Enqere – Komîsyona meclisê dê îro bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive. Partiyên siyasî beriya civîna komîsyonê civînên xwe bi dawî kirin. Çav li ser civîna komîsyonê ye. Tê payin ku komîsyon biryara çûyina Îmraliyê bide.
Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî dê îro civîna xwe ya 18emîn li dar bixe. Dê seat di 14.00an de bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicivin. Partiyên di komîsyonê de, berê civînên xwe li darxistin. AKPê helwesta xwe ya çûyinê diyar kir û gotin ew bi awayekî erênî dibinin. Çavê raya giştî jî li ser CHPê bû. CHPê jî piştî civîna Serokê Giştî Ozgur Ozel û endamên komîsyonê diyar kirin ku ew dê di MYKê de biryar bigirin. Lê li gor agahiyên dawî tê payin ku komîsyon bêyî çûyina Girava Îmraliyê bixe deng dayinê, biryara çûyinê bide û ji partiyên di komîsyonê de ne endaman bixwaze.
Piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku li meclisê di komcivîna partiya xwe de gotibû ‘Divê komîsyon li ser çûyina Girava Îmraliyê biryar bide an jî ez ê bi 3 hevalên xwe biçim giravê’ zêdetirî hefteyekê ye ku rojeva Enqereyê hevdîtina komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. DEM Partî, AKP, MHPê, Partiya Yenîyol, EMEP û TÎP çûyina Girava Îmraliyê erênî dibinin.
Dê helwesta CHP çi bibe?
Yek jî ya tê meraqkirin helwesta CHPê ya çûyina Girva Îmraliyeyê ye. Di raya giştî de piştî nîqaşên CHPê yên li dijî çûyina Girava Îmraliyeyê pêş ket; li dijî CHPê bertekên tund derketin pêş. CHPê jî li ser vê yekê daxuyanî da û diyar kirin ku wan helwesta xwe ya çûyina Girava Îmraliyê diyar nekiriye. Duh jî Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bi endamên komîsyonê yên partiya xwe re li navenda xwe ya Giştî civînek li darxist. Dihat payin ku di civînê de li ser çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re CHP jî helwesta xwe zelal bike. Lê di civînê de tu biryar derneket û CHPê got ew dê di MYKê xwe de vê yekê binirxînin. Lê tevî demeke kin ji bo civîna komîsyonê maye jî CHPê hê jî helwesta xwe zelal nêkiriye. Tê gotin ku CHPê wê tu helwest nişan nede lê ji bo çûyina Girava Îmraliyê ew dê jî endameke/î xwe hilbijêrin.
Li bendê ye ku komîsyon biryara çûyinê bide
Çavê raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiyeyê û navneteweyî jî civîna îro ya komîsyonê ye. Ji civîna komîsyonê re seat man. Dihat payin ku komîsyon mijara çûyina Girava Îmraliyê bixe deng dayinê û li gor dengên hatine dayin biryara çûyinê bide. Lê tê gotin ku komîsyon mijara çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bêyî bixînê deng dayinê biryara çûyinê bide. Komîsyon roja çûyina giravê dê di vê civînê de diyar bike an jî dê di rojên pêş de diyar bike ne diyar e. Lê tê payin ku roja çûyina Girava Îmraliyê di vê civînê de diyar bibe.
Partî dê endamên xwe hilbijêrin
Komîsyon dê bi Serokiya Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş û çend endamên komîsyonê yên partiyên siyasî re biçin Girava Îmraliyê. DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Serokwekîla Koma Meclîsê û endama komîsyonê Gulîstan Kiliç Koçyigît hilbijartiye. Heke komîsyon ji partiyan zêdetir endaman bixwaze jî wê endameke/î din jî hilbijêrin. Partiyên din ên di komîsyonê de ne heta niha tu endam hilnebijartinê ji bo çûyina giravê. Lê tê payin ku partiyên din ên di komîsyonê de jî di vê civînê de endamên xwe yên ku biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin endamên xwe diyar bikin.
Nûman Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
Numan Kurtulmuş beriya civînê dê seat di 13.30an de bi koordînatorên partiyan re bicive. Numan Kurtulmuş dê bi Serokwekîla Koma DEM Partî û endama komîsyonê ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serolê MHPê Fetî Yildiz, Serokê koma AKPê Abdülhamit Gul, Serokwekîlê CHPê Murat Emîr û Serokê koma Yenî Yolê Bülent Bülent Kaya ve bicive.
Qanûnên entegrasyona demokratik
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên şandeya DEM Partî de hertim binê qanûnên Entegrasyona Demokratîk xêz dike. Entegrasyona Demokratîk, li ser esasê hevdû qebûlkirinê ye û hemû netew û bawerî tevî cudahiyan, bi ziman, çand û baweriya xwe bi hevdû re bijîn e. Tê payin ku di hevdîtina Abdullah Ocalan û komîsyonê de li ser qanûnên entegrasyona demokratik jî nirxandin bên kirin. Komîsyona meclise ku heta wê îro civîna xwe ya 18an li darbixînê piştî vê civînê dê merhaleya guhdarkirinê bi dawî bike û dest bi amadekariyên taslaxên qanûnî bike. Piştî hevdîtina komîsyonê û Abdullah Ocalan êdî rojeva serekê ya siyaset û raya giştî jî amadekariyên taslaxên qanûnî dê bibin.













