Hat zanîn ku cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên bi SÎHAyan hatibûn qetilkirin û ji ber ku desthilata AKPê û MHPê destûr neda bînin bakurê Kurdistanê, dê li Rojava bên definkirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanên li herêmê dişopandin, di 19ê Kanûnê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHAyan hatin qetilkirin. Ji roja hatin qetilkirin heta niha malbatên wan hewl didin cenazeyên zarokên xwe bînin û defin bikin. Lê tevî hemû hewldanan jî desthilata AKPê û MHPê destûr neda.
AKPê û MHPê destûr neda
Ji ewil ji malbatan re hate gotin ku dê cenazeyên rojnamegeran bînin Qamişloyê û ji Deriyê Sînor ê Nisêbîn a Mêrdînê radestî malbatan bên kirin. Li ser vê yekê malbat hatin ber Deriyê Sînor ê Qamişloyê lê cenaze nehatin dayin. Piştre jî hate destnîşankirin ku cenaze dê ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe de ye bên teslîmkirin. Li ser vê yekê malbatan di 6ê Çileyê de xwestin ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê derbasî Başûr bibin. Lê şandeya ku malbat jî di nav de bû hate astengkirin. Li ser vê yekê şandeyê dest bi çalakiya nobetê kir. Nobet du rojan domiya lê desthilata AKPê û MHPê destûr neda.
Hat zanîn ku dê cenazeyên Daştan û Cîhan Bîlgîn li bajarê Qamişloyê bên veşartin.