Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku ev cara sêyemîn e ku çeteyênHTŞ û SMOyê hewl didin bikevin girtîgeha Eqtan a girtiyên DAIŞê ya Reqayê, lê hêzên HSDê bersivên tund didin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku “Komên Şamê bi tank û topan êrişî girtîgeha Eqtan a girtiyên DAIŞˊê ya bajarê Reqayê dikin.”
Navendê daxuyand ku “Îro, ev cara sêyemîn e ku komên Şamê hewl didin bikevin girtîgehê, da ku girtiyan berdin. Lê hêzên me berxwedaneke mezin li dijî van êrişan raber dikin.”













