Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ragihand ku ew ê tev li komîsyona ku wê li Meclîsê were avakirin, bibin.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel serdana Ekrem Îmamoglu yê li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê) girtî ye kir. Piştî serdanê Ozel axivî û got: “Serokê Meclîsê daxwaza me qebûl kir, di komîsyonê de piraniya bi nîtelîk pêk were. Em ê jî sibê 10 hevalên xwe ji bo komîsyonê wezîfedar bikin.”