Cenazeyê Fehîm Tosun, ê ku ev çar roj bûn li ser sînorê Îranê yê li taxa Elbêsê ya navçeya Elbakê bû hat rakirin.
Fehîm Tosun li taxa Elbêsê ya navçeya Elbakê ya Wanê dijiya û çar roj berê li ser sînorê Îranê hatibû kuştin. Cenazeyê Fehîm Tosun ku çar roj in li ser sînor Elbak û Îranê bû, ji ber rewşa hewayê ya neyînî û pêkneanîna karên fermî nedihat rakirin. Hat hînbûn ku cenaze birine qerqola gundê Xanikê û dê ji bo otopsiyê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.













