Wêne: Arşîv
Çeteyên giredayî HTŞê agirbesta di navbera HSDê û HTŞê de hatibû ragihandin binpêkirin û êrişî gundên Şêxler, Çelebî û Zêrikê yên Kobanê kirin. Hezên HSDê, YPG û YPJê bersiva êrişan dide.
Di navbera Hezên Sûriyya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şmaê de duh agirbesta ji bo 15 rojan hatibû ragihandin. Lê çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, agirbesta hatibû ragihandin binpê kirin û êrişî gundên Kobanê kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gundên Şêxler, Çelebî û Zêrikê yên Kobanê çeteyan êriş kirine û hezên HSDê û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bersiva êrişan didin.
Tekildarî êrişan HSDê jî daxuyanî da û êrîşan piştrast kir. HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên hikûmeta demkî agirbestê binpê dikin.













