Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku di êrişên Îranê yên li ser baregehên wê yên li Kendavê de ti ziyan negihîştiye artêşê.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di şer û êrîşên Îranê yên li ser baregehên Amerîkî li welatên Kendavê de, ti ziyan negihîştiye artêşê.
Îranê bersiv da êrişên Amerîka û Îsraîlê yên ku îro sibê dest pê kirin û bi sedan mûşek û dron avêtin baregehên Amerîkî li welatên Kendavê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Behreynê ê.
CENTCOMê ev lê zêde kir, “Zirara li ser baregehên Amerîkî bi sînor e û bandor li operasyonan nekiriye.”
Artêşa Amerîkayê diyar kir ku DYAyê baregehên fermandarî û kontrolê yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, û cihên avêtina mûşek û dronên Îranê hedef girtine.













