Cevdet Zîlanlî diyar kir ku tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çandê bigirin û hate destnîşankirin ku ziman bingeha hebûn û nasnameya gel e û parastina zimanê dayikê xeta wan a sor e.
Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Wanê bi hinceta “Perwerdehî bêdestûr hatiye dayîn” li Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatan dimeşîne 400 hezar û 50 lîre “cezayê pereyan” birîbû. İrine nerazîbûn nîşan da û li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e” hate dayîn û pankarta “Zimanê Kurdî xwebûn û nasnameya me ya neteweyî ye” hate vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin û her wiha gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên demokratîk beşdarî daxuayniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman bingeha hebûn û nasnameya gel e û tu ceza û astengî nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin.Daxuyanî ji aliyê hevserokê Arsîsayê Cevdet Zîlanli ve hate xwendin.
Cevdet Zîlanli di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka kevnar a gelê Kurd û destnîşan kir ku Kurd li ser axa Mezopotamyayê damezînerên şaristaniyeke kûr in. Cevdat Zîlanli diyar kir ku gelê Kurd bi ziman, wêje û nirxên xwe yên qedîm beşdarî mîrateya mirovahiyê bûye û got: “Ji Baba Tahirê Uryan heta Ehmedê Xanî, ji Feqiyê Teyran heta Cigerxwîn, ev ziman bîr û nasnameya me ye.”
‘Ev ceza li mafê perwerdehiyê hatiye birîn’
Cevdet Zîlanli bal kişandin ser biryara Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Wanê ku di 25ê Adara 2026an de cezayê îdarî yê giran ê bi qasî 400 hezar û 50 lîreyî li Komeleya Arsîsayê biriye û ev biryar wekî “hewldana astengkirina perwerdeyê” pênase kir û destnîşan kir ku saziyên wekî Arsîsa û Komeleya Mezopotamyayê ya Tekîrdaxê ne saziyên bazirganî ne û got: “Ew li ser bingeha dildariyê ziman û çandê diparêzin. Ev ceza ne tenê li saziyekê, lê di heman demê de li mafê perwerdehiya zimanê zikmakî yê zarok û ciwanan hatiye birîn.”
‘Dengê ku îro li vir bilind dibe, dengê kolektîf ê gelê Kurd e’
Cevdet Zîlanli desnîşan kir ku divê tavilê zordariya li ser ziman û çanda Kurdî bi dawî bibe, hemû astengiyên li pêşiya xebatên çandî werin rakirin û cezayên îdarî yên li ser saziyan werin betalkirin. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bi dawî bû: “Dengê ku îro li vir bilind dibe, dengê kolektîf ê gelê Kurd e. Zimanê me hebûna me ye û xeta me ya sor e.”













