Xwediyê santrala termîkê Tûrgay Cîner ê ku bi salan e bi santrala li Silopyayê gelê Şirnexê jehrî dike reviya Ewropayê.
Dozgeriya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê bi hinceta ku ‘rêxistinên sûc avakirine, xapandin, kaçaxçîtî’ derbarê Can Holdîngê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di encama lêpirsînê de biryara binçavkirina 10 kesan hatibû dayîn. Ji 10 kesan 6 kesên hatibûn binçavkirin, piştî ku derketin pêşberî dadgehê 5 ji wan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku Dozgeriya Kuçukçekmeceyê daye, derbarê xwediyê Koma Cînerê Tûrgay Cîner jî biryara girtinê hatiye dayîn lê ew derketiye derveyî Tirkiyeyê. Koma Cînerê bi salan e li Şirnexê dixebite û santrala termîkê ya ku li bajaroka Bêspinê ya Silopyaya Şirnexê bi kar tîne. Ev santral bi salan e gelê Şirnexê jehrî dike.
Li gor agahiyên çavkaniyên nêzî Koma Cînerê dane, ev demeke dirêj e, Tûrgay Cîner santrala termîkê derxistiye firotinê û haya wî ji vê operasyona li hember wî hebûye. Çavkaniyan diyar kir ku Koma Cînerê bi rêya xebatên xwe yên Şirnexê pereyê ku çavkaniya wî nediyar, xistiye nava bazirganiya xwe.














