Pêvajoya bi înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Dewlet Bahçelî ve hatiye destpêkirin li gel gumanan heyî didome. Li gel vê yekê di vê pêvajoyê de xwe rêxistinkirin jî ji bo kurdan bûye pêdiviyeke jiyanî ye. Gelo çima?
Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî 1ê Cotmeha 2024an bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku bang li PKKê bike, da ku PKK xwe fesix bike û dest ji têkoşîna çekdarî berde. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser vê yekê vê bangê bêbersiv nehişt, di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Pey re PKK di 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî, xwe fesix kir û biryar da ku ew ê dest ji têkoşîna çekdarî berde. 30 kadroyên PKK, PAJK û KCKê ku bi îradeya xwe ya azad ve, ji bo pêşî li pêvajoyê vekin di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyeyê bi merasîmeke dîrokî çekên xwe şewitandin. Ev gavên aştiyê yên dîrokî ji hêla tevahiya cîhanê wek geşedaneke aştiyane û erênî hat dîtin û peyamên piştgiriyê hatin şandin.
DEM Partî jî ji bo hevdîtinan pêk bîne “Şandeya Îmraliyê” ava kir û ji bo “pêvajoya” tê meşandin ji gel re ragihîne tevî DBP û TJAyê li gelek navendan nêzî 2000 civîn û hevdîtinên gel li dar xistin, gel derbarê pêvajo de nêrîn û pêşniyarên gel hatin pirsîn. Li gelek navendan li gel partiyên siyasî, hêzên ked û demokrasiyê, sendîkayên kedê, akademîsyen, hunermend jî bi çalakî û daxuyaniyan piştgiriyê dan “pêvajoya” tê meşandin, daxwazên mafê hêviyê, aştî û naskirina mafên kurdan kirin. Ji ber rê li ber van geşedanan vekir, tu kes nikare bêje ku ne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne PKK ne jî partî û pêkhateyên Kurd û dostên Kurdan aştiyê naxwazin. Ji ber ji bo aştî û civaka demokratîk tiştên ji dest tên bi hewldana bersivbûnê, hatin kirin. Helbet gavên hatine avêtin ji bo bi destxistina aştî, civaka demokratîk, jiyaneke birûmet û azad têr nakin.
Guherîn û veguherîn şert e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji PKKê re şandiye de destnîşan kir ku azadî û aştîxwaz divê xwe ji nû ve bigire dest û ava bike. Xwe ji nû ve avakirin divê li gorî erk û berpirsyariyên aştî, civaka demokraîk û entegrasyona pozîtîf be. Bi civîn, xwendin, lêhûrbûn, perwerde û nîqaşan ev pêvajo dest pê kir û xuya dike ku dê paşeroj jî li gorî van têgihiştin û lêhûrbûnan teşe bigire. Heman rêbaz bi xwe re heman encaman tînin. Lewre guherîn û vegûherîn wek pêwîstiyeke jiyanî li pêşberî me ye. Yên ku di xwe de israr dikin an jî ji guherînê ditirsin dê tenê sergoya dîrokê bilind bikin.
Siyaseta gemar û zimanê bijehr
Dewlet û hikûmeta AKP û MHPê ji bersivdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heya niha wek qanûnî û pratîk ji bo pêşî li pêvajoyê veke gavên şênber neavêtin. Avakirina Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî ya Hevgirtina Mîllî a Meclisê jî ji bo veşartina reng û rûyê desthilatê nebû çare. Her roj li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê balefirên keşfê tên gerandin û bombebaran tên kirin. Ne rayedarên dewletê ne Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan, ne Devlet Bahçelî dest ji ziman û pratîkên xwe yên li dijî Kurdan bernedan. Çend gotinên erênî yên ku anîne ziman jî tenê xizmeta polîtîkayên mijûlkirinê dike. Nexwe ne dest ji gefxwarina Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdan, ne piştgiriya Hikûmeta Şamê ya Ehmet El-Şara ku li dijî Elewî û Durziyan komkujî pêk anî veşart, ne polîtîkayên qeyûm ên li ser DEM Partî û operasyonên li dijî CHPê dan sekinandin. Ziman û siyaseta îmha û qirkirinê jî ji sed salan zêde ye serwer e û bi hemû gemariya xwe ve di meriyetê de ye.
Tecrîd jî didome ‘pêvajo’ jî
Şert û mercên avakarê pêvajoyê û muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatine guhertin. Wisa xuya ye ku dewlet û rayedar jî dê li gor bername û berjewendiyên xwe tevbigerin. Nexwe dê aştî çawa were pêkanîn, dê civaka demokratîk çawa were rêxistinkirin. Li gorî anketa piştî “pêvajo” hatiye destpêkirin ji sedî 65ê welatiyan piştgirî dide hevdîtin û pêkanîna aştiyê. Ez bawer dikim ku heke tirs ji holê rabe ev hejmar hêj zêdetir e. Nexwe dê aştî çawa pêk were, dê kê pêk bîne, dê kê me ji van qeyranan rizgar bike? Rêberê Gelê Kurd nexşerêyê bi sê gotinan parve kir. Aştî, civaka demokratîk û entegrasyon. Ev formulasyon bêyî rêxistinbûn tenê peyv in. Ne partiyên siyasî, ne hêzên aştî û demokrasiyê ne jî avabûnên civakî yên sivîl xwe tev li vê pêvajoyê nekin, dê careke din aktorên sereke yên ku teşe didin pêvajoyê encamê diyar bike.
Bêhêvîbûn ne karê aştîxwazan e
Jin, xwendekar, xebatkar, karker… Siyasetmedar, cotkar û hunermend. Tu kesê ku ji şerê tê domandin bandor nebûye nemaye. Nexwe ev qeyrana siyasî, aborî, civakî û rizîbûn çawa ewqas kûr bû. Lewre tu kes nikare xwe ji vê berpirsyariyê bide alî, kes nikare bêje ku ev agir min naşewitîne. Divê em hemû tirs, nakokî, bendewarî û daxwazên danin aliyekê, ji bo pêşîvekirina aştî û azadiyê bibin nefer. Heya ku ev komên şerxwaz û xwînmij, neyên berterefkirin dê ev aloziya ku mîna bîra heriyê dê me bikêşe nava xwe wê bidome û me tune bike. Divê neyê jibîrkirin ku bêhêvîbûn nexweşiyeke pergala heyî ye. Divê em berî her tiştî zanibin ku hêviya me bi qasî daxwaz û hewldana me ye. Û dewlet û hikûmet jî herî zêde ji bo hêvî û hewldanê bişkîne, kesan bêîrade bihêle, ji xwe re bike welatiyên makûl dixebite, pergala xwe li ser vê bingehê ava bike.