Çeteyên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê berî ku ji gundewarên Kobanê vekişin, ji malbata Berkel 3 kes revandin.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji çavkaniyan herêmê girtiye 4ê Adarê nêzî saet nêzî 17.00’an 3 kes ji gundê Cexer ê li başûrêrojhilatê bajarê Kobanê û başûrê rêya M4ê, hatin revandin.
Navên kên hatine revandin Îsamîl Mihemed Hec Berkel (55), Selman Mistefa Hec Berkel (45) û Salih Mihemed Hec Berkel (38) e. Çavkaniyan got komekê ku xwe wek hêzên ewlehiya giştî pênase kir, her sê kes birin cihekî nediyar û heya niha agahî ji wan nayên girtin.
Banga hestiyariyê
Malbatên kesên hatine revandin bang li aliyên têkildar kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha malbat bang li saziyên medyayê û yên hiqûqî kirin ji bo xizmên xwe yên revandî werin peydakirinê têkevin liv û tevgerê.
Berî vekişin talan kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de, 2yê Adarê ji derdora bajarê Kobanê vekişiya baregehên xwe. Di 5ê Adarê de komên Hikumetê Demkî yên Sûriyeyê jî vekişiyan. Beriya ku komên hikumeta demkî ji gundewarên Kobanê vekişin, 74 gund talan kiribûn.







