• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

    Encama dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd: Rojava rojeva cîhanê ye

    Encama dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd: Rojava rojeva cîhanê ye

    Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e

    Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo dikare pêşî li şerê Rojhilata Navîn bigire

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê SIBATA 2026an

    Dewleta Tirk li Dêrelokê rê çêdike

    Dewleta Tirk li Dêrelokê rê çêdike

    Li Colemêrgê qomîserekî polîsan xwe kuşt

    Li Colemêrgê qomîserekî polîsan xwe kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

    Encama dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd: Rojava rojeva cîhanê ye

    Encama dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd: Rojava rojeva cîhanê ye

    Remzî Kartal: Êrişên li ser gerîla li dijî pêvajoyê provokasyon e

    Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo dikare pêşî li şerê Rojhilata Navîn bigire

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê SIBATA 2026an

    Dewleta Tirk li Dêrelokê rê çêdike

    Dewleta Tirk li Dêrelokê rê çêdike

    Li Colemêrgê qomîserekî polîsan xwe kuşt

    Li Colemêrgê qomîserekî polîsan xwe kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun: Divê pirsgirêka Kurd bi aştiya civakî bê çareserkirin

Navenda Nûçeyan / AW

18 KANÛN 2024 - 19:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dîlok – Meşvanên “Çareseriya demokratîk û azadiyê” li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civîn li dar xistin. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civînê de axivî û xwest tecrîd bê rakirin û pirsgirêka Kurd bi çareserî û aştiya civakî bê bidawîkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” li dar dixin. Meş li Dîlokê didome. Meşvanên azadiyê li Dîlokê serdanên xwe didomîne. Şandeya ji Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û meşvanan pêk dihat serdana nûnerên rêxistinên sivîl ên Dîlokê kirin. Civîn li salona Şaxa Egîtîm Senê ya Dîlokê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî civînê bûn. Di civînê de bi xêrhatina meşvanan hat kirin.

‘Li çar aliyên Kurdistanê şer heye’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ser navê meşvanan axivî û diyar kir ku dîsa tê xwestin ku sedsala bihûrî bispêrên wan û wiha got: “Dixwazin dîsa înkar û asîmîlasyonê li ser me berdewam bikin. Li Tirkiyeyê polîtîkaya zordariyê heye. Li çar aliyên Kurdistanê zext û şer hene. Ev hemû ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê pêk tên. Helbet em di pêvajoyek girîng de vê meşê li dar dixin. Çimkî li Rojava şerek giran heye. Dixwazin bi destê çeteyan Rojava têk bibin. Meşa me li dijî van êrişên dagirkeriyê ye jî.”

‘Ev meş ji bo azadiya birêz Ocalan e’

Çîgdem Kiliçgun anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka Kurd, meseleyek civakî ye û hêjayî çareserkirinê ye û wiha domand: “Gelek qewimandin pêk tên ji tecrîda li Îmraliyê qut nîn e. Hemû partiyên li Tirkiyeyê dixwazin pirsgirêka Kurd di bin kontrol û tekela xwe de bihêlin. Lê pêdiviya me bi hemû aliyan heye ku tev li pêvajoyê bibin û em çareserî û aştiyek mayînde ya civakî pêk bînin. Li cihê ku Kurd xwe lê bi rê ve dibin, hemû dixwazin teslîmî çeteyan bikin. Ji bo azadkirina rêzdar Ocalan me vê meşê daye destpêkirin. Em dixwazin tavilê azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk were. Çareseriya demokratîk û azadiyê bi azadkirina birêz Ocalan ve girêdayî ye.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku tecrîd û qeyûm li Tirkiyeyê bûye sîstemek û rejîmek û got: “Dema hemû beşên civakî tên cem hev, tirs dikeve dilê desthilatdariyê. Lewma ev meşa me girîng e. Di çavê desthilatdariyê de her kesên ku mafên xwe dixwazin wek sûc û terorîst tên dîtin. Divê li dijî vê rika desthilatdariyê her kes hin bêtir mafên xwe bixwazin.”

‘Divê em ji bo azadiya Ocalan deng derxin’

Çîgdem Kiliçgun bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Divê ku birêz Ocalan di warê hiqûqî de azad bibe. Çimkî êdî dema azadkirina wî ya fizîkî derbas bûye. Divê em ji bo azadiya birêz Ocalan û tecrîda li serê wî dengê xwe derxin.”

Civîn piştî nêrîn û pêşniyazên beşdaran bi dawî bû.

Civînên gel hatin lidarxistin

Her wiha şandeyek li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Şehîtkamîl û şandeyek jî li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Şahînbey civînên gel li dar xistin û li ser armanc û naveroka meşê agahdarî û axaftin hatin kirin.

 

Etîket: Çigdem kiliçgun UçarKurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Wezîrê Îsraîlî Gîdeon Saar têkildarî Rojava angaşta balkêş

Ji Wezîrê Îsraîlî Gîdeon Saar têkildarî Rojava angaşta balkêş

12 SIBAT 2026
Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

12 SIBAT 2026
Cara duyemîn hesabê Xê yê JINNEWSê hat astengkirin

Hesabê Xê ya JinNewsê cara 4an hat astengkirin

11 SIBAT 2026
Li Şêxmeqsûd bi gefa çekê maleke Kurd hat talankirin

Li Şêxmeqsûd bi gefa çekê maleke Kurd hat talankirin

8 SIBAT 2026
‘Piştî vê yekitiyê tu hêz nikare li ser gelê Kurd planên qirêj çêbike’

‘Piştî vê yekitiyê tu hêz nikare li ser gelê Kurd planên qirêj çêbike’

8 SIBAT 2026
Li Mîdyadê banga gelan: Dorpêçê rakin, deriyan vekin

Li Mîdyadê banga gelan: Dorpêçê rakin, deriyan vekin

8 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (468)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne