Hat zanîn ku balafirên ÎHA û SÎHA yên Tirkiyeyê piştgiriya kombebarana gundên Çelebiyê, Xirab Hişkê û Zêrikê yên Kobanê dikin.
Li gorî nûçeya ANHAyê; çavkaniyên ji HSDê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî yên Şamê û Tirkiyeyê li gundê Çelebiyê yê Kobanê ku xwestin pêş de werin, derbên giran xwarin. Şervanên YPJ, YPG û HSDê çete li Çelebiyê tengav kirin, derbên giran li wan dan. Çeteyan ji dewleta Tirk piştgiriya balafirên ÎHA û SÎHA xwestin.
Çavkaniyan da zanîn ku balafirên ÎHA û SÎHAyên dewleta Tirk Çelebiyê, Xirab Hişkê û Zêrikê bombebaran dikin.
Li eniya gundê Korkê yê Kobanê jî çeteyan êriş kir, xwest derbas bibin, şervanên YPJ û HSDê bersiv da, hewldana wan têk bir.
Êriş û bombebaran dewam dikin.













