Cîgira Serokwezîrê Siwîsreyê Ebba Busch piştgirî da çalakiyên li Îranê û rejîma Îrane jî wekî rejîmek xwînmêj bi nav kir.
Cîgira Serokwezîrê Siwîsreyê Ebba Busch derbarê serhildana gelên Îranê de li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek weşand. Busch diyar kir ku ew piştgirî didin têkoşîna wêrek a gelê Îranê û wiha got: “Rejîma Îranê cardin rûyê xwe yê li dijî mafên mirovan û azadiyan nîşan dide. Lê banga azadiyê nayê astengkirin. Daxwaza maf û wekheviyê ranawest e.”
‘Rejîma Îranê rejîmek xwînmêj e’
Busch di parvekirinê de anî ziman ku rejîma mola ya Îranê rejîmek dest bi xwîne û got: “Dîrok dê derdorên vê zordestiya rejîma mola rewa dibînin, bidarizîne. Divê her kes piştgiriya têkoşîna maf û azadiyan a gelên Îranê bike.”
Busch serhildanên “Jîn Jiyan Azadî” jî bi bîr xist û diyar kir ku têkoşîna hate dayîn bi beşdariyek mezintir xwe nû dike.













