Çekdarên nenas li gundewarê Efrînê, bi awayekî bêserûber gule berdan erebeyeke welatiyan 3 jin di cih de hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Çekdarên nenas li ser motorsiklêtê siwar bûbûn, li gundê Meryemînê yê bajarê Şera yê girêdayî Efrîna dagirkirî, gule li erebeyeke welatiyan reşand, di cih de 3 jin hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Navên jinên hatine qetilkirin wina ne; Raniya Hacî Hesen, Eze Fîras Hacî Hesen û Fatme Betayhî.
Ev sûc, di demeke de pêk tên ku rewşa aloz û tevliheviya ewlehî li herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de berdewam e.













