Stenbol – Bêrîvan û Ronahî ku di Newroza 1993yan de ji bo parastina têkoşîna azadiyê û şermezarkirina hevkariya Almanyayê ya bi Tirkiyeyê re bedena xwe dan ber agir, armanca çalakiya xwe bi gotina, “Bila beden û fikrên me diyarî hemû gelê Kurd be” anîbûn ziman. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxa çalakiya Ronahî û Bêrîvan bi gotina, “Ger azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin” pênase kiribû.
Newrozên salên 1990an ku bibûn referandûma têkoşîn û azadiya gelê Kurd her sal wekî agirê bedena çelengên cuda gur dibû. Wekî serhildanek li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ciwanên Kurdan ên herî çeleng Newroz bi canê vedigerandin sembola neteweyî. Ronahî û Bêrîvan jî du pêşengên ku li dijî êrişên tasfiyekariya dewleta Tirk û hevkarên wê bedena xwe vegerandina agirê Newrozê bûn. Ronahî û Bêrîvan li dijî polîtîkayên Almanyayê û êrişên li ser gelê Kurd di 22yê Adara 1993yan de li bajarê Mannheîmê yê Almanyayê bûn agirê Newrozê.
Ji Mereşê heta Almanyayê…
Ronahî (Bedriye Taş) di sala 1972yan de li navçeya Elbistana Mereşê ji dayik dibe. Bi malbata xwe re di sala 1979an de koçî Swîsreyê dike. Rohanî ku zaroka herî biçûk a malbatê ye bi sê birayên xwe re li Swîsreyê komeke muzîkê ava dike. Birayên ku li ser têkoşîna azadiya Kurd stran gotin, piştî wefata bavê xwe dawî li xebatên koma muzîkê anîn.
Xebatên ciwan, çapemenî û jinan dimeşîne
Ronahî di heman demê de wênexêziyê jî dike. Her tim li ser wêneyên wê xweza û zarokên keç derdikevin pêş. Ronahî piştî biryara beşdarbûna têkoşîna azadiyê dide, destpêkê beşdarî xebatên ciwanan dibe û paşê derbasî xebatên ragihandinê dibe. Piştî demekî ku xebatên ragihandinê dimeşîne beşdarî xebatên birêxistina jinan dibe û li vî warî de ked û hewldanek mezin dide.
‘Di 12 saliya wê de dizewicînin’
Bêrîvan (Nilgun Yildirim) jî ji Dêrsimê bû. Hê di 6 mehiya xwe de ji mal tê avêtin û meta wê ew mezin dike. Di 12 saliya xwe de dizewicînin û wê dişînin Almanyayê. Li vir ji ber tundiyê ji malê direve û riya wê û Ronahiyê li ser hev hildikeve.
Wekî du rêhevalên têkoşînê bi hev re tev li xebatan dibin. Piştî perwerdehiyên li ser têkoşîna azadiya jinê û Kurdistanê Ronahî li Manheîmê û Bêrîvan jî li Frankfurtê xebatên jinan dimeşînin.
‘Kesên bi çoş û xwedî lêgerîn bûn’
Ronahî û Bêrîvan di hinek nîqaşên li gel hevalên xwe de dixwazin pêşiyê biçin gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştre jî derbasî çiyayên Kurdistanê bibin. Di dilê wan de şervantî heye. Ronahî biryar daye û dibêje, “Ewropa min têr nake, her wiha xebatên jinan ên Ewropayê jî min têr nake. Ger ez biçim çiya wê demê ez ê xwe bihêz hîs bikim. Gelek perspektîfên Serokatî hene bang li gelê Ewropayê dike. Divê em jî bibin bersiv.” Li gorî hevalên wan Ronahî û Bêrîvan du kesên bi hêz, xwedî bawerî û lêgerîn bûn.
‘Di 22yê Adara 1993yan de bedena xwe dan ber agîr’
Ronahî û Bêrîvan di 22yê Adara 1993yan de li bajarê Mannheîm ê Almanyayê bi hev re bedena xwe didin ber agîr. Çalakiyên wan hem li Kurdistanê hem jî li Almanyayê bandorek mezin dikin. Dewleta Alman dixwaze kesên tevlî merasîma cenaze dibin asteng bike. Bi hezaran kes astengiyên polîsan derbas dikin û bi merasîmeke girseyî Ronahî û Bêrîvan oxîr dikin. Her du şoreşgerên pêşeng nameyek derbarê çalakiya xwe de li pey xwe dihêlin.
Ronahî û Bêrîvan: Almanya li pey nijatperastiya Tirk dimeşe
Nameya ku Ronahî û Bêrîvanê bi hev re nivîsandine wihaye: “Dewleta Alman di demên dawî de dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî vekirî îlan kiriye. Komeleyên me hatin girtin, reng û ala me ya neteweyî hatiye xespkirin, gelek welatparêzên me hatine binçavkirin û girtin. Almanya li pey nijatperastiya Tirkiyeyê dimeşe. Piştgirî didin gotinên Demîrel-Çîller-Gureş ên wekî ‘dê Kurd bên tunekirin’.
Komkujiyên li Kurdistanê bi çekan Almanyayê tên kirin
Ji bo şerê qirêj berdewam bike û gelê Kurd bê tunekirin her şêwe piştgirî dide. Qetlîamên li Kurdistanê bi çekên ku Elmananyayê dane tên kirin. Herî dawî di sala 1994’an de êrişî gelê ku Newroz li bajarên Almanyayê pîroz dikirin û pêkanînên ku Hîtler derbas dike li ser gel dan meşandin. Ev kirinên wan bû sedem ku sebra me nemîne.
Em şehîdan bi rêzdarî bîr tînin
Di wehşeta li Cizîr, Şirnex û Amedê de ku li hemberî gelê Kurd pêk hat berpirsyariya Elmanyayê heye. Dewleta Elmanyayê dê hesaba vî sûcê li dijî mirovahiyê bide. Em Mazlum Dogan ku bi sê darikên niftikê di zîndana Amedê de rê nîşanî gelê Kurd da, Ferhatên ku bi agirê bedena xwe bersivdan vê rêyê, Zekiye Alkan a ku digot ‘Newroz bi agir tê pîrozkirin’ û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînet bi bîrtînin.
Bila beden û fikrên me diyarî gelê Kurd be
Em dibînin ku ew ala me ji wan dewr girtî kêm maye dê li ser sûran bê danîn. Em bi îradeya xwe dikevin rêya azadiyê ya Necmiyan ku digotin ‘agir ne vemirînin.’ Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê Kurd be.
‘Azadî ewqas hêsan bûya, Bêrîvan û Ronahî xwe nedişewitandin’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Ronahî û Bêrîvan dinirxîne û wekî “Kesên ku gihiştina raza agir” pênase dike. Abdullah Ocalan ji bu herduyan vê nirxandinê dike: “Hevala Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş) van keçên Kurdistanê nameyên bi wate hiştine. Ger azadî ewqas hêsan bûya dê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana. Van hevalan nameyên gelek watedar hiştine. Ne mimkûna ku mirov rêz nîşan nede. Di nirxandinên wan de tê zanîn ku zanyar û çeleng bune.”













