Cenazeyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz ê li Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dabû, dê sibê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê were veşartin.
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Nîzamettîn Yilmaz di 14ê Tîrmehê de li nexweşxaneyeke Yewnanistanê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber kar û barên fermî cenazeyê Yilmaz 15 roj in nehatiye wergirtin û definkirin. Dihat payîn ku cenazeyê Yilmaz dê di 24ê Tîrmehê de bînin navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û li vir were veşartin. Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi hinceta “Lêgerîna wî heye” destûr nedabû ku cenaze derbasî Tirkiyeyê bê kirin.
Yilmaz beriya ku jiyana xwe ji dest bide wesiyet kiribû ku li Dêrikê were veşartin. Lê ji ber kar û barên fermî, cenazeyê Yilmaz di vê dîroka navborî de nehat radestkirin. Tê payîn cenazeyê Yilmaz sibê şeveqê ji Balafirgeha Stenbolê bişînin navçeya Dêrikê û cenaze li navçeyê were veşartin.
Derbarê Nîzamettîn Yilmaz de
Nîzamettîn Yilmaz di 28ê Adara 2018an di encama serdegirtina malê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatibû binçavkirin û girtin. Yilmaz di 26ê Hezîrana 2019an de jî hate berdan. Yilmaz ku tevî nexweşê KOAHê jî bû hatibû girtin û di girtîgehê de 87 rojan di greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Yilmaz li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra pişikê ket. 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Yilmaz birîbû. Li ser vê yekê Yilmaz ji neçarî derbasî Yewnanistanê bû.