TFFê Lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan sewqî Lîjneya Disiplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) kir. Ev sewqa lêpirsînê bi îdiaya “propagandaya îdeolojîk” hate kirin.
AmedsporJi ber ku balê bikişîne ser kampanyaya hunandina keziyan li ser hesabên xwe yên medya dijîtal parvekirinek kiribû û ji ber vê yekê di 27ê Çileyê de Amedspor sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) hatibû kirin. PFDKyê bi hinceta ‘daxuyaniyên ku rûmeta futbol û saziyên wê xira dikin û propagandaya îdeolojîk’ dike 802.500 TL cezaya pereyan li Amedsporê birî û her wiha 15 roj cezaya mahrûmiyeta mafan dabû Serokê Klûbê Nahît Eren.
Hefteya çûyî di maça navbera Amedspor û Adana Demîrsporê de jî lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan piştî gol avêt tevlî çalakiya por hunandinê bibû. TFFê dîsa ji ber vê çalakiyê Çekdar Orhan bi îdiaya “propagandaya îdeolojîk” sewqî PFDKê kir.













