CENTCOMê daxuyand ku di êrişa li ser girava Hargê ya ku noqteya stratejîk a hinardekirina petrola Îranê ye, zêdetirî 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin.
Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku hêzên DYAyê li hemberî girava Hargê ya Îranê êrişeke hewayî ya “mezin û berfireh” pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tesîsên depoya mayinên deryayî, stargehên mûşekan û gelek tesîsên leşkerî hatin tunekirin, binesaziya petrolê nehatiye hedefgirtin.
Medyaya dewleta Îranê ragihand ku hinardekirina petrolê ji giravê bi awayekî asayî berdewam dike. Hêzên çekdar ên Îranê diyar kirin ku ew ê binesaziya petrol û enerjiyê ya aîdî şîrketên ku hevkariya DYAyê dikin hedef bigirin.













