba qezenckirinê, xwegihandina li tempoya bilind; bûyîna hêza çareseriyê tenê bi tevlîbûna tam a li Rêber Apo dibe û vê yekê ji xwe re dike esas.
* Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî silav dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin û ji bo serketina pêngavê seferber dibe.
Silav û hurmet ên şoreşgerî
Kongreya 12’emîn a PKKê
7ê Gulana 2025
***
Têkildarî fesixkirina PKKê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî
PKK di çaryeka dawî ya sedsala 202’an de li hemberî mêtingeriyê weke encama polîtîkayên înkar û îmhayê destpê kir ku ev polîtîka li gelê Kurd dihate ferzkirin. Berxwedana 52 salan, bi deh hezaran şehîdên xwe, piştgiriya mezin a gel, têkoşîna li cîhanê belav bû meşa azadî û hebûnê ya gelê Kurd afirand. Rê li ber azadiya jinê vekir, li hemberî sîstema serwer a mêr zemînê şoreşa jinê afirand.
PKK ji avaniyeke rêxistinî wêdetir nirxên azadiyê yên esîl derxist holê û mîrateyeke mezin ava kir ku xwe dispêre berxwedanê. Kir ku li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me bibe xwedî hebûn û hişmendiyê, ronakbîriya Kurd bi pêş ve bir, li qada polîtîk kir xwedî hêza têkoşînê, ruh û hêza çalakiyê da. Rastiya ku bi modernîteya kapîtalîst ji kûrahî ve asîmîle bûbû û ji xwe direviya ji holê rakir, gelê Kurd ji nû ve rakir ser xwe. Gel û jinên Kurd ku bi PKK’ê re nasname û rûmeta xwe bi dest xist, bi rengekî bêeman têkoşîna azadiyê meşand. Bi vî şerî û têkoşînê re hebûna rastiya Kurd û Kurdistanê hem hate ispatkirin hem jî gihîşt wê astê ku têk neçe. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşî li jiyana azad, demokratîk û sosyalîzmeke nû ya azadîparêziya jinê vekir.
PKK bi bername, rêxistinî, stratejî û taktîkên xwe bi bandora pêlên reel sosyalîzm û rizgarîxwaziya neteweyî ava bû. Têkoşîna xwe ya ku bi armanca Kurdistana Serbixwe-Yekbûyî-Demokratîk da destpêkirin, heta ku armanca xwe veguherîne sîstema konfederal a demokratîk û neteweya demokratîk ji gelek qonaxan derbas bû. Di xeta Apoyî de hewl da ku timî xwe nû bike. Bi Paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk-Azadîparêziya Jinê re avaniya xwe ya rêxistinî û bernameya xwe guhert, li ser bingeha mejiyê azadiyê pêşengî ji avakirina civakî re kir. Lê belê bandora netewe dewlet û reel sosyalîzmê bi temamî nekarî ji ser xwe biavêje, têkoşîna çekdarî ya ji bo parastina hebûna Kurdan û misogerkirina azadiya wan, nekarî bigihîne encameke misoger.
Li ser vê bingehê ev çarçoveya ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya me ya 12emîn kir, hate qebûlkirin:
*”PKK ji ber ku ji aliyê cewherî ve temenê xwe tijî kiriye, divê bi fermî fesix bibe. Mebest ji vê yekê belavbûna reel sosyalîzmê ji ber sedema navxweyî, pêwîstiya bi vekirina rêyeke nû ya sosyalîzmê, rewşa naskirin û pêkhatina nasnameya Kurd e.
* Têkoşîna çekdarî xwe dispêre stratejiyeke bi armanca netewe-dewletê. Ji bo daketina ji vê armancê û derbasbûna li nava bernameya civaka demokratîk divê xwe bispêre hiqûq û siyaseta demokratîk. Lewma pêwîstî pê heye ku dest ji têkoşîna çekdarî bê berdan. Berdêl û bersiva vê jî naskirina mafê siyaseta demokratîk û misogeriya hiqûqî ya yekbûyî ya qewîn e.
* Ji ber ku hevdîtin û diyaloga bi dewletê re di bin fermiyeta PKKê de nayê qebûlkirin, pêwîstî bi fesixkirinê heye ku weke hêmaneke girîng bûye rojev. Ev yek weke encameke raya giştî dikare bê dîtin.
* Ji bo serdemeke nû, derbasbûna li nava qonaxa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêwîstî ye.”
Bi qebûlkirina vê çarçoveyê re kongreya me ev biryar wergirtiye:
* Karên rêxistinî yên bi navê PKKê têne meşandin hemûyan radiwestîne, dawî li hebûn û avaniay rêxistinî ya PKKê tîne,
* Dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî tîne,
* Ji bo biryarên herdu xalên destpêkê bi cih bêne anîn, divê Rêber Apo pêvajoyê bimeşîne, bi rê ve bibe û ji bo vê jî pêwîstî bi mafê siyaseta demokratîk bê naskirin û garantieyke hiqûqî ya yekbûyî ya qewîn bê pêşkêşkirin.
Silav û hurmetên şoreşgerî
Kongreya 12emîn a PKKê
7ê Gulana 2025
***
Têkildarî têkoşîn û avakirina civaka demokratîk
Têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê ya zêdeyî 52 salan, mînakeke daîmî û biryardariyê ye ku navê gelekî hatibû jibîrkirin û înkarkirin bi tevahiya cîhanê da bihîstin. Berdêlên gelekî mezin da, di her serdemê de karîbû xwe nû bike û rastiya Kurdistanîbûyîn û têkoşîna gerdûnî afirand. Serketina Kongreya Fesixkirina PKK’ê û Bidawîkirina Rêbaza Têkoşîna Çekdarî ya ku bi têkoşîneke bêhempa ya Rêber Apo destpê kir, hem bi astengkirina komployan re temamkirina pêvajoyê ye, hem jî tê wê wateyê ku têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê ya ku derbasî nîv sedsala duyemîn kir, bigihîne qada siyaseta demokratîk. Dirûşma ‘PKK gel e, gel li vir e’ ya ku gelê me nîv sed sal e diqîre, nîşaneya wê yekê ye ku Tevgera Apoyî di dil, mejî û çanda jiyana nû ya gelê me de xwedî cihekî mezin û bi wate ye.
PKKê şoreşa jinê pêk anî û bi vî rengî jinên Kurdistanê gihand asta pêşengiyê. Ciwan ku di her serdemê de bi mîsyona pêşengiyê her wezîfe bi cih anî û hêza dînamîk a Kurdistanê ya azad e, jinên ku şopdarên çanda dayik-jin e ku civakê ava dike, li hemberî hemû zext, înar û siyaseta îmha û qirkirinê li ber xwe didin, li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtin, berdêlên giran dan, tevlî bûn, tevlî kirin, afirandin û cewhera têkoşînê ya Apoyî afirandin, hemû beşên civakê hêzên bingehîn e ku mîrateya têkoşîna me ya hebûn û azadiyê dewr werdigirin. Jin û ciwan wê vê kevneşopiya nîv sedsalî bi rûmeteke mezin, bi kêfxweşî û biryardariyê hilgirin; bi rêbazên nû yên têkoşînê civaka demokratîk û azad ava bikin.
Li ser bingeha xeta Apoyî gelên herêmê kete nava lêgerîna nûbûn û azadiyê. Jiyanî û girîng e ku şerê mezhebî-herêmî yên teng ji holê bêne rakirin. Serketina demokratîk a li Kurdistanê tê wateya destketiya gelan a li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn. Têkoşîna PKKê di destpêka sedsala 21’ê de pêşketinên mezin pêk anî ku bandorê li tevahiya sedsalê û mirovahiyê bike. Nirxên ku li Kurdistanê hatin afirandin, nirxên mirovahiya cîhanê ne. Paradîgmaya Rêber Apo heqîqeteke ku tevahiya mirovahiyê xwe di nav de dîtiye. Bi bandoreke qat bi qat ji bandora Şoreşa Cotmehê zêdetir cihê xwe di dîroka sosyalîzm û şoreşê ya cîhanê de girtiye.
Têkoşîna me hem Kurdekî azad afirand, hem jî pratîka sosyalîzma demokratîk a ji mirovahiya cîhanê re bibe mînak da destpêkirin, li hemberî her cûre feraseta înkar, neteweya serwer, çîn û zayendîperestiyê rêya têkoşînê nîşan da. Hevrêyên me yên enternasyonal li ber ronahiya vê rastiyê bi eşqeke mezin tevlî nava refên PKKê bûn û berdêl dan; dost û sempatîzanên me hene ku di nava her şert û mercî de piştgirî dan me, bi dayina berdêlan dengê me gihandin cîhanê û têkoşîn mezin kirin. Kongreya me pîvana ‘Sosyalîzma netewe dewletê têkçûn e, sosyalîzma civaka demokratîk serketin e’ ji xwe re kir esas. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê di dema nû de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîna azadiya mirovahiyê mezin bike û bi ser bixîne.
Pênaseya civakê ku rastiya kom-komun-kombûnê îfade dike, rêbaz û armanca têkoşînê ya herî bingehîn a gelê me ye. Birêxistinkirina civakê li ser bingeha komunal, wê nîşaneya sosyalîzma azadiyê ya dema nû be. Komun yekaneyeke civakî ye ku ji qanûnan wêdetir wê bi exlaqê bimeşe; bicihanîn û avakirina demokrasiyê yekser ji aliyê gel ve ye. Mêtingeriya kapîtalîst di asta hovîtiyê de ye; weke kanserê bi ser gerstêrka me ve hatiye. Sîstema netewe dewletê ku di bingeha xwe de tundî û şer heye, bi milyonan mirovî qetil dike. Mirov di bin yekdestiya sermayeyê de weke artêşa ji hêza erzan a kar mehkûmî xizaniyê hatine kirin. Lewma neteweya demokratîk bêhn aniye ber perspektîfa sosyalîst.
Li şûna şerê çînî li hemberî çînê, bi bicihkirina dualîtiya komunê ya li hemberî dewletê, bi vî rengî esaswergirtina neteweya demokratîk wê bibe garantiya civaka demokratîk. Di vê asta ku Rêber Apo nav lê kir, gelê me wê êdî ne tenê tevlî bibe û bide pey pêşengan; wê bi xwe saziyên xwe yên civakî, siyasî û çandî ava bike û pêşengiyê bike. Avakirina civaka demokratîk bi pîvana antî-kapîtalîst, bi eko-aboriyê re li ser bingeha pêşvebirina komunalîteyê wê avakirina jiyaneke mayinde bide destpêkirin; ev hemû jî wê bi meşandina têkoşîna hebûn û azadiya xwe, pêk were. Li ser vê bingehê şertê bûyîna civaka demokratîk avakirin û têkoşîna navxweyî ye. Dînamîka pêşketina civakî jî pêkhatina vî şertî di asta herî bilind de ye. Saziyên demokratîk, partî, rêxistinên civakî yên sivîl hemû vê mîrateyê hildigirin. Misogerkirina mafên kolektîf û hebûna Kurdan bi destûra bingehîn, têkoşîna garantîkirina nasnameyê maf û pêwîstiya xwezayî ya jiyana gelê Kurd e.
Mîrateya me ya têkoşîna sosyalîst a ku bandor li tevahiya cîhanê kir, rêbaz, nirx, heqîqeta ku em hîn bûn û me afirand, eşqa mezinkirina vê heqîqetê dikeve ser milê gelê me. Rêya derketina ji vê astê bi rengekî serketî û azad li ser bingeha perspektîfa civaka demokratîk a Rêber Apo dibe û ev yek şertê bûyîna civak û kesayetên azad e. Li ser vê bingehê;
* Li ser bingeha mîrate, nirx, têkoşîna hiqûqî û siyaseta demokratîk û paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya têkoşîna me, qebûl dike ku wezîfeye avakirina civaka demokratîk bi sazîbûna têrker re ya gelê Kurdistanê yê welatparêz e,
* Sosyalîzma demokratîk pîvana ‘Israra li ser mirovahiyê israra li ser sosyalîzmê ye’ ji xwe re dike bingeh û têkoşîn û avakirina civaka demokratîk ji xwe re dike esas.
* Azadiya rêxistinî û îfadeyê, di çarçoveya neteweya demokratîk de birêxistinkirin û jiyana azad a hemû îdeolojî, nasnameyên bawerî û etnîkî, avakirina rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ên bi hilbijartinê ava dibin ku bingeha demokrasiyê ye û meşandina siyaseta demokratîk bi rengekî azad, bidawîkirina serweriya mêr û li ser bingeha azadiya jinê misogerkirina wekheviya jin û mêr, qedandina polîtîkayên eko-qirkirinê, misogerkirina van bi destûra bingehîn û qanûnan pêwîst dibîne û ji bo vê têdikoşe.
* Çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn; çareseriya destûra bingehîn a demokratîk a pirsgirêkan ji xwe re dike esas.
* Destketiya herî mezin a partiya me ku li ser xeta Rêber Apo afirandiye ew e ku nîşan da jinên Kurdistanê leheng û pêşengên azadiyê ne, di avakirina civaka demokratîk de jî wê vê yekê bi rengekî serketî bimeşîne, pêşengiya avakirina civaka demokratîk nasnameya esasî ya jinên Kurdistanê ye û vê yekê ji xwe re dike esas.
* Têkoşîna jinên Kurdistanê ya li hemberî zayendîperestî û serweriya mêr, veguherandina mêr a li ser bingeha civaka demokratîk-kesayetên azad, avakirina civaka demokratîk û hevjiyana azad a li ser bingeha pîvanên azadiya jinê, weke nasnameya bingehîn a xeta jinên azad a Kurdistanê dibîne. Pêşengiyê ji wê re dike ku ev nasnameya jin a azad bi jinên herêmê û cîhanê re veguhere şoreşa jinê ya hevpar.
* Temînatê xeta Apoyî ku partiya me ava kir û vejîna gelekî pêk anî, ciwanên Kurdistanê ye. Qebûl dike ku pêşengiya têkoşîna şoreşger a PKKê bi jinê re wezîfeya nasnameyî ya bingehîn a ciwanên Kurdistanê ye. Pêşengiya ciwanên Kuridstanê ji gelê Kurdistanê, ciwanên herêmê û cîhanê re ji xwe re dike esas.
* Rabûn û pêşketina tevgera Apoyî hem mohra xwe li serdema Kurd a azad xist hem jî rê li ber şoreşa mejî ya mezin a li Rojhilata Navîn vekir. Kongreya me bang li hemû gelên Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Suryanî, Çerkez, Ermen, Laz, bawerî hemûhan dike ku nasnameyên azad biparêzin û jiyana demokratîk a hevpar ava bikin.
* Kongreya me mîsyona enternasyonal a dîrokî ya PKKê digihîne têkoşînên enternasyonal ku mirovahî karibe xwe bi rengekî azad lê îfade bike. Hevrêyên me, dostên me yên ku li gel gelê Kurd têkoşîn meşandin, şer kirin û li ber xwe dan, tevgerên sosyalîst ên di nav apiştevaniyê de ne, ji bo serketina paradîgmaya neteweya demokratîk kûrkirina vî karî li her qadê û mezinkirina karên enternasyonal ên nû girîng û dîrokî dibîne. Li ser vê bingehê ji bo cîhaneke demokratîk û azad bang li hemû parêzvanên sosyalîzma civaka demokratîk, şoreş û demokrasiya cîhanê dike, yên ku di mirovbûnê de israr dikin.
Silav û hurmetên şoreşgerî
Kongreya 12’emîn a PKKê
7’ê Gulana 2025
***
Têkildarî şehîdan
Bi kongreya fesixkirina PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî re têkoşîna me ya azadî û hebûnê derbasî qonaxeke nû bûye. Ev têkoşîna bêhempa ya ku qirkirina li ser gelê Kurd û reva ji xwe rawestand, 52 salan bênavber dewam kir ku Rêberê me roj bi roj jimart. Bêguman qirkirin bi saya şehîdan hate rawestandin, polîtîkaya înkarê bi vî rengî hate şikandin. Rastiya gelekî welê hate afirandin ku ji rewşeke civakî ya ku bi navê Kurd û Kurdistanê pelek jî nedihejiya gihîşt asta civaka azad û demokratîk ku bi saya artêşa şehîdan pêk hat. Rastiay Kurdan ku di roja heyî de gihîştiye wê astê ku têk naçe, berhema rastiya şehîdan e. Rêya jiyana azad a ku armanc ew e, heta dawiyê vebû. Li Kurdistanê civaka demokratîk û azad tenê bi meşa li ser vê rêyê dikare pêk were. PKK hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî dike û wezîfeya xwedîderketina van nirxên esîl ên mirovahiyê ji rêxistiniyên civaka demokratîk, saziyên demokratîk û her ferdên gelê Kurd ê bi rûmet re dihêle ku bi xurtî dilsozê van nirxan e. Bi bidawîkirina hebûna rêxistinî ya PKK’ê re ku partiya şehîdan e, rêxistinên Kurd ên welatparêz û demokratîk wê xwedî li şehîdên me yên lehegn derkevin ku ruh û jiyan dan civakê. Weke kes û civak Kurdîtiya azad wê li ser xeta Şehîdan hebûna xwe daîmî bike, avabûna azadiyê jî li ser vê bingehê pêk were.
Ji bo vê;
* Yek ji kadroyên Rêber ên damezrînerên PKKê hevrê Fûat-Alî Haydar Kaytan weke sembola ‘Dilsoziya bi Rêbertî, Jiyana Pîroz û Heqîqetê’ bê dîtin û têkoşîn û jiyana wî ji nifşên ciwan re bê ragihandin,
* Yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo hevrê Riza Altûn weke nûnerê ‘Hevrêtiya Azadiyê’ qebûl bike, jiyan û têkoşîna hevrê Riza ku yek ji sembolên hêza têkneçûyî ya PKKê ye ji nifşên ciwan re bê ragihandin,
* Hevrê Sirri Sureyya Onder ku 12 salan bi fedakariyeke mezin bi Rêber Apo re xebitî û ji bo serketina Banga Aştî û Civaka Demokratîk hewl da, weke ‘Şehîdê Aştî û Demokrasiyê’ bê bîranîn,
* Şehîdên me yên leheng ên nehatine ragihandin di nava vê salê de bêne ragihandin,
* Agahî, belge û arşîva têkildarî şehîdên PKK’ê bêne parastin ku li Kurdistanê mêtingerî qirkerî têk birin,
* Rastiya Şehîdên PKK’ê ku afirînerên jiyana azad û demokratîk in, di serîd e nifşên nû ji civakê re bê ragihandin,
* Karên têkildarî şehîdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ser bingeha rêxistiniyên civaka sivîl têne meşandin û komîteyên malbatên şehîdan bêne xurtirkirin, berfirehkirin, civak bigihêje wê astê ku kêlî bi kêlî rastiya şehîdan bi bîr bîne, bi rêya komîteyên jêrîn cenazeyên hevalên ku cenazeyên wan nehatine dîtin bêne dîtin, li şehîdan bêne veşartin, ji bo hevalên ku cenazeyên wan nehatine dîtin bîrdarî li şehîdgehan bê avakirin.
* Agahiyên nasnameya hevalên şehîd ên diyar nebûne bêne diyarkirin, şehîd hemû li ser bingeha lêkolînkirina rastiya şehîdên PKKê, sekna wan a têkoşîn, mejî û jiyanê kêl î bi kêlî bi bîranîn, roman û otobiyografiyan bi rêk û pêk bêne bikaranîn, ji bo vê jî yekîneyeke xurt a ser bi komîteya şehîdan bê avakirin; bi belgefîlm, fîlm, rêze portreyan timî di çapemenî weşanê de bêne rojevkirin,
* Li her parçeyên Kurdistanê li qadên xwecihî bîranînên şehîdan bêne lidarxistin û bi rengekî kevneşop bêne dewamkirin,
* Hevalên Şoreş Karer, Şoreş Beytüşebap, Cumali Çorum, Çavrê Gever, Botan Ozgur, Zinarîn Qamişlo, Serhat Giravî, Rêber Zana, Nuri Yekta, Bager Gever, Avzem Çiya, Delil Zagros, Gabar Botan, Doğa Viyan, Ali Serhat, Hewrê Rojhilat, Serxwebûn Serhat û Sîpan Berxwedan ku pêşengî ji şerê tunelan re kirin ku pêngavek di dîroka me ya şer de bû, weke Endamên Konseya Leşkerî ya Rûmetî ya HPG’ê bêne qebûlkirin,
* Hevalên Savaş Maraş, Gever Zafer, Yaşar Botan, Axîn Muş, Orhan Cihat Bingöl, Şêxmus Milazgir, Alan Milazgir, Hêjar Zozan, Ahmet Rubar, Seyit Evran weke Endamên Rûmetê yên Komîteya Navendî ya PKK’ê bêne qebûlkirin. Van hemûyan dike biryar.
Silav û hurmetên şoreşgerî
Kongreya 12’emîn a PKKê
7ê Gulana 2025
***
Têkildarî Gaziyan
Em di qonaxeke xweser û nû ya têkoşîna hebûn û azadiyê ya PKKê de ne. Ev têkoşîn 52 sal in bi rengekî madî û manewî bi wêrekî, hişmendî û biryardariya serketinê ava bû. Li ser vê bingehê şerê gel ê şoreşgerî yê bi heybet ê li dijî mêtingerî qirkeriyê hate meşandin bi deh hezaran şehîd, bi hezaran hevrêyên gazî afirand. Di nava PKKê de gazîbûyîn tê wê wateyê ku ji heqîqeta têkoşîna hebûnê ya esîl a Kurd û Kurdistanê parekê werbigire û berpirsyariya vê yekê ji her kesî bêhtir hilgire ser milê xwe. Di demeke welê de ku hebûna Kurdan êdî têk naçe û wezîfeya avakirina sîstema azadiyê zêde bûye, pêşengiya ji xeta şehîdan û Rêbertî re wezîfeyeke hevrêyên gazî ye ku nikarin jê vegerin. Di vê demê de ku PKK hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî dike û têkoşîneke nû ya li ser bingeha hiqûq, siyaseta demokratîk û civaka demokratîk destpê dike, gazî wê ji aliyê manewî û moralê ve bi rola xwe rabin. Me heta niha her aliyê xwe yê kêmbûyî bi şerê gel ê şoreşgerî ji nû ve bi dest xist. Bi vê mîrateyê re hevrêyên gazî wê li ser bingeha avakirina zadiyê ya gelê Kurd, her parçeyekî xwe yê kêmbûyî bi avakirina civakî re hîn bi wate û bedew ava bikin. Ev yek wezîfeya wan a bingehîn e.
Ji bo vê biryar hate dayin;
* Gaziyên me ku ji aliyê Rêberê me ve weke ‘Şehîdên Sax’ hatin pênasekirin, ji her kesî bêhtir li dora Rêber Apo bicivin û xwedî li xeta Apoyî derkevin,
* Gaziyên me yên şer wê xwe weke parêzvanên herî bingehîn ên civaka demokratîk, beşa damezrîner û pêşvebirina wê bibînin û saziyên civaka demokratîk jî wê gaziyan weke hêza avarkirinê ya çalak bibînin.
* Hevalên Gazî ji bo xwe bigihînin asta pêşengiya avakirina sosyalîzma civaka demokratîk wê sîstema xwe ya perwerde û rêxistinkirinê ava bikin.
* Ji bo hevalên Gazî wê şert û mercên tenduristî û karekî bi ewle bê afirandin û bi vî rengî di nava jiyan û têkoşînê de kêrhatî bin.
* Hevalên Gazî di her astê de beşdarî wezîfeyên avakirina civaka demokratîk bibin.
* Di çarçoveya rêxistiniya civaka demokratîk de komîteyên gaziyan bêne birêxistinkirin, komîteyên rêxistinkirî jî weke komuna demokratîk veguherin modelekê ji bo sosyalîzma demokratîk.
Silav û hurmetên şoreşgerî
Kongreya 12emîn a PKKê
7ê Gulana 2025an.”