Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek hevdîtina piştî 14 salan a bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anî vegot. Cengîz Çîçek, çavdêriyên xwe wiha got: “Ez bi rastiya Abdullah Ocalan ê ku di aliyê zîhnî de li ser xwe, herikbar û hêzdar rast hatim. Dibe ku temenê wî mezin bûbe. Lê di hişmendiya wî de westandineke tine bû.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ê ku yek ji endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) ye û parêzerê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bû, pirsên Rojnameya Yenî Yaşamê bersivand. Cengîz Çîçek behsa hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan reû qeşedanên roja bangewaziyê qewimîn vegot.
Hevpeyvîna Cegnîz Çîçek bi vî rengî ye:
Hevdîtina we ya dawî ya bi Abdullah Ocalan re di sala 2011’an de pêk hat. Piştî 14 salan dema ku hûn careke din çûn Îmraliyê, we çawa hîs kir?
Dema ku hûn dizanin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, ne tenê dîroka min a şexsî, di heman demê de weke dîroka gelan, dîroka têkoşîna demokratîk a gelan, têkoşîna wan a azadiyê ye. Hûn bi wê hişmendiyê, bi wê hestê derdikevin vê rêwîtiyê.
Di dema hevdîtinê de yekem tiştê ku hat bîra we çi bû?
Hevdîtinek piştî 14 salan bêguman li ser rewş û tenduristiya wî pirsan derdixe holê.
Te çawa dît?
Min herî dawî di 32-33 saliya xwe de Birêz Ocalan dît, îro ez 47 salî me. Birêz Ocalan 62-63 salî bû û niha 76 salî ye. Ji ber vê yekê 14 sal di ser dîtina min re derbas bûn. Bi xwezayî, guhertinên bedenî yên ku di her yek ji me de çêdibin, di wî de jî têne dîtin. Lê di hevdîtina yekem, silavdayîna yekem de, dema ku hûn cara yekem dengê wî dibihîzin, hûn bi kesekî li ser xwe, ciwan maye, di aliyê zîhnî de herikbar û jîndar re rû bi rû tên. Tu jî dibêjî qet nehatiye guhertin.
We got qet nehatiye guhertin?
Digel şert û mercên giravê hûn rastî rastiyeke Ocalan a pir zindî, herikbar û bi rastî jî bi hêz tên. Wekî parêzer me li ser giravê û dîroka wê bi berfirehî lêkolîn kir. Ji Yilmaz Guney heta Adnan Menderes şahidiyên me hene. Ne tenê şert û mercên girtîgehê, şert û mercên tecrîdê yên li giravê û rastiya wê ya di nava deryayê de ye mirov zindî bimîne, tenduristiya zîhnî biparêze li gorî min bi rastî jî helwestek şoreşgerî û berxwedanek bi zanebûn derdixe holê. Mantiqa girtin û tecrîdkirinê ew e ku di aliyê ruhî mirovan têk bibin. Lê Birêz Ocalan her tim digot: “Ez her roj li vir di xwe de şoreşê pêk tînim. Di nava têkoşîneke bêwestan de me û her kêliyê têdikoşim.” Bi rastî jîndarbûn û herikbariya zîhnî û ramanî bi vî awayî bi dest xist.”
Ew pir bi dîsîplîn bû?
Pir bi disîplîn e. Berê me rewşa tenduristiya wî dipirsî. Ez qet ji bîr nakim, di hevdîtina parêzeran de dema me rewşa tenduristiya wî pirsî, çavên xwe girtin û wiha bersiv da. “Ez mîna fabrîqeyeke bûye parzinandî me. Ez li cihekî ku vê yekê lê daynim digerim. Divê ez hemû berhem û danehevên xwe ragihînim civakê, gelê xwe.” Fabrîqeya parzinandî ev e. “Ez di nava hilberînê de me. Ji bo siberoja demokratîk a civakê difikirim. Ez hildiberînim lê kanalên lê daynim lewaz in.” Berê jî diyar kiribû ku parêzer tenê têra vê kanalê nakin. Tenduristiya civakê, tenduristiya siyasî ya civakê û tenduristiya xwe bi hev ve girêdayî dibîne, di rastiyê de tenduristiya xwe diparêze û di encama xebatek ji bo tenduristiya civakê de soza parastina jîndarbûna xwe dide. Rastiyeke wiha li pêşberî me ye.
Îrade û biryardariyeke çawa ye?
Kesayeta Rêbertî, bi vî rengî derdikeve holê. Mînak her tim wiha digot; “Ji bo min fîzîk, teşegirtina formasyona zîhnî û ruhî ye.” Bi gotineke din, heta ku hûn rojane xwe di aliyê zîhnî û ruhî têr nekin, wê tenduristiya we hem ji hêla bedenî hem jî ji hêla civakî ve xirab bibe. Dibêje; “Her roj, her kêliyek ji bo min qada têkoşîna ruhî û zîhnî ye. Ez bi berdewamî hewl didim ku xwe, bedena xwe û fizîka xwe ji vir biparêzim.” Ez li gorî min ev yek pir girîng e.
Berî ku hûn biçin salona ku ew daxuyanî lê hat dayîn çi qewimî?
Çûyîna giravê mîna çûyîna parêzeran bû. Beriya derbasî salona hevdîtinê bibin, em li benda hatina wî ne. Ji ber vê yekê wekî şande em 15-20 deqeyan li bendê man. Piştî wê li odeyekê me hevdît kir.
Ma bi xwe pêşwazî kir?
Li ber derî li ser piyan me pêşwazî kir. Li gorî min hevdîtina bi Birêz Ahmet Turk re pir girîng bû. Hevdîtina Birêz Ocalan û Ahmet Turk bi rastî jî cewhereke dîrokî bû. Hevdîtina du hafizeyan, du bîran, hem ji aliyê dîroka Kurd, hem ji aliyê dîroka demokratîk a Tirkiyeyê û hem jî ji aliyê dîroka gelan ve ji bo min pir bi nirx, bi wate û bi bandor bû.
Silavdayîn bû an jî temas bû?
Belê, silavdayîn hebû. Ew hevdîtineke bi keniyan û bi hest bû. Ew bi xwe her tim girîngiyê dide hevdîtinên wiha. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, avakirina civaka demokratîk û veguherîna demokratîk a civakê her tim wê weke lûtkeya bilind dinirxîne. Her tim wateyek wiha dide hemû hevdîtin û nîqaşên xwe. Bê guman, ew hevdîtinek bû ku em ê di bîra xwe ya kesane û jiyana xwe de tu carî ji bîr nekin. Ew hevdîtinek yekem bû ku pir dilşad, erênî, xurt bû û bi rastî ji her yek ji me li ser rastiya xwe peyam da.
Diyalog çawa hatin kirin?
Mînak, di mijara tenduristiyê de ji kekê Ahmet re got, “Divê hûn li tenduristiya xwe miqate bin, lê ev civîn lûtkeyek e ku dê tenduristiya kesane ya her yek ji me baştir bike û dê ji bo tenduristiya her kesî baş be; divê hevdîtin bi vî rengî were dîtin û were destgirtin.” Têkiliya mirov û civakê wiha bi diyalektîkî senteza wê dike, di vê wateyê de jî girîng bû.
Diyaloga bi we re çawa bû?
Got, “Hûn berê jî hatibûn,” Min got: “Belê, ez di navbera salên 2009-2011’an de hatim.” Got, “Tu jî pîr bûyî.” Ji ber ku dizanibû ku ez Dersimî me û hevalê Hamîlî Yildirim jî ji Dersimê ye û bi gotina, “Mîna ku hûn Seyîd Riza hev bibînin, hûn ji heman bajarî ne, lê bi hestyar in” behsa hevdîtina du Dersimiyan kir.
Beriya derbasî daxuyaniyê bibin, axaftin û nirxandinên çawa hatin kirin?
Nivîsa ku hatî xwendin, bi gotina Birêz Ocalan, nivîseke bi rastî jî safîkirî ye, ji hemû serpêhatî û berhevkirina têkoşîna wî ya 50-52 salî, maratona kolektîf û tecrûbeyan pêk hat. Mirov dikare vê metnê weke manîfestoya serdemê binirxîne. Bi kêmanî ez bi xwe jî wisa dibînim. Ji ber vê yekê pêwîst e dîroka hatî jiyîn, ango pêvajoya ezmûna pratîkî, hewildana teorîk û asta teorîk a li pişt hemû hevokên vê metnê were pênasekirin û watedarkirin. Di vê perspektîfê de hevpeyvîna 3-4 saetan ku me bi wî re kiribû, her hevok yek bi yek rave kir û anî ziman. Derbarê metna bangê de, bê guman xebata rojane tê de heye.
Mebesta te ji rojane çi ye?
Banga têkildarî PKK’ê; Rawestandin û danîna çekan mijarên pêvajoya pratîkî ne, lê di binê vê de dema mijar dibe pêvajoya pratîkî ji bo dewlet, civak, serdem, gelên cîhanê û hemû dewletan felsefe, teorî, ezmûnek pratîkî heye. Dema ku em bi vê perspektîfê lê dinêrin, hema sê çar parên sohbeta me bi wergerandina van hevokan re derbas bû. Beriya her tiştî, divê bi rastî karê me ew be ku em wê fêm bikin. Ez ne tenê ji bo şandeyê diaxivim. Ev ji bo hemû aktorên siyasî û kirdeyên têkoşînê jî derbasdar e.
Ma berpirsiyariyê dide her kesî?
Bê şik… Ev nivîs bi xwe û sohbeta du-sê saetan a beriya daxuyaniyê me bi Birêz Ocalan re kir, erkê li ser me hemûyan ferz dike. Ew her kesî vedixwîne vî karî. Em di serdemeke wiha de dijîn ku divê her beşê civakê piştgirî bide Birêz Ocalan ê ku bi sê hevalên xwe re bi salan tenduristiya xwe ya bedenî û zîhnî parastiye û bi vê yekê têr nebûye, ji bo avakirina civakeke bi rastî demokratîk û sîstemeke demokratîk li Tirkiyeyê bi rêya vê nivîsê hem di warê teorîk û hem jî pratîk de hewl daye. Tişta ku min ji sohbetan fêm kir ev e ku tenê bang li PKK’ê nake, lê di vê qonaxa dîroka 52 salan de Birêz Ocalan dixwaze derî li serdemeke din veke. Lê di nuqteya dawî de tiştekî wiha heye. Heke deriyên bên vekirin di dema xwe de venebin û pêngavên bên avêtin di dema xwe de neyên avêtin -bi rastî di nivîsê de jî ev heye hişyariya ku bi gel û ew têkoşîn winda bike tê dayîn. Ji ber vê yekê yê ku yekem car serdem û derî vekiriye, dîrokê înkar nake lê di paşerojê de jî asê namîne û weke her car li pêş e.
Ew tişta ku dibêje gelo ev e; “Ez ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hercivak, nasname û her kesî şert û mercan diafirînim ku di nava pergaleke demokratîk a azad de bi hev re bijîn?”
Birêz Ocalan di dîtinên xwe de ne tenê dîroka Kurd, dîroka hemû gelan, dîroka gelê Tirk û dîroka hezar salî bi xwe jî nirxand; nêzîkatiyeke taktîkî ku tenê ji hevsengiya îro ya siyasî, rêxistinî, leşkerî û siyasî derbikeve, nîne. Mixabin bi xemgînî dibêjim ku siyaseta heyî û têkoşîna heyî mirovan teng dike. Ew dikare we bike ku hûn bêtir rojane, hesabên teng bifikirin. Hêza herî mezin û tevkariya herî mezin Birêz Ocalan ew e ku ji vê jî wêdetir diçe. Bi gotineke din, hewl dide her kesî ji hawîrdora teng a têkoşîn û rûbirûbûna rojane rizgar bike. Ne tenê gelê Kurd, dewlet, gelê Tirk, gelên Tirkiyeyê, Elewî,
Sunî, Xiristiyan, her kesî…
Gelo di bangê de dixwaze vê bibêje; “Di bangawaziyê de gotina Tirk û Kurd di dîroka xwe ya zêdeyî 1000 salî de, ji bo hebûna xwe biparêzin û li dijî hêzên hegemonîk bijîn, her dem pêwîstî dîtine ku di nava tifaqekê de bimînin”?
Ne tenê gelê Kurd li hemberî hêzên hegemonîk hewl da ku li ser piyan bimîne. Gelê Tirk, Tirkmen, kedkar û xizan ev dused sal in li dijî hemû şerên hegemonyayê, li dijî hemû xefik û komployên modernîteya kapîtalîst hewl didin li ser piyan bimînin. Ev xefik ji bo hemû gelên li vê erdnîgariyê dijîn hate danîn. Niha Birêz Ocalan vê dibêje û ger hûn li wir bala xwe bidinê, dibêje, “aliyê dilxwazî zêdetir, lê her tim pêwîstî pê dîtine ku di nav tifaqekê de bimînin.” Ev jî bersiva herî bi bandor bû li dijî komploya li dijî gel. Hin beşên civakê, bi taybetî ji bilî Sunnîtî û Tirkbûnê, dikevin nava fikara ku wê li derveyî vê pêvajoyê bên hiştin, ev nirxandineke girîng bû.
Gelo ev bang ne tişta wan hemû fikaran sivik bike? Di nirxandin û sohbetan de çi hûrguliyên din hene?
Birêz Ocalan her wiha bal kişand ser çand û baweriyên qedîm ên li Stenbolê dijîn. Her wiha bal kişand ser Baroya Stenbolê. Tenê behsa polîtîkayên qeyûman yên li ser gelê Kurd nekir. Erê, ew pir girîngiyê dide qeyûman. Dibêje; “Bi vî rengî nabe.”Bi rastî jî dibêje komploya hiqûqî ya ku îro bi rêya qeyûman derketiye holê, ji provokasyona Serêkaniyê ya tê gotin pêvajoya 2013/15’an qedandiye xeteretir e. Di heman demê de dema nirxandina vê yekê li hemberî hemû beşên civakî sentezek, bihareke ku tê de her kes mafê civaka demokratîk bi dest dixe û her beşê civakî û nêrîna siyasî wê nasnameya civaka demokratîk a li derdora veguherîna demokratîk bi dest bixe, îfade dike. Di rastiyê de, piraniya sohbeta me nîqaşek pir dîrokî bû ku hemû hevokên di metnê de ji hêla dîrokî û niha ve têne çi wateyê û divê nêrîna pêşerojê çawa were nîqaş kirin.
Li ser Mehmet Alî Birand û serdemê çi got?
Got”, Bi rastî tevkariya wî çêbû. Ew rojnamevanekî demokrat û wêrek bû.” Hebûna kekê Ahmet (Ahmet Türk) di vê wateyê de girîng bû. Ji ber ku pêvajoya agirbesta 1993’an bi hev re pêk anîn, bi awayekî xwezayî behsa Birêz Ozal jî kir. Di bîranîna Ozal de wiha got: “Birêz Ozal yekemîn şehîdê lêgerîna me ya çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Deriyê ku wî vekir girîng bû. Piştî wê me şansek çêtir da aştî û demokratîkbûnê. Çima ev 32 salên me winda bûn.” Pêwîstî bi rojnamevanên bi rastî jî wêrek û demokrat ên wek Mehmet Alî Birand heye. Ji wir dest pê kir, got: “Min wê rojê got ev bû.” Di bîranîna Ozal de got, “Sedema herî bingehîn a pirsgirêka Kurd ango pirsgirêka Kurd di nava şer û şerê çekdarî de ye, ew e ku mafê hebûn û nasnameya Kurdan nayê qebûlkirin, deriyê gotin û siyasetê tê girtin, dema ku ew derî hinekî vebe, em hewl didin bi awayekî berfireh vekin. Yanî meseleya şer, meseleya pevçûnê, meseleya çekan divê bi vî awayî were dîtin; wê rê li ber axaftin û siyasetê vebe. Binêrin, dema ku em di dîrokê de lê dinêrin, li wir jî helwestek pir rêgezî, hevgirtî heye. Çima ev nayê nirxandin?” Her wiha Eşref Bitlîsî jî bi bîr anî û got; “Di encama komploya di nava dewletê de, di beşên leşkerî û sivîl de kesên jiyana xwe ji dest dan, hatin kuştin û windakirin hebûn.” Dema ku em lê dinêrin, di warê bername, bi rêgez, teorîk û pratîkî de bi awayekî tevayî hat nîqaşkirin.
Dibêje ku avakirina aştî û siyaseta demokratîk pêwîst e?
Bêguman pêvajoyeke veguherîna demokratîk heye. Ev ne ji bo siyaseta Kurd û ne jî ji bo Birêz Ocalan rewşeke nû ye. Muxatabê naskirin û pîvana hiqûqî ya vê siyaseta demokratîk dewlet e û îro jî hikûmet bi xwe ye. Divê gelê Kurd an jî hemû nêrîn û tevgerên siyasî yên xwedî fikir û perspektîfên cuda yên li derveyî desthilatdarî û muxalefeta fermî nebin ber zilm û êrîşên pergalê. Xwedî pîvaneke siyasî ya wekhev; naskirina mafê civakekê, yê gel, siyaset û rêxistinbûnê; divê li hember mafên wan ên çandî yên destûrî û qanûnî û bi ziman, çand û baweriyên xwe rêxistinkirina wan nebin asteng. Em nikarin ev deriyê ku Birêz Ocalan vekir û me bi zorê derbas kir, tenê ji ber ku PKK dest ji çekan berda û xwe belav kir, binirxînin. Binêrin, daxuyaniya PKK’ê rast e. Bangek nû, pêvajoyek nû vedibe. Ev ne dawî ye, destpêkek e. Niha divê deriyên vê platforma siyasî û yasayî bên vekirin.
Gelo li cihekî ku PKK biryara agirbestê daye û kongreya xwe li dar bixe, şopandina yasayî jî ne dûr e? Ev ê çawa tevbigere? Li gorî we divê gava yekem çi be?
Divê êdî em pêşî li provokasyonan bigirin. Em vê ji bo hikûmet, muxalefet û hemû derdorên siyasî dibêjin. Birêz Erdogan jî vê dibêje. Hevokek pir hêjaye. Provokasyonên muhtemel ên ku pêşî li pêşketina vê pêvajoyê digirin, divê tenê di warê leşkerî û çekdarî de neyê nirxandin. Me li Serêkaniyê dît, me li Farqînê di dawiya pêvajoya Osloyê de dît, me ew provokasyonên leşkerî ji nêz ve jiyan. Lê ji niha û pê ve divê her kes li hemberî provokasyonên siyasî hişyar be. Ji ber vê yekê ev yek bi tena serê xwe nikare bibe tiştekî ku Kurd, tevgera Kurd, aktorên Kurd û Birêz Ocalan bi hesasiyet nêz bibin. Ji ber ku her tim wiha bûye û hesasiyet yekalî hatiye nîşandan, pêvajo her tim hatine astengkirin. Niha divê yên ku dewletê temsîl dikin jî bi heman helwestê nêzîk bibin û di vî warî de hewl bidin. PKK’ê got ku ew ê banga Birêz Ocalan pêk bînin. Di vê mijarê de tu gumanên Birêz Ocalan tunebû. Bêyî ku li benda bersivan bisekine ji me re got, “Min ji rayedaran re got ku PKK dê vê yekê bi cih bîne.” Lê pêwîste kongre di rewşeke ewle de bê lidarxistin. Ji ber ku her partiyek dema biryara paşeroja xwe dide divê kongreya xwe pêk bîne.
Deriyên Îmraliyê hê nehatine vekirin, zelaliyek û ragihandin tune ye. Ji aliyê siyasî û hiqûqî ve divê çi bê kirin?
Helbet wê qonaxên vê jî hebin. Daxuyaniyên hemû aliyan hene ku piştî banga Birêz Ocalan wê ev pêvajo leztir bibe. Lê dersên ku em dikarin ji pêvajoyên çareseriyê yên berê derxin jî hene. Pêwîste gav di dema xwe de bên avêtin.
Piştî ku PKK agirbest ragihand û daxuyand ku ew ê kongreya xwe li dar bixin, pêwîste PKK di şert û mercên ewle de kongreya xwe li dar bixe û operasyonên leşkerî rawestin. Karayilan bixwe jî got; “Di hawireke ku ev tişt tên nîqaşkirin de, em 30 metre ji hev dûr ketine pevçûnê.” Ev rastiyek e. Bi vê perspektîfê PKK’ê agirbest îlan kiriye. Bi gotineke din, divê zemîna pevçûnan bi dawî bibe.
Li aliyê din Birêz Ocalan ku bi înîsiyatîfa xwe rê li ber pêvajoyê vekir, di nava şert û mercên gelekî nebaş û newekhev de ku em jê re dibêjin şert û mercên tecrîdê de pêk tîne. Tê bîra min ku berê di pêvajoya Osloyê de rewşa xwe wiha rave kiribû; “Niha her kes ji min daxwaz dike ku ez rola xwe bilîzim. Lê te ez avêtim hewzeke vala. Av tune, tu dibêjî rûyê Apo. “Ez çawa dikarim bê av melevaniyê bikim?” Pêngavên qanûnî yên ku we behs kirin, dagirtina ava vê hewzê ye. Şert û mercên ku Birêz Ocalan bi rastî bikaribe rola xwe tê de aktîv bike, şert û mercên azadiya fizîkî, şert û mercên xebata azad, divê ji bo ku pêvajo bi rastî pêş bikeve bi her aktorî û her hawîrdorê re hevdîtinê çêbike.
Divê ev zemînek çawa be?
Mebesta me ji şert û mercên azadiya fizîkî ev e: Sibe pêwîstî bi kêmkirina fikarên hin beşên civakê heye. Dibe ku nêzîkatiyên cuda yên hin aktorên siyasî yên ji pêvajoyê re bên nîqaşkirin û bi awayekî nêzî hev be. Di van hemûyan de taybetmendiyeke Birêz Ocalan heye. Dibe ku sibe Elewî, rêxistinên kedê, rêxistinên jinan bixwazin pirsan ji Ocalan bikin. Dibe ku CHP bêje “Em dixwazin bi Birêz Ocalan re li ser vê yekê nîqaş bikin. Ji bo ku birêz Ocalan rola xwe di pêşvebirina pêvajoyê de bilîze, pêwîste sekreteriya xwe hebe, tîmek pê re bixebite û li wir jî bi ekîbekê re bixebite. Hemû aktorên ku li derveyî cihê xwe dijîn dikarin xwe bigihînin wan; Pêdiviya wê bi hawîrdorek heye ku ew zû bigihîje her aktor û her hawîrdorê, bi rengekî an yekî din, gava hewce bike, û li wir karibe bişêwire û pêvajoya biryargirtinê misoger bike. Ez difikirim ku ev ê yek ji hêmanên herî bingehîn be ku dê pêvajoya pêşeroj diyar bike.
Gelo rêya pêkanîna qanûnî di bin banê parlamentoyê de ye?
Bi rêya şandeyê me peyamek ji bo hemû partiyên siyasî yên ku di TBMM’ê de cih digirin heye. Bi tevahî di nav parlamentoyê de destûr heye ku hemû hewcedariyên destûrî û qanûnî bicîh tîne; avakirina komîsyonekê bi beşdariya ne tenê partiyên desthilatdar û CHP’ê, hemû partiyên ku di meclisê de tên temsîlkirin. Bi gotineke din em hewl didin pêvajoyeke beşdariyê bimeşînin û her kesî tevlî vê bikin. Ev jî civakeke demokratîk e. Bi gotineke din, felsefe û perspektîfa wî ew e ku divê hemû nasnameyên cuda û ramanên cuda di paşeroja hevpar a civakê de xwedî gotin bin û beşdarî pêvajoyên biryardayînê bibin. Niha di şert û mercên herî nebaş de vê yekê li ser xwe ferz dike. Divê nirxê vê jî were naskirin.
Wêneyek komê heye. Em behsa pirdengiyê dikin, dema ku mirov li nasnameya wan mêze dike di şandeya 7 kesan de gelo renginiyek heye?
Bê şik… Lê ez difikirim ku hîn jî nasnameyên kêm hene. Mînak nasnameya jinê û hevalên jin divê zêdetir biçin wir. Wî jî bi taybetî ev hewcedarî anî ziman.
Têkildarî jinan çi got?
Dibêje ‘Paradîgmaya azadiya jinê ji bo min projeyeke ku hîn temam nebûye, nîvco maye. Kûrbûnên min hene. 75 salî me lê hîn jî lê dipirsim bê jiyaneke azad bi jinê re çawa dibe’. Ji sohbeta bi wî re me bihîst ku li ser paradîgmaya azadiya jinê kûrbûnên wî yên gelekî cidî û balkêş hene. Lê belê ez ê îro nikaribim ji we re qalê bikim. Ji ber ku dibe ku ew bi xwe ji hevalên jin re ragihîne. Cihê xemgîniyê ye ku di nava wê tecrîdê de nikaribe kûrbûnên xwe yên têkildarî têkoşîna jinê, têkoşîna azadiyê binivîsîne. Ji ber ku ew êdî di temenekî de ye û ji bo karibe karên teorîk bike pêwîstiya xwe bi sekreteryayê heye.
Xwedî danheviyeke welê ye ku dikare bandorê li ser cîhana fikrî, cîhana teorîk, cîhana sosyalîzmê, cîhana azadiya jinê bike. Lewma divê rewşenbîr, ramanger, entelektuel, nivîskar tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.
We bi girtiyên din bi Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar re li ser pêvajoyê sohbet kirin?
Di çarçoveya têkiliya ku Birêz Ocalan bi wan re daniye, her tiştî yanî hemû biryaran bi nîqaşên hevpar werdigirin. Têkildarî sernavên nîqaşê û pêvajoya polîtîk ên ku Birêz Ocalan pêşkêş dike, hemû bi şênberî fikir û pêşniyarên xwe jê re radigihînin. Birêz Ocalan jî ji xwe di sohbeta dawî de dema ku qala ya divê bê kirin, kir, bal kişand ser vê nêrînê. Dibêje, ‘Em bi hev re nîqaş dikin, gelek tiştan bi hev re dinirxînin, lewma di hevdîtina bi vê heyetê re divê teqez her sê heval jî amade bin’. Ev yek nîşaneya lîderiya kolektîf, çanda kolektîf e. Her wiha dibêje, ‘Divê hevalên cuda jî bên gel min, karibim bi wan re nîqaş bikim. Hevalên jin divê teqez tevlî vê pêvajoya nîqaşê bibin’. Ji ber ku xeta azadiya jinê gelekî girîng dibîne. Me şahidî ji vê yekê re kir.
Ocalan têkildarî Seyît Riza, Şêx Seîd û Denîzan çi got?
Gotinên dawî yên Seyît Riza bi vî rengî bûn: ‘Min nikarîbû bi derew û hîleyên we ev ji min re bû derd, min li ber we serî netewand bila ev jî bibe derd ji we re’. Birêz Ocalan di sohbeta me de ev yek anî ziman. Ew gotina Seyît Riza dubare kir. Got, “Seyît Riza ew gotin got. Şêx Seîd ew gotin got. Denîzan, Mahîran ew gotin got. Îbrahîm ew gotin got. Lê ew gotin dawiya dawî di kêliya dawî de hate gotin. Ez dixwazim van gotinan hemûyan di nava jiyanê de bikim gotina destpêkê, gotina mayinde’. Wêrekî ev e. Bi dîtina min divê her kes li dora vê wêrekiyê xwe bi rêxistin bike.