Cenazeyê Fehîm Tosun ê ku li ser sînorê Îranê yê li gundê Elbêsê yê navçeya Elbakê hatibû kuştin, 3 roj in li cihê ku lê hatiye gulebarankirin tê sekinandin.
Cenazeyê Fehîm Tosun ê ku li gundê Elbêsê yê navçeya Elbaka Wanê, li ser sînorê Îranê beriya 3 rojan ji serê xwe ve hatibû gulebarankirin û kuştin, hîn jî nehatiye hildan. Sê roj in li bendê ne ku dozger û pisporên mayînan herin cihê bûyerê. Malbat û gundiyên Fehîm Tosun ji bo girtina cenaze li benda daxuyaniyekê ne. Gundî diyar dikin ku duh bi pisporên îmhakirina bombeyan re bi hespan ber bi devera cenaze ve bi rê ketine. Lê ji ber bayê zêde û berfê, pisporan nekariye xebatê bikin û cenaze li wir hê jî disekine.








