Çerdevanan li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên navçeya Çelê dar birîn. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku cerdevan darên dibirin di berdêla pereyan de difiroşin gundiyan.
Cerdevan li Çelê daran dibirin. Cerdevan li herêma Zap, Avaşîn û Metîna yên navçeya Çelê ya Colemêrgê daran dibirin. Hat diyar kirin ku cerdevanên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav sînorên gundê Bîyadir ê Çelê de ye, gelek dar birîne û li kêleka rê li ser hev kom kirine. Li gorî agahiyên ji welatiyan hatin girtin, hat destnîşankirin ku her sal li heman herêmê dar tên birîn û cerdevan bi pereyan difiroşin gundiyan.