Çeteyên HTŞ û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyeyê êrişî gundê Hemdûn ê Kobanê kir û di encama êrişê de ji sivîlan şehîd û birîndar hene.
Ligel agirbesta Serçete Colanî bi xwe îlan kirî jî êrişên li hemberî Rojavayê Kurdistanê nasekinin. Komên çeteyên HTŞ û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyeyê êrişî gundê Hemdûn ê Kobanê kirin. Di encama êrişa çeteyan de gelek sivîlan zirar dît. Li gorî agahiyên pêşiyê ji sivîla şehîd û birîndar hene.
Hat hînbûn ku li ser destwerdana hêzên HSD û YPJê pevçûn û rageşiya li herêmê didome.













