Di 13 mehê de Îsraîlê êrişek berfireh bir ser Îranê û yek ji mezintirîn santrala Natanzê bombebaran kir. Her wiha 9 zanyarên atomî ku xwedî hêzek sereke ya vî karî bûn, kuşt. Li Îranê çend santral hene û asta wan çiye?
Mijara bernameya atomî ya Îranê xwe dispêre beriya 22 salan, di sala 2003yan de cara ewil Ajansa Enerjiya Atomî ragihand ku Îran hewl dide uranyumê dewlemend bike. Ev mijar ji wê rojê ve di nava Amerîka, Îsraîl û welatên Ewrupayê ve bûye pirsgirêkek sereke. Gelek civîn li ser vê mijarê çêbûn, lê bê encam man.
Di 13 Hezîranê de Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî derbarê bernameya atomî ya Îranê de raporek berfireh belav kir. Hate gotin ku Îran hilberîna uranyumê bi awayek berçav zêde kiriye. RojNewsê; santralên nukleerê yên Îranê berhev kir û wek nûçeyek ji bo aboneyên xwe serwîs kir.
Li gorî Ajansa Enerjiya Atomî navendên nukleerî û astên dewlemendkirina uranyûmê yên cîhanê wiha ne:
Bernameya atomî ya Îranê
Proseya atomî ya Îranê ji 3 beşan pêkhatiye, ev jî wiha ne; Bîrên atomî, navendên atomî û baregehên atomî. Her wiha 5 santralên nukleerî, du bîrên nukleerî û du baregehên nukleerî jî hene.
Santralên atomî yên Îranê li parêzgehên Tehran, Qum, Isfehan, Yezd û Merkezî ne.
Kanên wê yên nukleerî jî (Saxend û Peçîn) li parêzgehên Hurmizgan û Yezdin, di heman demê de santralên wê yên nukleerî (Erak, Buşehr) dikevin parêzgehên Merkezî û Buşehrê.
Santrala Natanz
Ev santral, santrala herî mezin ya atomî ya Îranê ye û ji beşên weke ceribandina sotemenî û dewlemendkirina wê pêk tê. Ev jî ji gelek avahiyên binerd pêktê û zêdetirî 45 hezar kes têde kar dikin. Natanz tesîsa herî mezin ya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê ye, bi qasî 250 kêlometre dikeve Başûrê Tahranê.
Santrala Natanzê, ku ji bo dewlemendkirina bazirganî hatiye çêkirin, kapasîteya wê nêzîkî 50,000 santrifuje. Niha 14,000 santrifuj hene û ji vê jî 11,000 dixebitin û dikarin heta %5 uranyûmê dewlemend û paqij bikin. (santrifuje amêreke ku ji bo paqijkirinê tê bi karanîn û gelek zû kar dike)
Li gorî peymana atomî ya sala 2015an Îran razî bibû ku dewlemendkirina uranyumê livê santralê ji sedî 3.67 sînordar bike. Lê piştî ku Amerîkayê di sala 2018an de yanî di serdema Donald Trump de, xwe ji peymanê vekişand, Îranê dewlemendkirina uranyumê zêdekir û vê dawiyê gihişt sedî 60. Yanî eger ev rêje bigihi sedî 90, Îran dikare çekên atomî çêbike.
Santrala Natanz ku weke Dewlemendkirina Uranyumê ya Şehîd Ehmedî Roşan li Îranê tê zanîn, di navenda danûstandinên navneteweyî de ye û heta vê dawiyê ji aliyê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ve dihat şopandin.
Santrala Fordo
Santrala nukleerî ya Fordo 160 km dikeve başûrê Tehranê û nêzîkî bajarê Qume. Navendek ya dewlemendkirina sotemeniyê ya pir tê parastine. Kargeh pir veşartiye û di kûrahiya çiyayekî de hatiye avakirin. Di sala 2009an de hatiye zanîn. Santral ji bo bicihkirina nêzîkî 3 hezar santrîfujan hatiye çêkirin û heta astekê ji êrişên hewayî tê parastin.
Îranê bi îmzakirina Peymana Atomê qebûlkiribû ku santrala Fordo bike navendek ya lêkolînê û çalakiyên dewlemendkirina uranyumê ji bo 15 salan were rawestandin. Lê piştî ku DYA ji peymanê vekişiya, Îranê çalakiyên dewlemendkirina uranyumê carek da destpêkirin û heta sala 2022yan vê rêjeyê ji sedan 20 zêde kir.
Di Mijdara 2022yan de Îranê asta dewlemendkirina uranyumê li santrala Fordo ji sedan 60 zêde kir û planên xwe yên ji bo zêdekirina dewlemendkirinê bi awayekî berçav ragihand.
Tevî ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê deverê çavdêrî dike jî, lê zêdekirina çalakiyên ji bo dewlemendkirina uranyumê, hêz û teknolojiya pêşketî ya Fordo berdewame.
Profesorê fîzîkê yê li Zanîngeha Tehranê Mesûd Elî Mihemedî, yek ji zanyarên atomê yên ku li santralê dixebitî tê hesibandin. Lê di Kanûna 2009an de li bakurê Tehranê hate kuştin û Îranê Îsraîl sûcdar kir.
Santrala Arak
Tesîsek atomê ya Îranê ye ku dikeve li nêzîkî bajarê Hantap, li parêzgeha navînê ye. Reaktorê Hantap ku berê wekî reaktora ava giran dihat nasîn, wekî reaktorek lêkolînê hatiye dîzaynkirin. Ji ber hêza hilberandina platunyumê ku dikare di çêkirina çekên atomî de were karanîn, ev yek bûye sedema fikarên di bernameya atomî ya Îranê de.
Îranê wek beşek ji peymana atomê avakirina reaktorê rawestand, navika wê derxist û bi betonê tijî kir da ku pêşî li karanîna wê bigire. Biryar bû reaktor ji bo kêmkirina hilberîna platonyûmê ji nû ve bihata dîzaynkirin û ji bo çekên veşartî nehatiba bikar anîn.
Îranê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê agahdarkiriye ku plan dike heta sala 2026an reaktorê çalak bike. Pêşeroja vê santralê ji aliyê çalakiyên atomî yên Îranê ve hîna mijarek hestiyare.
Santrala Esfehan
Santrala Esfehan beşek ji bernameya atomê ya Îranê ye. Bi taybet ew ji bo veguherandina uranyûmê bi şiklên pêwîst ji bo sotemenî û dewlemendkirina reaktorê hatiye çêkirin. Esfehan, ji bo dewlemendkirina Natanz û Fordo, gaza hekzaflorûra uranyûmê (UF6) dihilberîne. Her wiha sotemeniyê ji bo reaktorên atomî yên wek santrala enerjiya atomê ya Buşehrê, dabîn dike.
Îranê di Sibata 2023yan de ragihand ku li tesîsê dest bi avakirina reaktora lêkolînê ya çaremîn kiriye. Li aliyê din lêkolîn û çavdêriyên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li Esfehan berdewame. Lê fikar hene ku çalakiyên têkildarî hilberîna uranyûmê dikarin ji bo armancên leşkerî werin bikar anîn.
Santrala Buşehr
Santrala Enerjiya Atomî ya Buşehr take santrala atomî ya Îranê ye û dikeve başûrê Buşehrê. Li qeraxa Kendava Farse, di sala 1975an de bi piştgiriya Elmanyayê dest bi avakirina wê hat kirin û piştre ji aliyê Rusyayê ve hat temamkirin. Di sala 2011an de dest bi xebitînê kir û uranyûma Rusyayê bikartîne.
Sotemeniya hatî karanîn ji bo Rusyayê dihinêre daku nikaribe bi wan madeyên ku dikare di çekên atomî de were karanîn, bê guhertin.
Tevî ku saziyeke sivîl a berhemanîna enerjiyê ye û ji aliyê ajansa navdewletî ya enerjiya atomê ve tê şopandin, lê fikar li ser standartên selametiyê hene û dikeve li devereke cihê erdhejan.
Santrala Tehranê
Reaktora Lêkolînan a Tehranê santraleke biçûke û ji bo lêkolîn û berhemanîna îzotopên bijîşkî tê bikaranîn. Ev reaktor di sala 1967an de bi piştgiriya Amerîkayê hatiye avakirin. Destpêkê bi karanîna uranyûma gelek dewlemendkirî ji bo berhemanîna îzotopên bijîşkî dihat bikaranîn. Lê di sala 1987an de guherî ji bo bikaranîna uranyuma dewlemendkirî a ji bo kêmkirina metirsiya belavbûna çekên atomî.
Ev reaktor li vê santralê heta sala 2009an rûbirûyê kêm sotemeniyê bû, vê yekê jî wisan kir ku Îran uranyûmê bi rêjeya ji sedî 20 dewlemend bike daku sotmeniyê ji bo reaktorê peyda bike. Di sala 2012an de, Îranê yekem lûleya sotemeniyê ya navxweyî ji bo reaktora lêkolînê ya Tehranê hilberand.
Santrala Peçîn
Santrala Peçîn dikeve başûrê rojhilatê Tehranê. Saziyeke leşkerî ya veşartiye û guman li ser hene ku di vê santralê de bernameya nûkleerî ya Îranê ya di warê leşkerî de hebe. Her wiha Tehran wan îdiayan red dike ku ti çalakiyek nûkleerî di vê santralê de bê hilberandin. Tehran dibêje ku tenê ji bo karanîna leşkerî asayiye û ji ber wê rê nadin çavdêrî li ser were kirin.
Di sala 2015an de rêveberê wê demê yê ajansa navdewletî ya enerjiya atomê serdana Santrala Peçînê kir. Lê lêgerîn û çavdêrîkirina wî hatibû sinordarkirin. Vê yekê jî gumanek mezintir ji bo ajansa navdewletî ya atomê çêkir. Heta niha jî ti zanyarî û bersivek li ser vê yekê bi dest wan neketiye. Di sala 2022yan de li vê santralê teqînek çêbû û zanayekî atomî lê hat kuştin.
Desthilata Îranê hertim tekeziyê li ser wê yekê dike ku ti belgeyek ji bo piştrastkirina wan propaganda û tometên ku dibêjin enerjiya atomê li Îranê ji bo pêşxistina leşkerî yan çêkirina çekên atomî tê karanîn, nîne.
Di rapora meha borî ya rêveberê giştî yê ajansa navdewletî ya enerjiya atomê de hişyariya wê çendê hatibû kirin ku di dema çavdêrîkirina beşek ya santralên atomî yên Îranê de wan zereyên metirsîdar dîtine. Îran jî dibêje ku wan hemû hewldan kirine daku çavkaniya wan zereyên metirsîdar eşkere bikin.
Îran ti santral û navendeke atomî li Rojhilatê Kurdistanê nîne, ya heyî tenê standên avêtina muşek û sîstema parastinê ya li dijî muşekane. Ew jî li çend deverek yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hatine bicihkirin.
Li gor nûçeyên medaya Îranê, santrala Natanz û Erak di nava wan armancên ku ber êrişa Îsraîlê ketine bû. Piraniya ziyanên çêbûne li ser erdê bûn û ti ziyanek canî nebûn. Lê Îsraîl dibêje wan di êrişê de zererê bi wan amêrên ku li wan santralan de ji bo dewlemendkirina uranyûmê tên karanîn gihandine.
Ji meha Nîsanê ve bi zextên Amerîkayê danûstandinên li ser bernameya atomî di navbera Amerîka û Îranê de destpêkiribûn. Piştî ku danûstandinan ti encam bi xwere neanî, êrişên Îsraîlê destpêkir. Ji ber destpêkirina êrişan dawî li danûstandinên Amerîka û Îranê jî hat ku dihat payîn roja 9ê Hezîranê li Umanê pêkbihatana.