CENTCOMê ragihand ku wan di 21ê Çileyê de mîsyonek nû ji bo veguhestina girtiyên DAIŞê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Iraqê da destpêkirin.
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM), li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê derbarê girtiyên DAIŞê yên li Hesekê daxuyanî da. Daxuyaniya CENTCOMê wiha ye; “Me di 21ê Çileyê de mîsyonek nû ji bo veguhestina girtiyên DAIŞê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Iraqê da destpêkirin. Hêzên Amerîkayê 150 girtiyên DAIŞê ji girtîgehek li Hesekê ya Sûriyeyê bi serkeftî veguhestin cihekî bi ewle yê Iraqê. Di encamê de dikarin 7 hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhezin tesîsên Iraqê.”













