Gora endama YJA-Starê Revan Zana Bariştiran a li goristana Karşiyakaya Wanê cara çaremîn hat rûxandin.
Gora endama YJA-Starê Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) a li Goristana Karşiyaka ya li Taxa Nû ya Wanê ku di sala 2016an de li Dêrsimê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, careke din bi êrişê re rû bi rû ma. Di encama êrişê de gor hate rûxandin. Kêlikên gorê hatine şikandin. Ev cara çaremîn e ku êriş li dijî gora Revan Zana Bariştiran pêk tê. Nehat zanîn ku êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.