Cenazeyê Rehan Bayik a dayika yek ji damezrînerên PKKê Cemîl Bayik, li gundê wê spartin axê.
Dayika yek ji damezrînerên PKKê Cemîl Bayik, Rehan Bayik di 19ê Hezîranê de li Xarpetê jiyana xwe dest dabû. Cenazeyê Rehan Bayik li gundê Parçikan a bi ser navçeya Kebanê ya Xarpêtê ve hat definkirin. Di merasîma cenazeyê Rehan Bayik de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bûn.
Malbata Bayik ewilî cenaze anîn Mizgefta Xarpetê û li vir merasîma cenazê hat lidarxistin û cenaze paşê ber bi gundê Parçikan ve hat birêkirin. Cenaze bi merasîmekê li gund hat veşartin.
Şîna Rehan Bayik li Mizgefta Veysel Karanî ya li Taxa Zanîngehê ya Xarpêtê hat danîn.