Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan spartin axê.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19ê kanûnê de Bakurê Kurdistanê ne, 19ê Kanûna 2024an li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Di 6ê Çileyê cenazeyên her du piştî merasîmeke girseyî ya li bajarê Qamişloyê li ser daxwaza malbatên wan ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin oxirkirin. Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên OHD, MEBYA-DERê û DFGê pêk dihat ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin ji Nisêbînê ber bi Başûrê Kurdistanê ve derketin rê.
Şande gihişt Deriyê Xabûr ê Silopiyayê û li vir şande ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Silopiya ve bi hinceta “X-Ray” xerabe ye hat rawestandin. Beriya vê hinceta X-Rayê were nîşandan şande nêzî du saetan li ber derî bi hinceta ku “sîstem çûye” rawestandin. Piştî ku şande derbasî beşa X-Rayê bû vê carê jî bi hinceta ku Xray xerabe ye dan rawestandin. Lê piştî 3 roj û 3 şevan destûr nedan ku malbat derbasî başûr bibin. Parlamenter Kamûran Tanhan ji ber vê hincetê bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Karên Derve yên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîbû lê wezaretan ji bo derbasbûna şandeyê tu bersivek erênî neda.
Piştî malbat nekaribûn derbasî başûr bibin û cenazeyên zarokên xwe bigirin, cenazeyên Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê bi girseyî spartin axê.