Çeteyên di bin baneya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hatine gel hev daxuyandin ku dê êrişî hemû Kurdan û noqteyên HSDê bikin.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku naxwaze Peymana 10ê Adarê pêk bîne, li dijî Kurdan şer îlan kir. Di daxuyaniyek bi navê Odeya Operasyonê ya Artêşa Sûriyê hate weşandin de gefa êrişê li Kurdan û HSDê hate xwarin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hemû noqteyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hedefa wan e û dê êrişan pêk bînin. Her wiha çeteyan bang li sivîlan jî kirin ku ji van her du taxan derkevin.
Di daxuyaniya çeteyan de hate ragihandin ku dê li her du taxan biryara qedexeya derketina derve ragihînin û gefa tunekirinê li welatiyan hate xwarin.
Tirkiye êrişan organîze dike
Li gorî çavkaniyên herêmê biryara êrişê li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin û organîzekirina êrişan jî rasterast ji hêla îstîxbarat û artêşa Tirk ve tê meşandin.













