Li seranserî Îranê çalakiyên şermezarkirinê di roja 11emîn de didomin. Hate ragihandin ku herî kêm 36 kes hatine kuştin, zêdeyî 2 hezar kesî jî hatine binçavkirin û girtin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya tevgerên xwendekar, grevên pîşeyî û protestoyên li kolanan li seranserî welêt belav bûn e didomin. Hate ragihandin ku li deveran hêzên ewlekariyê dest li nexweşxaneyan werdane û tedawîkirina birîndaran asteng dikin.
Çalakiyên şermezarkirinê di nav krîza aboriyê de dest pê kir. Çalakiyên ku ji aliyê dikandaran ve dest pê kir di demeke kurt de li seranserê welêt belav bû. Di nava 11 rojan de li 27 eyaletan, li 92 bajaran û li 285 deveran çalakiyên şermezarkirinê û grevê hatin lidarxistin. Li gorî HRANAyê di dema çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar kesî jî hatin binçavkirin.
Di roja 11emîn de li Tehran, Meşhed, Şîraz, Kazvîn, Bender Abbas, Zencan, Îlam, Babîl û Berûcerdê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Daxwazên ku di çalakiyan de derdikevin pêş, ne tenê pirsgirêkên aboriyê ye. Her wiha rexne li rejîma Îranê tê kirin û daxwazên edalet û azadiyê têne kirin.
Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 4 kes temenê wan di bin 18 saliyê de bû û 2 hêzên ewlekariyê jî hebûn.
Medya fermî ya Îranê diyar kir ku 568 polîs û 66 endamên Besîcê birîndar bûne.













