• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Amedsporê biryara Leyla Zana: Maça Igdirsporê ji bo jinan belaş e

    Amedspor dê îro çarenûsa lîgê diyar bike

    Heştî Şabî li Bexda û Xûrmatûyê derbên giran xwarin

    Heştî Şabî li Bexda û Xûrmatûyê derbên giran xwarin

    Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newrozên Mûş û Agiriyê hatin taloqkirin HATE NÛKIRIN

    Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

    Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 15ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Amedsporê biryara Leyla Zana: Maça Igdirsporê ji bo jinan belaş e

    Amedspor dê îro çarenûsa lîgê diyar bike

    Heştî Şabî li Bexda û Xûrmatûyê derbên giran xwarin

    Heştî Şabî li Bexda û Xûrmatûyê derbên giran xwarin

    Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newrozên Mûş û Agiriyê hatin taloqkirin HATE NÛKIRIN

    Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

    Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 15ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çapemeniya cîhanê eleqe nîşanî daxuyaniya gerîla da

Navenda Nûçeyan / AW

26 COTMEH 2025 - 17:45
Kategorî: ROJANE
A A
Tevgera Azadiya Kurd di saetên serê sibê de daxuyanî da û aşkere kir ku hêza xwe ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê vekişandine. Çapemeniya cîhanê eleqeyek mezin nîşanî daxuyaniyê da û weki nûçeya sereke dît.

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd di civîna çapemeniyê ya li Qendîlê de ragihand ku wan hemû hêzên xwe yên di nava Tirkiyeyê de vekişandine Başurê Kurdistanê. Rêvberiya Tevgera Azadiyê anî ziman ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, gava dtuyemîn davêjin û hêza xwe vedikişînin başûrê Kurdistanê. Piştî vê daxuyaniyê çapemeniya serdest a girêdayî hikûmeta AKPê PKK wekî rêsitina terorê pênase kir. Çapemeniya cîhanê jî wekî nûçeya sereke dît û cih da daxuyaniya gerîlla.

Reuters, ragihand ku PKKê “Di çarçoveya pêvajoya bêçekbûnê de ji Tirkiyeyê vedikişe.” Di nûçeya xwe de cih da daxwazên Tevgera azadiyê.

Al Jazeera, diyar kir ku PKKê ji Tirkiyeyê vekişiyaye Iraqê û merasîma îmhakirina çekan a dîrokî ya ku berê pêk hatibû, bibîr xist. Al Jazeera, got ku gavên PKKê diavêjin dikarin encamên berfireh li seranserê herêmê bi xwe re bînin.

Associated Press (AP) û The Hindu, bi heman rengî daxuyaniyê bi sernavê “Şervanên PKKêji Tirkiyeyê vedikişin Iraqê” weşandin.

Rojnameya Times of Israel, ragihand ku di daxuyaniyê de bang li Enqereyê hatî kirin ku ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê gavên hiqûqî bavêje û hat gotin ku şerê 40 salan bi dawî bûye.

NBC News û Barronsê, ragihandin ku bi erêkirina Rêber Apo, PKKê hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandiye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di nûçeyê de bangên ji bo avêtina gavên hiqûqî û siyasî bêyî derengmayînê cih girtin.

AFPê jî ev pêşketina dîrokî bi van gotinan ragihand, “PKKê roja Yekşemê ragihand ku ew ê tevahî hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişîne bakurê Iraqê û ji Enqerê xwest ku ‘bê derengmayîn’ ji bo pêvajoya aştiyê bi encam be tedbîrên hiqûqî bigire.”

Di nûçeyê de hat gotin, ‘Tirkiyeyê vê daxuyaniyê bi dilşadî pêşwazî kir û weke ‘encameke şênber’ a hewldanên bidawîkirina şerê çil salan dinirxîne.”

Di nûçeyê de banga Sabrî Ok jî ku dibêje divê komîsyona li meclîsê biçe Îmraliyê û Rêber Apo guhdarî bike cih girt.

France 24, daxuyaniya dîrokî ya 26’ê Cotmehê weke ‘nîşaneya gihîştina siyasî ya tevgera Kurd’ nirxand. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku vekişîn ji berxwedana çekdarî ber bi têkoşîna demokratîk ve gaveke diyarker e. Kanalê nivîsand ku ji bo pêvajoyê bersiveke erênî ji aliyê hikûmeta Tirk ve wê ji bo aştiyê girîng be.

Bluewin.ch’ê, ku navenda wê li Swîsreyê ye ev pêngav wekî “Beşeke binyadî ya pêvajoya aştiyê” bi nav kir û destnîşan kir ku “bersiva Enqereyê dê diyarker be.”

Rojnameya Yewnanîstanê Kathimerini ev nûçe wekî “Beşek ji pêvajoya bêçekbûnê” şîrove kir.

ANSAya Îtalyayê, jî bal kişand ser banga Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok a ‘Bila demildest bi Ocalan re hevdîtin pêk were.’

Rojnameya The Independent a Brîtanyayê, ev daxuyanî wekî “Bi vê pêngavê re bandora Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya aştiyê dîsa tê hîskirin” nirxand.

Al Arabiya, jî daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd weke “Di şerê demdirêj a li herêmê de pêşketineke şênber” pênase kir. Di heman demê de balê dikişîne ser bendewariya xwe ji hikûmeta Tirk ji bo “reforma qanûnî.”

Etîket: Çapemeniya CîhanêgerîllapkkSabrî Ok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bêrêziya li dijî miriyan li Wanê hate şermezarkirin

Bêrêziya li dijî miriyan li Wanê hate şermezarkirin

12 ADAR 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

28 SIBAT 2026

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

25 SIBAT 2026

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

24 SIBAT 2026
Îran û Amerîka bi siyaseta nerm û hişk hevdu dipîvin

Îran û Amerîka bi siyaseta nerm û hişk hevdu dipîvin

22 SIBAT 2026
Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

Di çapemeniya cîhanê de nirxandina rapora pêvajoyê: Firsendek dîrokî

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Nisêbîn, Kop, Xelfetî û Misircê Newroz hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (558)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne