Pirsa Kurd, weke bakiyeya peymana Lozanê weke kêşeyeke girîng a siyasî û civakî di nav gelek dewletên herêmê de heta îro dewam dike. Bi rêya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd û PKKê êdî çareseriyê ferz dike. Rêberê Gelê Kurd çareseriyê bi awayekî nûjen û radîkal bi bangwaziya xwe ya 27ê Sibatê danî holê.
Rêber Apo, bi hamleyên xwe yên felsefî û siyasî, ne tenê ji bo çareseriya pirsa Kurd, ji bo temamiya Rojhilata Navîn jî dewreke nû pêşniyaz kiriye. Ev pêşniyaz ango bangewazî bi pratîkkirina Neteweya Demokratîk, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê wê pêk bê.
Rêber Apo li şûna kod û şîfreyên pergalên dewletdar Neteweya Demokratîk pêşniyaz dike ku ev civakeke hevpar û pirreng e. Rêber Apo di nav pêşniyazên xwe yên ji bo çareseriyê de, bi taybetî piştî salên 1990î, modela Neteweya Demokratîk pêşkêş kiriye. Ev model, ji modela netewe-dewletê klasîk cuda ye. Neteweya Demokratîk, li şûna dewleteke merkezî û yekreng, ademîmerkeziyetê ango birêvebirina nenavendî pêşniyaz dike. Ev model, bi taybetî ji bo gelên pirreng ên wekî Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirk, Fars û ên din, rêyekê ji bo jiyana hevpar û azad vedike.
Rêber Apo di felsefeya xwe de, bi taybetî di pirtûka xwe ya bi navê “Manîfestoya Civaka Demokratîk” de, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê wekî bingehên sereke pêşkêş kiriye. Ev sê pêkhateyên sereke ne. Armanca xwe demokrasiya radîkal e. Demokratîk e. Civakek ku li şûna hiyerarşî û dewleta merkezî, bi awayekî kooperatîf û komun û meclis li gorî prensîbên demokratîk tê birêvebirin. Ev model, bi taybetî ji bo gelê Kurd, rêyek ji bo xwebirêvebirinê vedike. Ekolojîk e. Rêber Apo di felsefeya xwe de, pêwîstiya parastina jîngehê û hevkariya mirov û xwezayê bi awayekî giring nîşan dide. Ekolojî, ne tenê wekî pêkhateyek siyasî, lê wekî beşek ji jiyana rojane ya civakê tê dîtin.
Azadiya Jinê esas digire. Rêber Apo di felsefeya xwe de, azadiya jinê wekî bingehê azadiya giştî ya civakê dibîne. Ew dibêje ku, “Civakek ku jin azad nebe, nikare bi xwe azad be.” Ji ber vê yekê, di nav pêşniyazên wî de, rola jinê di nav civakê de bi awayekî nûjen û bihêz tê nîşandan. Jin pêşenga vê civaka nû ye. Xwedan felsefeyek e kûr e.
Felsefeya Azadiyê ya vê serdemê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye formulekirin. Jin Jiyan Azadî ye. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşkêşkirin, di nav tevgera Kurdî de wekî şîareke sereke hatiye qebûlkirin. Ev şîar, ne tenê ji bo azadiya jinê, lê ji bo azadiya giştî ya civakê jî tê dîtin. Rêber Apo di felsefeya xwe de, bi taybetî li ser pêwîstiya azadiya jinê û rola wê di nav avakirina civakek nû de, destnîşan kiriye.
Bi venêrîneke neteweya demokratîk dema banga serdemê ya Rêber Apo were analîzkirin wê bê dîtin ku Rêber Apo di nav pêşniyazên xwe de, ji bo çareseriya pirsa Kurd, rêyeke aştiyane û bi hevpeymana civakî pêşkêş kiriye. Ew dibêje ku, şer û tundî, ne rêbazek çareseriyê ne. Ji ber vê yekê, ew ji bo hevpeymana civakî û aştiyane, bi taybetî di nav gelên Kurd û dewletên herêmê de, rêya çareseriyê nîşan dide û dibêje; zimanê vê demê zimanê aştî û diyalogê ye.
Pêşniyazên Rêber Apo ji bo çareseriya pirsa Kurd, bi taybetî bi esasên Neteweya Demokratîk û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, ji bo herêmeke nû ya Rojhilata Navîn têkoşîneke nû weke kar datîne pêşiya me hemûyî. Ev model, ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên herêmê jî, rêyek ji bo jiyana azad û demokratîk vedike. Bi vê felsefeyê re, azadiya jinê, parastina jîngehê û avakirina civakek hevpar, dibin bingehên sereke yên çareseriyê.