Li eyaleta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê, endamên Dewleta Îslamî ya Afrîkaya Rojava (ISWAP) ku girêdayî DAIŞê ye, êrişî baregeheke leşkerî kirin. Di encama êrişê de 8 leşkerên Nîjeryayî hatin kuştin û 23 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, nêzîkî 70 êrişkarên bi motorsîkletan êrişî baregeheke leşkerî ya li gundê Cross Kauwa ku nêzîkî bajarokê Baga li herêma Gola Çadê ye kirin. Di dema êrişa roja duşemê de pevçûnên dijwar qewimîn.
Rayedaran diyar kir ku çekdar ji kampên xwe yên li Girava Dabar Masara li Gola Çadê ketin tevgerê û ji rêyek dirêj gihîştin baregehê. Li gorî agahiyan, baregeh hat şewitandin, 8 leşkeran hatin qetilkirin, 11 wesayîtên leşkerî yên çekdarî hatine îmhakirin û cîhadîstan çekên giran bi xwe re birin.
Êriş zêde dibin
Li gorî agahiyan, ISWAP û hevrikê wê Boko Haram êrîşên xwe yên li ser baregehên leşkerî yên li bakurê rojhilatê Nîjeryayê zêde kirine. Artêşa Nîjeryayê ragihand ku di dawiya hefteyê de li eyaleta Borno du baregehên din rastî êrîşê hatine. Di encamê de leşker û milîsên alîgirê artêşê jiyana xwe ji dest dane.
ISWAP’ê êrişî baregehek li Mandaragirau kir û di heman demê de Boko Haram êrişî baregehek leşkerî li Pulka, nêzîkî sînorê Kamerûnê ye kir. Har ragihandin ku li Pulkayê hêzên taqwiyeyê hat paşve xistin.
Şer ji sala 2009’an vir ve pevçûn diqeweimin
Li Nîjeryayê tundiya cîhadîstan ji sala 2009an vir ve berdewam dike. Heta niha zêdetirî 40,000 kes hatin qetilkirin û bi qasî 2 mîlyon kes koçber bûn. Pevçûn belavî cîranên Nîjer, Çad û Kamerûnê bûye û bi beşdariya van welatan koalîsyona leşkerî ya herêmî hat avakirin.
Lê ji ber rageşiya dîplomatîk a ku piştî darbeya leşkerî ya 2023yan a li Nîjerê, Nîjer ji koalîsyonê vekişiya û ev yek rê li ber lawazbûna têkoşîna hevbeş vekir
Her wiha DYAyê ragihand ku ji bo piştgiriya teknîkî û perwerdehiyê bidin artêşa Nîjeryayê ewê 200 leşkeran bişîne Nîjeryayê. Tê gotin ku 100 leşkerên DYAyê yên pêşîn roja Duşemê gihiştin baregeha leşkerî ya Bauchî.













