Zekiye Alkan di sala 21ê Adara 1990an de bi armanca şermezarkirina zordariyên dewletê û êrişên li ser serhildanên Newrozê li ser sûrên dîrokî yên Amedê bi bedena xwe agirê Newrozê vegeran hişmendiyek civakî û berxwedanek bêdawî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Zekiye Alkan bi gotina, “Mazlum çawa li hemberî teslîmyeta li zindanê çalakiyek mezin pêk anî, Zekiya Alkan jî bû berxwedana li hemberî bêçarehiştin û tirsandina gelê Kurd û Kurdistanê.”
Newroz di dîroka gelê Kurd de nîşaneya serbilindî û serfiraziyê ye. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê her tim bûye mertalek polayî yê parastina hebûn, nasname, çand, ziman û civakê. Di demên herî xeternak de ev mertal bi agirê bedena leheng û çelangan de zindî bûye. Ji van çelengan yek jî Zekiye Alkan e ku îradeya xwe bi agirê Newrozê kire pola û agirê Newrozê bi bedena xwe xwedî kir.
Dêrsim, Gumuşhane û Amed
Zekiye Alkan di sala 1970an de li navçeya Kelkît a Gumuşhaneyê hat dinyayê. Heta lîseyê perwerdehî li vir dît û piştre Falûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê qezenc dike. Zekiye Alkan ji malbatek koçber a Kurdistanî ye. Di encama polîtîkayên guherandina demografiya herêma Dersimê de ji vir hatiye sirgûnkirin û li navçeya Kelkît a Gumuşhaneyê bi cih bûne. Çîroka înkar, îmha û komkujiyan a dewletê ji nêz ve dizanibû.
Tehamûlî zordariya dewletê nake

Li zanîngehê têkoşîna gelê Kurd bala Zekiye Alkan dikşine û tevli xebatên ciwanên xwendekar dibe. Di demek kin de kesayeta wê ya pêşeng xwe di nav xebatan de dide nîşan. Hem di aliyê ramanî û hem jî pratîkî de bandorê li ser derdora xwe dike. Qasî zordariya li Kurdistanê zêde dibe, hêrsa Zekiya Alkan jî ew qas zêde dibe. Ev hêrs di dilê Zekiya Alkan de lêgerîna bersiv dayînê derdixe holê.
Li Kurdistanê salên serhildanan
Di salên 90an de têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê di astek bilind de li tevahiya welat belav dibe. Li hemberî vê hişyarbûnê dewleta Tirk hemû rêbazên komkujî, şidet û şer bikar tîne. Gelê Kurd li dijî pêkanînên komkujiyan bêdeng namîne û serî hildide. Serhildanên gel roj bi roj şerê çekdarî temam dike.
Li Girê Şêrayê şerê ARGKê
Di seqamek wiha de, di destpêka Adara 1990an de li herêma Merdînê şerekê dijwar di navbera gerîlayên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) û leşkerên dewleta Tirk dest pê dike. Şer bi rojan didome û 13 endamên ARGKê li Girê Şêrayê jiyana xwe ji dest dide.
Gel xwedî li şerê azadiyê derdikeve
Paşê li Nisêbînê serhildana gel destpê dike. Bi rojan li Nisêbîn û Botanê bi hezaran kes li kolanan li dijî zilmê li berxwe dide. Ev bûyer li tevahiya Kurdistanê hêrsa gel zêde dike û ev hêrs diherike qadên Newrozê. Dewleta Tirk ji bo serhildanên gel pêşnekevin bi hemû rêbazên şidetê êrişî serhildanên Newrozê dike.
Piştî Mazlum Dogan…

Zekiye Alkan jî pêşengek ku hew li dijî vê zilmê bêdeng namîne ye. Di 21ê Adara 1990an de bi cilên xwe yên reş diçe ser sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe dide ber agir. Zekiye Alkan weke “jina ku Newrozê bi pêxistina agirê bedena xwe pîroz dike” dibe çelenga gelê Kurd. Di dîroka gelê Kurd û Newrozê çalakiyek wisa yekem car Mazlum Dogan li dijî îşkence û polîtîkayên teslîmgirtinê pêk tîne. Çalakiya duyemîn jî Zekiye Alkan li dijî êriş, komkujî û qedexekirina Newrozê pêk tîne.
Li nexweşnaxeyê 9 roj jiya
Piştî çalakiyê Zekiye Alkan bi giranî birîndar bû. Li nexweşxaneyê 9 rojan tedawî hate kirin lê di 30ê Adara 1990an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zekiye Alkan li navçeya Narlidere ya Îzmîrê ku malbatê koçî wir kiribû, hate veşartin.
Bû sembola jina azad û Newrozên azadiyê
Zekiya Alkan bi çawakiya xwe ne tenê bû sembola Newrozên azadiyê, di heman demê de li Kurdistanê bû despêk û dîrokek nû. Di guherîn veguherîna jinên Kurd de bandorek girîng kir. Wekî sembolek tevgera jinên Kurd, di hişmendiya guherîna civakî de jî rolek mezin lîst.
‘Sembola ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya Zekiye wiha dinirxîne: “Çalakiya Zekiye Alkan di Newrozê de bedena xwe da ber agir. Bi çalakiya xwe agirê azadiyê bilind dike. Zekiya bû sembola ‘azadî bi hêsanî nayê bi destxistinê.”
‘Jinên Kurd şiyar bûn’
Abdullah Ocalan çalakiya Zekiye Alkan wekî nîşaneya hişyariyê pênase dike û wiha dibêje: “Ev rastiyek girîng e ku jinên Kurdistanê hişyar bûn. Dema xwe rêxistin kirin û qat bi qat azad bûn wê demê Kurdistan jî hişyar, zindî, azad dibe û dibe cihekî ku mirov bikare lê bijî. Şahadeta Zekiye Alkan a Amedê bi şahadeta Mazlum re têkildare. Mazlum çawa li hemberî teslîmyeta li zindanê çalakiyek mezin bû, bi şehadeta xwe bû serkeftinek, Zekiye Alkan jî bû berxwedana li hemberî bêçarehiştin û tirsandina gelê Kurd û Kurdistanê.”
Şêrko Bêkes li dû Zekiye Alkan nivîsî
Çalakiya Zekiya alkan wekî hemû Kurdan bandorek mezin li ser helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes jî dike. Bi vê bandorê radihije pênûsa xwe û hestên xwe vedirêje. Helwesta Şêrko Bêkes li se rçalakiya Zekiye Alkan nivîsandî wiha ye;
“Şewat
Darek şewitî, dûyê wê
Helbesteke çav bi rondik ji baxî re nivîsand.
Ku bax şewitî dûyê wî
Çîrokeke pirr xemgîn ji bo çiya nivîsand.
Ku çiya şewitî, dûyê wî
pexşaneke çav bi rondik ji bo gund nivîsand.
Ku gund şewitî, dûyê wî
şanoyeke terajedî ji bo bajêr nivîsand.
Di bajêr de jî jinek hebû
Ku xweşikbûna dar, çiya,
Gund û bajar
Di nav dil, çav û bejna xwe de hilgirtibû,
Dema wê jinê xwe şewitand ji bo azadiyê
dûyê wê
Destaneke bê dawî
Ji bo seranserê welatê min nivîsand.”













