Cenazeyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek bi merasîmek qelebalix hate veşartin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek ê ku roja 6ê Hezîranê ceyranê pê girtibû, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Merasîma veşartina cenaze li ber avahiya şaredariyê hate kirin. Malbata Zeyrek, Waliyê Manîsayê Vahdettîn Ozkan, Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur ozel, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, parlamenterên CHPê, partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî di nav de, bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de ji bo bîranîna Zeyrek, axaftin hatin kirin, cenazeyê wî birin Mizgefta Hatuniye.
Piştre ji bo nimêja cenaze, cenazeye Zeyrek anîn Qada Cûmhûriyetê.
Cenaze li qebristana malbatê ya li Goristana Çatal a li navçeya Şehzadeler hate veşartin.
Serdanên sersaxiyê dê li Salona Fatih Sergi ya li Qada Cûmhûriyetê bên kirin.