Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê tevî agirbest heye jî bi dironan 7 cara êrişî gundê Baqla yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, 8 caran jî benda kontrolê ya Heznê ya bajarê Hesekê kirin.
Li gorî nûçeya ANHAyê çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê bi piştgiriya dewleta Tirk 7 caran bi dronan êrişî gundê Baqla yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir.
Çavkanî der barê ziyanan de tu agahî nedan.
Herwiha çeteyan li rojhilatê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê 8 caran bi dronan êrişî benda Xezna ya şervanên YPJê û HSDê kir. Derbarê zirara tu agahî nehatin bidestxistin.











