Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk wekî naskirina û parastina ziman, nasname û çanda Kurd pênase dike. Buldan derbirî ku Abdullah Ocalan girîngiyek mezin dide yekîtiya neteweyî û destnîşan dike ku divê li çar perçeyên Kurdistanê yekîtî wekî rêveberiyek siyasî pêş bikeve.
Aşkerakirina rapora Komîsyona Meclîsê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk cardin nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd xistin rojevê.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervin Buldan pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê yên têkildarî peyama Abdullah Ocalan bersivandin. Pervin Buldan diyar kir ku Ocalan baş û bi moral bûye û têkildarî pêvajoyê jî xwedî motîvasyonek xurt bûye. Buldan têkildarî hevdîtina dawî de jî agahî dan û wiha got: “Civîn nêzîkî sê saet û nîv domand. Rêber Apo wekî hercar bi awayek amade hate civînê û rojeva xwe bi awayê pêşnûme bi heyetê re parve kir.”
Ji malbata Sadak re sersaxî xwest’
Buldan ragihand ku Abdullah Ocalan rewşa girtiyên zindanan pirsiye û bi taybetî silav ji jinên girtî yên zindanan re şandine. Buldan ev agahî dan: “Bi rewşa Îsmaîl Beşîkçî re jî nêz ve eleqedar dibe. Peyameke taybet ji bo Îsmail Beşikçi şand û ji bo malbata Selim Sadak ku jiyana xwe ji dest da jî peyama serxweşiyê ragihand.”
‘Şert hêj neguherîne’
Têkildarî şert û mercên Abdullah Ocalan ku rayagiştî li bendê bû bên başkirin jî Pervîn Buldan ev tişt gotin: “Mixabin hêj di şert û mercan de heta niha guhertineke şênber tune ye. Mirov nikare bêje şert baştir bûne. Ji bilî şandeya me kesekî din naçe civînê. Şandeya Îmralişê mehê carekê diçe hevdîtinê. Carinan malbat, carinan jî parêzer diçin, lê divê ev têkilî zêdetir bin. Têkiliya Abdullah Ocalan a bi derve, hevdîtinên bi rojnamevan, akademîsyen û hin kesên siyasî re dikare pêvajoyê pêş bixe. Li ser vê mijarê em bi rayedarên dewletê re jî diaxivin.”
‘Divê entegrasyona demokratîk pêk bê’
Li gorî vegotina Buldan, Abdullah Ocalan pêvajoyê bi du qonaxan dinirxîne û wiha domand: “Abdullah Ocalan destnîşan kir ku qonaxa yekemîn bi dawî bûye. Şer dawî bûye û çek bi şêwazek sembolîk jî be, hatine danîn. Li gorî Abdullah Ocalan piştî rêgezên qanûnî divê entegrasyona demokratîk bê pêkanîn.”
‘Parastina ziman, çand û nasnameyê şertên bingehîn in’
Buldan li ser nêrîna entegrasyonê ya Abdullah Ocalan jî agahî dan û wiha pêde çû: “Ev ne entegrasyoneke klasîk e. Entegrasyonek e ku alî mafên hevdu biparêzin e. Di vê çarçoveyê de, divê mafên gelê Kurd, di serî de mafê zimanê dayikê bi temînatên qanûnî bê parastin. Abdullah Ocalan diyar dike ku parastina nasname, ziman û çandê şertê bingehîn ê entegrasyonê ne.”
‘Divê amadekariyên zagonan bên kirin’
Li ser rapora komîsyonê jî Buldan got ku ligel nemesiyan jî geşedanek nirxdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê hind tiştên me qebûl nekirin hebûn û me şerd li ser danî. Yekem, binavkirina pirsgirêka Kurd wekî ‘pirsgirêka terorê’ bû. Ev hate redkirin. Duyem jî nêzîkatiya li ser zimanê dayikê kêm hate dîtin. Divê rapor bi lez biçe komîsyonên Meclisê û amadekariyên qanûnî bi lez dest pê bikin.”
‘Rihê yekîtiya neteweyî xurt bû’
Buldan her wiha li ser êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî rawestiya û got ku piştî van êrîşan ruhê yekîtiya netewî xurtir bûye. Buldan anî ziman ku Kurdên li Ewropayê û her derê cîhanê, bi taybetî li her çar parçeyên Kurdistanê hevgiriyek mezin datîne holê. Buldan derbirî ku ruhê neteweyî divê niha bi muzakerê û diyalogê were xurtkirin. Buldan bi bîr xist ku Abdullah Ocalan bi taybetî banga pêşdebirina yekîtiya neteweyî kiriye û ev yek wekî şertê bingehîn ê çareseriya siyasî pênase kiriye.













