• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cengîz Çîçek: Duh Ozgur Ulke bombe kirin îro Rojava bombe dikin

Navenda Nûçeyan / AW

3 KANÛN 2024 - 12:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Çengîz Çîçek di çalakiya şermezarkirina salvegera Ozgur Ulkeyê de axivî û got: “Yên duh Ozgur Ulke bombe kirin îro Rojava bombe dikin. Ozgur Ulke li dijî koletiyê rastî nivîsan. Yenî Yaşam jî ji bo azadiyê rastiyan dinivîse. Têkoşîna me dê bidome.”

Rojnameger û siyasetmedaran di 30yemîn salvegera bomberdûmana li ser Rojnameya Ozgur Ulke de li Kadirgaya Stenbolê li ber avahiya rojnameyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 30yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke ya 3ê Kanûna 1994an de li Kadirga ya Stenbolê li ber avahiya rojnameyê daxuyani da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê Stenbolê Çîçek Otlu û Cengiz Çîçek û gelek rojnameger amade bûn.

Ewil rojnameger Salîha Aras daxuyanî da û wiha got: “30 sal berê Rojnameya Ozgur Ulke ji aliyê hêzên tarî ve hat bombekirin. Ersîn Yildiz hat kuştin û 23 xebatkarên rojnameyê jî bîndar bûn. Tişta balkêş, kesên rojname bombe kir, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nehat ronîkirin. Ji aliyê rojnameyê ve hatin ronîkirin. Tevî kuştin, girtin, binçavkirin û zextan vê kevneşopiya çapemeniya azad dest ji têkoşîna xwe û ronîkirina rastiyan bernedaye. Rojname bi dehan caran rastî êrîşan hat û êdî nekarîbû weşanê bike. Rojname piştî hat bombekirin, roja din bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne” derket. Tevî hemû zextan 30 salin rastiyan dinivîse û têkoşîna nivîsandina rastiyan berdewam dike.”

Tu kes nikare kelepçeyan li çapemeniya azad bixe

Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî axivî û got: “Tam 30 sal berê komkujiya ku rastiya welat nîşan dide pêk hat. Di sala 1992an de li Sîwasê komkujî pêk hat. Gund hatin valakirin û şewitandin. Me careke din dît ku dewlet çapemeniya kurd nas nake û dixwaze çapemeniya azad îmha bike. Li gel vê rastiyê çapemeniya azad dîsa bi îdîaya rastiyan binivîse tevî hemû astengiyan tekoşîna xwe berdewam dike. Îro jî dîsa bi manşeta “Roj roja parastina rojava ye” dîsa rastiyan dinivîse. Hefteya borî 10 rojnameger hatin binçavkirin. Îro dîsa xebatkarên çapemeniyê li vir in. Rastiyan dinivîsin û rastiyan digînin gel. 30 sal berê komkujî pêk anîn. Lê 30 sal in dîsa çapemeniya azad rastiyan dinivîse. Tu kes nikare kelepçeyan li rastiyan û çapemeniya azad bixe.”

Yên Ozgur Ulke bombe kirin îro Rojava bombe dikin

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî wiha got: “30 sal berê rojname bombe kirin. Em pir baş zanin ku kê ev rojname bombe kirin. Yên rojname bombe kirin armancek wan hebûn. Armanca wan ne tenê rojname bû. Armanca wan azadiya gelê kurd bû. Rojnameya Ozgur Ulke ku armanca wê azadiya gel bû, îro li ser vê kevneşopiyê Yenî Yaşam xwe berdema dike. Yên ji azadiya gelan ditirsin, çawa ku duh rojname bombe kirin, îro jî Rojava bombe dikin. Dixwazin jiyanê li mirovan bikin zindan. Lê ew xwe dixapînin. Tevî hemû bombeyan me her tim rêya xwe berdewam kir, em îro jî vê rêya xwe berdewam dikin.”

Cengîz Çîçek anî ziman ku li dijî zext û êrîş û bombeyan îro roj roja mezinkirina têkoşînê ye û wiha berdewam kir:  “Em têkoşîna civakek azad û welatekî azad didin. Di rojên dawî de em bi rastiya qeyûman û êrîşên çeteyan re rû bi rû ne. Sedema vê yekê ewe ku gelê kurd ne xwedî statu ye. Em careke din dibêjin ne tecrîda we, ne qeyûmên we û ne jî êrîşên we yên li ser Rojava, dê nikaribin têkoşîna bişkînin. Rojnameya Ozgur Ulke li dijî koletiyê derket rê. Rojnameya Yenî Yaşamê jî, ji bo jiyanek nû û jiyanek azad dê rastiyan binivîse. Heta em azadiya xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Girseye piştî daxuyaniye dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.

Etîket: Cengîz ÇîçekÇîçek OtluSalîha Aras
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

27 SIBAT 2026
Jinan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Têkoşîna jinan bendan nas nake

Jinan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Têkoşîna jinan bendan nas nake

23 SIBAT 2026
Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

5 SIBAT 2026
Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan dixwazê Kurdan ji deriyê hiqûqê re derbas bike

Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan dixwazê Kurdan ji deriyê hiqûqê re derbas bike

20 ÎLON 2025
Cengîz Çîçek qala hevdîtina dîrokî ya Îmraliyê kir

Cengîz Çîçek qala hevdîtina dîrokî ya Îmraliyê kir

3 ADAR 2025
Rêxistinên çapemeniyê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir

Rêxistinên çapemeniyê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir

18 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (661)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne