Binevş Agal wekî keçek Êzidî li dijî astengiyên civakî û zordariyên dagirkeriyê li çiya, gund û bajaran bû hezkiriya gelê Botanê. Wekî jinek gêrîla mal bi mal geriya, bi sekin, jiyan û çelengiya xwe şitlên azadiyê li Botanê çandin. Bû baweriya jina azad, nîşaneya hêza jinê. Çîroka wê ket zer zimanan û navê wê li hezaran zarokan hate kirin. Bi gotina, “Li Kurdistana min a şirîn jiyan jî mirin jî xweş e” rêgeza welatperêzî û şoreşgeriyê li rûyê dîrokê neqişand.
Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejna biharê ye. Berovajî cejnên gelek neteweyan, Newroz hem cejnek olî, hem çandî, hem jî cejnek têkoşîn û berxwedanê ya neteweyî ye. Li dijî dagirkerî, red û înkarê nîşaneya hebûna gelê Kurd e. Kengî li ser gelê Kurd û Kurdistanê nîrê dagirkeriyê zêde bibe, çand û mîrateya Newrozê di şexsê leheng û çelengên nû de bi berxwedanê bersiv daye. Ji van pêşengan yek jî Binevş Agal a nasnav Bêrîvan e.
Bêrîvan di sala 1966an de li Navçeya Qubina Êlihê ji dayik bûye. Bêrîvan ji malbateke Êzidî ye. Piştî darbeya 12ê Îlonê ya 1980an tevî malbata xwe koçî Ewropayê dike. Li Ewropayê di Nîsana 1984an de nêzî 40 hevalên xwe ji bo ragihandina zordariyên cûntaya 12ê Îlonê yên li Kurdistanê û protestokirina qetilkirina Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ku di 2yê Gulana 1983an de li çiyayên Kurdistanê bi komployekê hatibûn qetilkirin, meşeke ku mehek didome li dar xistin. Binevş Agal wek yekane çalakvana jin beşdarî meşa nêzî 300 kîlometreyî berdewam kir, bû.
‘Ez tev li refên PKKê bûm’
Binevş Agal berî tevli PKKê bibe ji malbata xwe re nîşeya, “Min mereq nekin ez di nava refên PKKê de me” hişt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Binevş Agal ku tevlî 3yemîn Kongra PKKê ya di sala 1986an de li Bekaya Libnanê pêk hatî bû, bi aliyê xwe yên rêxistinî derket pêş. Demekê li Bekayê ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dît û piştre derbasî bakurê Kurdistanê bû. Li gelek bajaran xebat meşandin û herî dawî derbasî herêma Botanê dibe. Binevş Angal a li Cizîrê xebatên rêxistinkirinê dide meşandin û di demek kin de wekî pêşengek çeleng ji hêla gel ve tê hembêzkirin.
‘Li Kurdistana min jiyan jî xweş e mirin jî’
Binevş Agal di 16ê Nîsana 1988an de nameyekê ji malbata xwe re dişine û wiha dibêje: “Li vê qadê ez di dawiyê ji we re name dişînim. Di nameya dawiyê de min gotibû ez ê wegerim welat û ez niha ji bo herim welat amadekariyên xwe dikim. Ez gelek keyfxweşim ku piştî 8 salan dîsa vedigerim Kurdistana min a xweşik. Li Kurdistanê jiyan jî xweş e mirin jî.”
Cizîr çeka Êzidî hembêz dike
Berîvan jinek ji malbatek Êzidiye û fikar heye ji ber dubendiyên di navbera gelê Kurd de hatine çêkirin, wê bide zorê. Di wan salan de bi taybetî dewleta Tirk ji bo civaka Kurd perçe bike, propagandayek girêj li ser baweriyan dimeşîne. Lê Bêrîvan ji xwe bawer e. Wekî ku dizane gelê wê dê wê bi her awayî hembêz bike û bi serê wê sond bixe. Piştî derbasî Botanê dibe, di nav demek kin de ev baweriya wê piştrast dibe. Botan, Bêrîvanê wekî wekî pêşenga xwe ya çeleng dibîne û dikeve ser şopa wê.
Mal bi mal gel rêxistin dike
Binevş Agal ji hest, çand û civaka gelê xwe baş dizane. Bi zarokan re dibe zarok, bi mezinan re mezin, kal û pîran de dibe kal û pîr. Mal bi mal digere û gel rêxistin dike. Her malê lê derbasdibe jî hestên welatparêzî û azadiyê diçîne. Di kar û xebatên îdeolojîk û rêxistinî de bêtawîz tevdigere. Bi sekn, çand û jiyana xwe ya şoreşgerî dibe mînaka şoreşgeriyê. Êdî silavek Bêrîvanê wekî fermanek pîroz tê dîtin û bêguman tê bi cih anîn. Gel li dorê wê dibe yek dil û yek helwest.
Hêz û baweriya jinê nîşan da
Gel cara yekem dibûn şahid ku gerîlayek jin wan rêxistin dike û pêşengiyê ji wan re dike. Jinên Botanê bi Binevş Agal re hêza jinê didîtin û ji vê hêzê bawer dikirin. Binevş Agal êdî bûye hêviya jinan. Li peywê jin ref bi ref tev li xebatên Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê (ERNK) û Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) dibin. Bingeha serhildanên Newrozê de li Botanê kevir bi kevin danî û pêşengî kir.
Heta kêliya dawiyê şer kir
Binevş Agal, li Cizîrê di 16ê Çileya 1989an di encama îxbarekê de mala ku lê dima hate tesbîtkirin. Ji ber nav û dengê wê operasyonek berfireh li dijî Binevş Agal hate destpêkirin. Nîyet û plan ew bû ku Binevşa ew qas nav û deng bi zindî bê girtin. Lê Binevş Agal heta kêliya dawiyê şer kir û jiyana xwe ji dest da.
Bû çîrokek ji nifşên nû re
Şehadeta Binevş Agal li Botanê deng veda. Bû sedema xemgîniyek mezin û biryara mezinkirina têkoşînê. Binevş Agal çûbû lê ji Botanê re çandek şoreşgerî ya azadî û berxwedanê hiştibû. Di dilê her Botaniyekê de tovên azadiyê çandibûn. Botaniyan jî ev şitil mezin kirin û serpêhatiya van şitlan jî wekî çîrorek çelengiya Kurdistanê honandin. Ev çîrok li ser zimanan geriya û hem ji nifşên nû re bû riya jiyana serfiraz û hem jî li tevahiya Kurdistanê bû mînaka çelengiyê.
Bêrîvan bû sembola berxwedan û serhildanê
Piştî şehadetê Binevş Agal (Bêrîvan) navê Bêrîvanê li Botanê di dil û mejiyê gel de cih girt. Piştî Bêrîvan jiyana xwe ji dest da, her malbata ku zarokên wan ên keç çêdibûn navê Bêrîvan lê kirin. Bêrîvan bû sembola berxwedan û serhildanê. Serhildana Newrozê ya Cizîrê bi rêxistin kir û jinên ku bi kedek mezin birêxistin kirî, piştî ku jiyana xwe ji dest da, di Newrozê de li kolanan bûn pêşengên berxwedanê. Di Newroza 1992an de li dijî qedexekirina Newrozê bi rûyek nû lê bi heman dilî wekî Bêrîvana Cizîrî li pêşiya panzeran sekinî. Şitlên Binevş Agalê çandîn di sekna şagirt, hezker û hevalên wê de Newroz vedigerandin berxwedanê.
Abdullah Ocalan: Çawa li çiyayan hat li gel jî hat
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinek têkildarê Binevş Agal a ku li ser wê helbest û stran hatine nivîsandin de, wiha dibêje: “Çawa li çiyayan hat li gel jî hat. Xwe bi gelê Cizîrê da hezkirin. Em dikarin bibêjin di hişyarbûna gelê Cizîrê de bandorek wê ya mezin hebû. Keçek me ya wiha bû ku bi xwebûnê tevli perwerdeyê bû. Zêde xwendina wê tunebû, li gundekî mezin bûbû bi samîmiyet û xwebûna xwe li me guhdarî kir û fêm kir. Gotinek me bi me neda dubarekirin û gelek tişt dixistin pratîkê.”















