• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

    Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

    ‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

    ‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

    Bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Siyajîn Heskîf kirin

    Bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Siyajîn Heskîf kirin

    Ji bo Elîşêr Feraşîn mewlûd hat dayîn            

    Ji bo Elîşêr Feraşîn mewlûd hat dayîn            

    Şertê komên ku li Iraqê çekan berdin derketina artêşa Tirk e

    Şertê komên ku li Iraqê çekan berdin derketina artêşa Tirk e

    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

    Komxebata ‘Civaka Demokratîk û Tenduristî’ bi dawî bû

    ‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

    ‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

    Bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Siyajîn Heskîf kirin

    Bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Siyajîn Heskîf kirin

    Ji bo Elîşêr Feraşîn mewlûd hat dayîn            

    Ji bo Elîşêr Feraşîn mewlûd hat dayîn            

    Şertê komên ku li Iraqê çekan berdin derketina artêşa Tirk e

    Şertê komên ku li Iraqê çekan berdin derketina artêşa Tirk e

    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

    ‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye’

Amed / AW

21 KANÛN 2025 - 17:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameya Xwebûnê bi minasebeta salvegera xwe ya 6emîn panelek li darxist. Axivêran behsa rola çapemeniyê ya li ser ziman kir û destnîşan kirin ku çapemeniya Kurdî bi ruhê neteweyî heta vê astê hatiye. Axivêran her wiha dan zanîn ku di çapemeniyê de dezavantaja Kirmanckî heye.

Rojameya Xwebûnê di 23ê kanûna 2019an de bi dirûşma “Xwebûn xwenasîn e” dest bi weşana xwe kir. Rojnameyê bi minasebeta 6emîn salvegera xwe li avahiya Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 1ê ya li Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê ya Amêdê panelek li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê edîtora rojnameyê Medya Balê kir de, mijarên “ Ziman û pêwendiya ziman a bi çapemeniyê re”, “Bandora rojnameyên Kurdî ya li ser girtîgehan” , “Dîroka Çapemeniya Azad a Kurdî û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola çapemeniyê” û “Kirmançkî û dîroka çapemeniyê” hatin axaftin. Endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, rojnameger, xwîner û nivîskarên Xwebûnê tev li panelê bûn. Di panelê de wêneyên rojnameger Apê Mûsa (Mûsa Anter), Evîn Bûldan û Mazlûm Erencî û pankarta li ser bi zaravayên kurmancî û kirmackî yên Kurdî “Hûn bi xêr hatin 6emîn salvegera rojnameya Xwebûnê”,  “Xwebûn Xwenasîn e!” dinivîsî hatin daliqandin.

‘Bîra neteweyekî li ser ziman bi pêş dikeve’

Destpêkê siyasetmedar Mulkiye Bîrtane li ser mijara “Ziman û pêwendiya ziman a bi çapemeniyê re” axivî. Mulkiye Bîrtaneyê diyar kir ku ziman nasname ye, hebûn e û wiha got: “Bîra me ya kolektif a gelekî, a neteweyî li ser ziman bi pêş dikeve. Heke ziman rast neyê axaftin nikarin hest û ramanên xwe jî baş bînin ziman. Heke gelek an netewek têk bibin di serî de ji zimanî dest pê dikin. Qedexeya sereke li ser zimanê Kurdî ye. Pişt re nasname te jî tê înkarkirin. Zimanê mirov winda bibe mirov jî ji holê radibe.”

‘Çapemeniya Kurd bi ruhê netewebûnê hatiye vê astê’

Mulkiye Bîrtaneyê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dema me dest bi xebatên ziman kir zêde kesekî xwendin û nivîsandin nedizanî lê niha xwendin û nivîsandin zêde bûye. Saya serê ragihandin, kesên li ser qada xwe bi zimanê xwe dinivîsin bi pêş ve diçin.” Mulkiye Bîrtaneyê behsa rola çapemeniyê ya li ser ziman kir û wiha pê de çû: “Çapemenî peywîra neteweyî ku civakê bi rêxistin dike, bi fikr û ramanan rê nîşanî gel dike pêk tîne. Heke çapemeniya Kurd heta van rojan hatibe bi ruhê netewebûnê hatiye vê astê. Medyaya dîtbarî, bi hezaran kovar, televizyon, radyo, tora civakî di destê me de hene ku xwe bigihînin gel. Çapemenî jî dikare bîrdoziya xwe û pêvajoya niha di nav gel de bi rêxistin bike û ji gel re ragihîne. Çapemenî li ser civakê bi bandor e. Ya herî girîng jî ew e ku em bi xwînerên rojnameyên xwe û şopînerên çapemeniya xwe bigirin.”

‘Kesên li ser kirmanckî dixebitin gelek kêm in’

Ubeydullah Serhildan Andan jî li ser mijara “Kirmanckî û dîroka çapemeniyê” axivî. Serhildan Andan bal kişand ser rojnamegeriya Kurdî ya ku 127 sal in didome û wiha got: “Bi pêşengtiya Gurbetelî Ersoz, Mûsa Anter Çapemeniya Azad heta roja me hat.” Serhildan Andan qala rojnameyên Kurdî dihatin weşandin jî kir û balkişand ser kêmasiyên di zaravayê Kirmanckî de û wiha got: “Bi saya Çapemeniya Azad a Kurdî niha di hemû qadan de mirov dikarin xwe bi Kurdî îfade bikin. Em niha li kirmanckî binêrin, kesên bi baldarî li ser Kirmanckî dixebitin gelek kêm in. Niha Koma Vate li ser xebatan dike. Di çapemeniyê de dezavantaja Kirmanckî heye. Ji ber ku li welatê me Kirmanckî tenê weke zimanê şahidiyê tê penasekirin. Ev yek ne tenê kêmasiya Kirmanckî ye kêmasiya Kurdî ye.”

‘Çapemeniya Azad keleha esaretê di hundir de fetih dikir’

Nivîskar Mizgîn Ronak jî li ser mijara “Bandora rojnameyên Kurdî ya li ser zindanan” axivî. Mizgîn Ronakê diyar kir ku rewşa Çapemeniya Azad dibû hespê Troya û keleha esaretê di hundir de fetih dikir û wiha got: “Ev yek tenê çapemeniya Kurdî dikarî bike. Demeke dirêj qedexe kirin. Piştî me maf bi dest xistin vêca tercuman lazim dibû. Ziman paceya me bû. Carna keyfxweşî, dîlan carna rêzgirtin û bîranîn çêdibûn.”

‘Min pirtûka xwe bi saya Azadiya Welat nivîsand’

Mizgîn Ronakê behsa bîranînên xwe yên di zindanê de kir û axaftina xwe wiha domand: “Carna digotin rojname nehatiye baskê me dişikest. Ew roj hinek tarî dima û me esaret bêtir hîs dikir. Rojnameyên Kurdî ji bo me dibistan bûn. Parazname bi Kurdî me xwendin. Me rojname li malê arşîv kiriye. Min pirtûka xwe ya dawî bi saya Azadiya Welat nivîsand. Nivîsa min a ewilî di sala 1992yan de li Welat derket. Piştre berdewam kir. Niha ji Xwebûnê re dinivîsim.”

‘Piştî Serxwebûnê weşangeriya Kurdî geş dibe’

Berpirsê Karê Nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Elî Ertaş jî li ser mijara “Dîroka Çapemeniya Azad a Kurdî û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rola Çapemeniyê” axivî. Mehmet Elî Ertaş jî balkişand ser kevneşopiya Çapemeniya Kurdî ya 127 salan û qala pêvajo û dîroka Çapemeniya Kurd kir. Mehmet Elî Ertaş bi lêv kir ku beriya 127 salan rojname li ser pişta hespan dihate Kurdistanê û got: “Li Kurdistanê di nava şert û mercên dijwar de Kurdistan dihate belavkirin. Bi giştî 31 hejmar derdikevin, ji ber zext û zorê li gelek welatên cuda weşana xwe didomîne. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên îmha û înkarê yên li ser gelê Kurd nehatine guhertin. Dema Komar ava dibe li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê zêde dibin. Piştî ku Tevgera Azadiyê pêş ket Karwanê Çapemeniya Kurdî dest bi xebatên xwe kir. Rojnameya Serxwebûnê di sala 1978an de dest bi weşana xwe kir. Ev kevneşopî niha berdewam dike. Em dibînin ku bandora Serxwebûnê ya têkildarî belavbûna PKKê gelek bi bandor e. Piştî Serxwebûnê em dibînin ku weşangeriya Kurdî geş dibe û belav dibe.”

‘Xwestin çapemeniya Kurd bêdeng bikin lê nekarîn’

Mehmet Elî Ertaş bal kişand ser zextên li ser çapemeniya Kurdî û qala Weşangeriya Kurdî kir. Mehmet Elî Ertaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Karwanê bi Serxwebûnê dest pê kir îro gelek mezin bûye. Çima zext zêde ne. Di salên 90î de bi dehan hevalên me hatin kuştin. Ji bo ku wê fikrê bi raya giştî û bi gel re parve nekin. Ji salên 2000î heta 2015an girtinan dest pê kir. Dû re polîtîkayên li dijî weşanê ketin meriyetê. Saziyên me girtin û bi KHKyan xwestin çapemeniya Kurd bêdeng bikin. Lê nekarin niha çapemeniya Kurd bi hêztir rêya xwe didomîne.”

Pişt re panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Etîket: 6emîn salvegra XwebûnêPanel
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

16 KANÛN 2025
Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

Komeleya Wêjekarên Kurd panelek li dar xist

16 KANÛN 2025
Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

14 KANÛN 2025
Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

6 KANÛN 2025
Helbestvan Arjen Arî li Amedê hat bibîranîn

Helbestvan Arjen Arî li Amedê hat bibîranîn

23 MIJDAR 2025
Halîde Turkoglû: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin

Halîde Turkoglû: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin

22 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (412)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne