• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinên Kobanê bang li civaka navneteweyî kir: Êrişan rawestînin

Navenda Nûçeyan / AW

26 ÇILE 2026 - 16:51
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Desteya Jinan a Kantona Firatê daxuyani da ku ew ê li êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û dorpêça li ser Kobanê li ber xwe bidin û bang li civata navneteweyî kirin ku êrişan rawestînin. 

Êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Şamê li dijî Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Desteya Jinan a Kantona Firatê li dijî êrişan û dorpêça li ser Kobanê daxuyaniyek li Qada Jina Azad a Kobanê da û bi dehan jin tev li bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî ve hat xwendin.

Cûrî Temî bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û got: “Ev deh roj e li pey hev bajarê Kobanê rastî dorpêçeke leşkerî ya berfireh tê ku şert û mercên mirovî yên pir xirab û gelek binpêkirin li dijî sivîlan, zarok û jinan pêk tinîn. Bi sedan malbat reviyane bajêr ku hin ji wan li derve radizên.”

Cûrî Temî di berdewamiya daxuyaniyê de got: “Bajar di bin dorpêçê de dijî ku ev yek bûye sedema qutkirina rêyên sereke û astengkirina xizmetguzariyên elektrîk û avê, her weha rawestandina hin xizmetguzariyên girîng li nexweşxaneyan. Ev yek bi kêmbûna pêdiviyên bingehîn, derman, oksijîn û şîrê zarokan, bêîstîqrariya xizmetguzariyên elektrîk, av, mazot û înternetê ve jî girantir dibe. Rewş her ku diçe xirabtir dibe. Tevî şert û mercên dijwar û êşa gel, komên girêdayî hikumeta demkî sivîlan topbaran dikin. Duh bi şev gundê Qasimiyê hat topbarankirin û gelek zorakan jiyana xwa ji dest da. Îro di heman demê de salvegera rizgarkirina Kobanê ye ku jinan di têkoşîn û berxwedanê de roleke girîng lîst.”

Cûrî Temî di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em wek Desteya Jinan a Kantona Firatê bi tundî hemû cureyên bombebaran û dorpêçkirinê yên ku sivîl, zarok û jinan hedef digirin, red dikin. Em banga parastina gelê xwe, rêzgirtina li rûmeta mirovan dikin. Her wiha em ji civata navneteweyî destwerdana yekser dixwazin da ku kuştin û dorpêçê rawestînin. Em ê heta dawiyê parastina ax û welatê xwe bikin û parastina jin û zarokan bikin.”

Etîket: Kantona FiratêKobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî bi partiyên Kurdî yên Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi partiyên Kurdî yên Kobanê re hevdîtin kir

9 NÎSAN 2026
Şandeya Wezareta Tenduristiyê û UNICEFê serdana Kobanê kir

Şandeya Wezareta Tenduristiyê û UNICEFê serdana Kobanê kir

6 NÎSAN 2026
Li gundê ku Abdullah Ocalan lê mabû 4ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li gundê ku Abdullah Ocalan lê mabû 4ê Nîsanê hat pîrozkirin

4 NÎSAN 2026
Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

30 ADAR 2026
PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026
Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (25)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne