Gelê Sêrtê li gelek taxên Sêrtê li dijî tayinkirina qeyûm çalakiya deng derxistinê li dar xistin. Gel bi tevlîbûna hevşeredar û parlamenteran li taxan dest bi meşê kir.
Piştî Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk qeyûm tayinî şeredariya Sêrtê kir, gel dest bi çalakiyan kir. Piştî tayînkirina qeyûm, hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji pêywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya pêywirdar kirin. Piştî vê yekê, gelê Sêrtê nerazîbûna xwe nîşan da. Bertekên gel ên li dijî tayinkirina qeyûm berdewam dike. Hevşeredar û parlamenterên DEM Partiyê bi tevlîbûna welatiyan, li taxa Conkbayir çalakiya meşê li darxistin. Beriya çalakiyê polîsan li taxê gule barandin. Parlamentera DEM Partî Sebahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî polîsan da. Sebahat Erdogan Saritaş, diyar kir polîs çete ne û got:”Hûn çete ne. Hûn ji bo ewlehiya mirovan xetereyan derdixînin. Piştî berteka Sebahat Erdogan Saritaş polîsan jî qebûl kirin ku wan guleyên rast barandinê. Piştî berteka gel polîs paşve gav avetin û gel li taxê meşiya. Girseyê li taxê stran gotin û dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Qeyûm li Kurdistanê bicehme” û “Kurdistan wê bibe goristan ji bo faşîstan” berz kirin.
Piştre gel bi dirûşim û stranan li taxê meşiyan. Welatiyên taxê jî derketin derve û bi çalakiya deng derxistinê û çepikan piştgiriya çalakvanan kir. Li gelek taxên Sêrtê, gel derket kolanan û bi çalakiya deng derxistinê bertek nîşanî qeyûm dan.