• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

    Gel ji bo Mîhrîcana Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê kom dibe

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 3yê NÎSANA 2026an

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

    Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

    Gel ji bo Mîhrîcana Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê kom dibe

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 3yê NÎSANA 2026an

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Çavkaniyeke herî eşkere ya şanoya Kurdî govend in’

Besna Edîş / AW

3 NÎSAN 2026 - 09:51
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Wan – Listîkvanê ŞanoWanê Ercument Erdemîr derbarê şanoya Kurdî de da zanîn ku yek ji çavkaniyên herî eşkere ya şanoyê govend e û got: “Her govendek li ser çîrokekê ava bûye û wateyeke xwe heye.”

 

Dîroka şanoyê bi qasî dîroka civakbûnê û riîtuelên olî kevn e. Civakên ji ber baweriyên rituelên bi laş, tevger, û gotinên xwe di van rîtûelan da wek pîroziyekê pêk anîne. Tê payîn ku govend ji van rîtûelan pêk hat û di heman demê de ev tevger wek gava ewil a şanoyê jî tê dîtin. Kevneşopiya şanoyê ya xwe dispêre hezaran salan, di nav gelek civakan de bi awayeke cuda hatiye pêkanîn û 2 hezar 500 sal beriya niha jî li Yewnanistana Kevnar bi awayeke rêk û pêk û pergalî hatiye lîstin.

Rêwîtiya şanoya cîhanê ji dika Antîk ber bi klasîkên Shakespeare ve pêş ket. Di çanda Kurdî de jî şano di nava govendê, çîrokbêjiya dengbêjan û rîtuelên çandî û bawerî de dijiya. Ev hunera ku li cîhanê bi tekstên nivîskî, li Kurdistanê jî bi lîstikên gelêrî û estetîka govendê rehên xwe avêtine. Dema ku behsa şanoya Kurdî tê kirin, beriya her tiştî dengê zengilên, Kosegelî, rîtma sêpêya govendê û vegotina efsûnî ya dengbêjan tê bîra mirov. Berevajî şanoya Rojavayî ya ku di nav çar dîwaran de asê maye, şanoya gelêrî ya Kurdî li ser dika xwezayê û di nava kolektîfîzmê de şên bûye. Îro jî tê dîtin ka çawa her govendek dibe lîstikeke dramatîk, her lîstikeke gundewarî dibe neynika civakê û çawa ev mîrateya hezar salan hîn jî zindî ye.

Lîstikvanê ŞanoWanê Ercument Erdemîr di derbarê diroka şanoya Kurdî de ji bo ajansa me axivî û aliyên xurt û lawaz ên şanoya Kurdî vegot.

‘Di nav Kurdan de pir lîstikên şanoyî hene’

Ercument Erdemîr diyar kir ku dîroka şanoya Kurdî ya kevneşopî teqez nayê zanîn û got: “Helbet hinek çavkaniyên me jî hene ku yek ji wan govend e. Her govendek li ser çîrokekê avabûye û wateyeke xwe heye. Govend di çanda Kurdan de cihekî girîng heye. Çawa Yewnanan xwedî şanoyek kevneşopî heye, Kurdên ku bi hezara salane li ser vê axê dijîn jî xwedî şanoyel kevneşopî ne. Lê pêwiste kom, sazî û enstutîyên Kurdî li ser vê yekê lêkolîn bikin. Dema mirov lê dinêre di nava çand û jiyana Kurdan de pir lîstikên şanoyî hene. Minak listikên sersalê hene. Li gorî çavkaniyan berê di Newrozan de li ser dîkan lîstik dihatine lîstin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku dîroka şanoya Kurdî gelek kevne.”

‘Diyardeyên şanoya Kurdî ziman û motifên Kurdî ne’

Di dirêjiya axaftina xwe de Ercument Erdemîr da zanîn ku yekem lîstika şanoya Kurdî ji aiyê Evdirehîm Hekkarî ve hatiye nivîsandin û wiha berdewam kir: “Evdirrehîm Hekkarî di sala 1919an de yekemîn listika şanoya Kurdî ya modern a bi navê Memê Alan nivîsiye û di kovara Jînê de daye weşandin. Lê berîya wê tiştek heye ku di sala 1893an de li Chicagoyê festivalêk çêdibe û Osmanî jî komên şanoyê dişînine vê festivalê. Ji wan koman yek heye ku di wêneyên wan de tê dîtin ku cil û bergên wan Kurdî ne. Dibe ku ev yekem be lê tiştek din jî heye ku 1878an de Ebu Ziya Tevvif li ser evîna Pertevê Kurd û Qîza Laz şanoyek nivîsîye. Behsa Kurdan dike. Motif Kurdîne lê mixabin zimanê wê ne Kurdî ye, Osmanî ye. Ev jî meselaya niqaşêye ku ji bo em bikaribin bibêjin ev şanoya Kurdî ye çi pêwiste? Berî her tiştî pêwiste zimanê Kurdî be, motifên Kurdî di navde hebin û xizmeta çand û zimanê Kurdî bike.”

Qedexeyên Komara Tirkiyeyê û têkoşina şanoya Kurdî

Ercument Erdemîr bi bîr xist ku piştî Komara Tirkîyeyê avabû zimanê Kurdî hate qexedekirin û wiha pêde çû: “Di sala 1965an de Apê Mûsa di girtigeha Leşkerî ya Harbiyeyê de lîstika şanoya bi navê ‘Birîna Reş’ dinivîse. 1978an de jî Kemal Burkay jî bi zimanê Kurdî û Tirkî şanoya bi navê ‘Dawiya Dehhak’ dinivîse. Ciwanên PSKê li Amedê li ser dikê vê şanoyê dilîzîn. Li gorî agahiyan piştî darbeya 12ê Îlonê li Newrozekê de bi dizîka dîsa dilîzin, lê çend kes hatine binçav kirin û çend kes jî çûne Rojhilat. Lê belê di sala 1991ê de yekem car bi awayê fermî bi xêra mamosteyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Cemîl Ozen, listîka şanoyê ya Kurdî ya bi navê ‘Mişko’ hate lîstin. Piştî NÇMê li Bakurê Kurdistanê gelek komên şanoyê avabûn e ku ŞanoWan jî yek ji van koma ye.”

‘Şanoya Kurdî di asteke baş de ye’

Di berdewamiyê de Ercument Erdemîr da zanîn ku li Kafkasyayê û Ermestanê şano bê navber berdewam kiriye ev tişt gotin: “Li Elegezê avahiyeke şanoyê heye û di deh salan de nêzî sih lîstikên Kurdî hatine lîstin. Her wiha li başûrê Kurdistanê 1920an bi Soranî destpê kiriye û qet nerawestiyaye. A niha jî berdewam dike. Li rojhilatê Kurdistanê dema Komara Mahabadê de hinekê çêbûye. Li dîasporayê jî şano hîn nûye. Li rojavayê Kurdistanê jî Kamuran Elî Bedirxan 1935an de di kovara Hawarê de listikeke şanoyê dinivîse û diweşîne. Şanoya Kurdî îro bûye 6 parçe. Lê pirsa herî giring ew e ku îro şanoya Kurdî di çi astê deye? Em dikarin bibêjin ku îro di cihekî baş de ye. Li Başûr û Bakur di asteke baş de ye, lê mixabin li Rojhilatê bêtir zorî û zehmetî hene lê dîsa jî komên baş û mamosteyên baş hene. Li Rojava jî hêj nû destpê dike.”

‘Pêdiviya Şanoya Kurdî ya sponsoran heye’

Ercument Erdemîr derbarê komên şanoya Kurdî yên li Bakur axivî û ji bo rewşa heyî ya şanoyê wiha got: “Îro şanoya Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê, li Stenbolê şanoya ‘Jiyana Nû’ heye ku ji dema NÇMê heya roja îro tê. Li Wanê ŞanoWan heye, li Batmanê gelek kom hene. Lê ji bo pêşxistinê çi pêwîste? Di nava me Kurdan de mîna milletên din komên burjuvaziyê nînin. Burjuvazî piştgiriya hunerê dike. Mînak li Tirkiyeyê Weqfa Sabanci û Weqfa Koç heye. Mirov li ku dinêrê dibîne ku sponsorê şanoyê an sînemayê hwd ev weqif in. Şanoya Kurdî jî ji bo bikaribe biafirîne, binivîse, bilîze û listîkvanên nû derxîne pêwistî bi sponsoran heye. Her wiha salon pêwîste. Salona ŞanoWanê 150 kesan werdigire. Bajarê Wanê nêzî milyonekê ye û sedî 99 jî Kurdin, lê tenê komeke Kurdî ya şanoyê heye.”

‘Emê çirokên xwe binivîsin’

Ercument Erdemîr bi bîr xist ku çîrokên Kurdî pir in û wiha berdewam kir: “Helbet em ê çîrokên werger jî bilîzîn, lê pêwiste em pêşiyê çirokên resen yên Kurdî bilîzin. Mem û Zîn nêzî deh, panzdeh salan li Amedê hate lîstin. Wê demê derhênerekî ji Rojhilatê Kurdistanê, Qûdbettin Sadeghî jî li Amedê bû. Qutbettîn Sadeghî jî dibêje em ê çirokên xwe binivîsin. Me çîrokên xwe hene, lê pêwiste ev çirok bi rê û rêbazên teknika drameyê bêne nivîsîn û bên ser dîkê. Ji bo vê jî akademîyek pêwîste. Helbet li Amedê pêşketin heye lê têrê nake.”

‘Kurd êş û xemên xwe bi komediyê direvinin’

Ercument Erdemîr da zanîn ku di şanoyê de dram jî têne nivîsin û ev tişte anî ziman: “Raste giranî li ser komediyê ye lê ev li Kurdistanê wisa ye. Ev tiştekî civakiye/sosyolojik e. Kurdan gelek êş û xem kişandin e, lewma dixwazin hinekê bikenin. Navberêkê li vê derê listikeke Mîrza Metîn hate lîstin. Çiroka Mem û Zînê bi şêwazeke cuda lîst û gelek jî serkeftî bû. Mamoste Mîrza Metîn piştî lîstikê bi temaşevan re sohbet kir. Temaşevanek jî rabû û got ‘ji bo min şano ji bo min tenê komediye, ev dram bû, min qet ne eciband’. Sedema vî tiştî helbet zehmetiya jiyana Kurdan e. Ji bo yekî Tirk pirsgrêka herî mezin aboriye, lê di jiyana Kurdan de pirsgirêka aborî pirsgireka herî dawiyê ye. Lewma ji bo me pêşiyê azadî, aramî û aştî pêwiste.”

Etîket: Dîroka ŞanoyêErcument ErdemîrgovendRîtuelên Ol û ÇandîşanoŞanoWanŞanoya CîhanêŞanoya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanogerên Yenî Sahneyê: Em ê her tim li ser çand û hunera Kurdî bixebitin

Şanogerên Yenî Sahneyê: Em ê her tim li ser çand û hunera Kurdî bixebitin

27 ADAR 2026

Pîrozbahiyên Newroza Elkê dest pê kirin

26 ADAR 2026
Li Mûş û Hezexê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

Li Mûş û Hezexê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

25 ADAR 2026
Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

23 ADAR 2026
Li Êlihê roja zimanê zikmakî hat pîrozkirin

Li Êlihê roja zimanê zikmakî hat pîrozkirin

21 SIBAT 2026
Şanoger Angay: Nefermîbûna zimanê Kurdî bandorê li ser hunerê jî dike

Şanoger Angay: Nefermîbûna zimanê Kurdî bandorê li ser hunerê jî dike

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mehmet Ocalan banga tevlêbûna festîvalê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd: Statuya Serok Apo qebûl bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Temel: AVA TV divê demildest lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (104)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne