Malbata Taşar cenazeyê Mehmet Edîp Taşar girt û ber bi Êlihê ve bi rê ket. Cenazeya Taşar dê li Êlihê bê veşartin.
Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar (70) ê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Çam Sakura ya li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê dihat dermankirin îro jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Mehmet Edîp Taşar ji morgê girt û ber bi Êlihê ve rê ket. Mehmet Edîp Taşar dê li Êlihê bê veşartin.













