• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çiqas temas ew qas serkeftin

Mehmet Alî Ertaş /AW

17 SIBAT 2025 - 09:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Lijneya Rêveber a HDKê Esengul Demîr, têkildarî xebatên kampanya 1 milyon îmze diyar kir ku eleqeya ji bo îmzeyan pir zêde ye û got: “Li kolanê hemû kesên em bi wan re diyalogê pêş dixin eleqeyek mezin nîşan didin û dixwazin şer bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê çareser bibe.”

Di 16ê çile de Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navçeya Beyoglû ya Stenbolê deklarasyona “Ji bo aştiyê milyonek îmze” eşkere kir. Di ser deklerasyonê re mehek derbas bû. Hevberdevkên HDKê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên pêkhateyên HDKê bi hevre ev deklerasyon bi raya giştî re parve kirin. Piştî deklerasyonê HDKê hem li ser medya dijîtal û hem jî bi hevkariya pêkhateyên xwe li kolan û saziyan dest bi xebata komkirina îmzeyan kir. Li ser medya dijîtal zêdetirî 5 hezar îmze hatine komkirin. Li gelek bajarên rojavayê Tirkiyeyê û Anatoliyayê xebatên komkirina îmzeyan didome. Tê gotin ku welatî, esnaf eleqeyek mezin nîşanî îmzeyan didin û piştgiriyê didin xebatê.

Armanc temas û vegotina girîngiya aştiyê ye

Endama Lijneya Rêveber a HDKê Esengul Demîr ewil têkildarî armanca kampanyayê axivî û wiha got: “Dema me ev kampanya plan kir, wê demê hêj nû meseleya aştî û diyalogê dihat axaftin. Ji ber vê yekê pêkhateyên HDKê jî şer û neçareseriya pirsgirêka kurd, wekî bingeha hemû pirsgirêkên li vî welatî pêş dikeve dît. Pêkhateyên HDKê, ji bo li vî welatî şer bi dawî bibe û pirsgirêka kurd li ser esasê çareseriya demokratîk pêş bikeve, xwest hemû raya giştî û civakê jî tev li vê meseleyê bike. Di vê pêvajoyê de derket holê ku ji bo meseleya aştî û muzakereyan pêş bikeve, ne tenê meseleya du aliyên şer dike ye. Dijberî vê yekê meseleya hemû kesên li vî welatî li ser vê axê dijî ye. Ya din jî pêwist e di vê pêvajoyê daxwazên civakê jî li ber çavan bê girtin. Dîsa ji bo ku em meseleya pêdiviya aştiyê, têxin rojeva civakê û hemû saziyan; plansaziya rêzeçalakiyan hat amadekirin. Ev plan bûn biryar. Di çarçoveya planê de bernaeya panel, seminer civînên çapemeniyê û bernameyên cuda hatin amadekirin. Dîsa kampanya îmzeyan jî bi armanca ku em derkevin kolanan û bi mirovên kolanan re têkevin têkiliyê hat plankirin. Ji bo em xwe bigînin hemû beşên civakê û mirovan, me ev kampanya da destpêkirin. Me xwest hem ji bo daxwaza aştiyê bê dîtin, îmzeyan kom bikin, hem jî ji ber ku ev îmzeyên bêne komkirin dê daxwaz û biryara gel jî nîşan bide, me ev biryar da. Dîsa di kampanyayê de hem kesên îmze bidin û hem jî kesên îmze kom bikin dê raste rast temasê pêş bixin. Ev girîng e.”

‘Çavkaniya hemû pirsgirêkan şer e’

Esengul Demîr, bal kişand ser sedema pêdiviya aştiyê jî û wiha axivî. “Di van 40-50 salên dawî yên şer de gelek tiştên bi êş pêş ketin. Sedemên pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî û çandî, çavkaniya xwe ji şer digire. Ji ber vê yekê divê em xwe ji meseleya şer dûr bixin. Ji bo em karibin xwe ji şer dûr bixin jî divê tevahiya civakê û rêxistinên civakî bi hevre li dijî şer raweste û li dijî şer dengê xwe bilind bike. Di vê kampanyayêde em meseleya çima em aştiyê dixwazin jî niqaş dikin û parve dikin. Di vê xebatê de em dixwazin li dijî şer helwest û bertekê derxin holê.”

Li kolanan rû bi rû hevditinan dikin

Esengul Demîr, da zanîn ku di meha borî de ewil xwe gihandin der û dorê xwe û wiha berdewam kir: “Ev kampanya bi biryara hevpar a HDKê hat destpêkirin. Ji ber vê yekê hemû pêkhate û rêveberên HDKê vê xebatê dimeşînin. Di bin baneya HDKê de her yekîne li qad û derdora ku hîtabî wê dike xebatê dimeşîne. Li vir komele, rêxistinên civakî û saziyên ku xebatê li qadê dimeşînin, di serî de berê xwe didin sazî û rêxistinên ku nêzî fikr û doza wan in. Ev xebat hem li sazî û dezgehan û hem jî li kolanan rû bi rû tê meşandin, hem jî li ser platforma dijîtal jî tê meşandin. Niha zêdeyî 5 hezar îmze li ser qada dijîtal hatiye komkirin. Lê komkirina îmzeyan a li qadê û rû bi rû pir pir zêdetir e. Ev îmze hem li bajarên rojavayê Tirkiyeyê û hem jî li bajarên din têne komkirin. Me ji bo dawiya mehê encama raqamên îmzeyan ji komîsyonan xwestiye. Piştî ku dane ji bajaran kom bûn em ê li encamê binerin ka çiqas îmze hatine komkirin.”

Gel dixwaze şer bi dawî bibe

Esengul Demîr, bal kişand ser xebatên konferansê jî û wiha pêde çû: “Dîsa amadekariya meya konferansa aştiyê hebû. Me di 8-9ê sibatê de konferans li Stenbolê pêk anî. Ji ber xebatên konferansê me hemû hêza xwe dabû xebatên konferansê û ji ber vê yekê ev kampanya hinek sist bû. Piştî konferansê me dîsa hêza xwe da kampanya îmzeyan. Eleqe pir zêde ye. Ji texmînên me zêdetir eleqeya li hemberî îmzeyan heye. Ewil wate nadin sedema îmzeyan. Lê piştî ku em bi gel re diyalogê pêş dixin û em sedema komkirina îmzeyan vedibêşin, piştî em li ser armanc û sedema kampanyayê radiwestin, bê fikar îmze didin. Ev nîşanî me dide ku mirovên îmzeyan didin, bi awayekî pir cîddî dixwazin ev şer bi dawî bibe û ev pirsgirêk bi rêya aştî û diyalogê çareser bibe. Belkî ji ber zextên desthilatê û polîtîkayên tundiyê mirov nikarin derkevin kolanan û nikarin di civînên çapemeniyê de daxwaz û pirsgirêkan bînin ziman. Ji ber vê yekê dibe ku xwe dûrî meseleyê digirin, lê ji bo îmzeyan xwe paşve nagirin. Em dibînin ku ji bo çareseriya meseleyê bi daxwazek zêde eleqe nîşan dirin. Dixwazin aştî pêş bikeve. Li hemberî van kiryarên li ser kurdan pêş dikeve jî nerazî ne.”

Esengul Demîr li ser plansaziya xebatên siberojê jî rawestiya û ev agahî parve kirin: “Em ê vê kampanyayê bi xebat û rêbazên cuda berdewam bikin. Em bi rêya saziyên xwe û bi berfirehî xebata îmzeyan didomînin. Li aliyê din li ser qada tijîdal jî xebat didomin. Li ser rêbazên hêzan ên medya dijîtal em ê rêbazên nû biceribînin ku em karibin xwe bigînin her kesî. Komkirina îmzeyan a li ser medya dijîtal tenê rêbaz e. Em dixwazin gelek rêbazên komkirinê pêş bixin. Ji bo me ya herî girîng em raste rast bi mirovan re diyalogê pêş bixin û rû bi rû sedema komkirina îmzeyan vebêjin e.”

Komkirina îmzeyan amûrek e

Esengul Demîr, di berdewama nirxandinê de anî ziman ku, ji bo wan komkirina îmzeyan tenê amûrek e û wiha lê zêde kir: “Armanca ye ya esasî ewe ku em li Tirkiyeyê demek berî demekê pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyek mayinde pêş bixin e. Pêdiviya Tirkiyeyê gelekî bi aştiyê heye. Em dixwazin dîsa hêviya aştî û çareseriyê di hemû mirovan de pêş bixin. Ji ber ku şer her ku diçe civakê parçe dike û ji hev dûr dixe. Dîsa parçeyên li dijî hev sor dike. Em dibînin êdî hemû mirov bi fikar in û rûyê wan nakenin. Hemû jiyana wan bi rageşiyê derbas dibe. Sedama vê yekê jî zextên desthilatê yên li ser hemû beşên civakê ye. Dixwaze bi zextan hemû beşên civakê têxe kontrola xwe. Ji bo vê yekê jî biryara xwe ya dewamkirina şer didomîne. Bi vê yekê em dixwazin zorê li dewletê bikin ku êdî di şer de israr neke.”

Esengul Demîr anî ziman ku ew çiqas zêde derkevin kolanan û çiqas zêde bi mirovan re temasê çekin û meseleyê vebêjin em ê ew qas karibin bi ser bikevin û wiha pêde çû: “Ji ber şertê hewayê em zêde nikarin li kolanan standan ava bikin. Lê di demên pêş de emê li kolanan jî maseyan vekin û li kolanan îmzeyan kom bikin. Di destpêka komkirina îmzeyan de me armanc kiribû ku heta Newrozê ango dawiya adadarê. Lê dîsa li gorî geşedanên siyasî û geşedanên li Tirkiyeyê bandorê dike. Her tişt pir zû tên guhertin û li gorî wan şert tên guhertin. Di hedefa me ya ewil de heta 21ê Adarê bû. Lê li gorî geşedanên siyasî ev pêvajo dikare dirêj jî bibe. Em armanc dikin ku hemû pêkhateyên me yên van îmzeyan kom dike bi hevre biçin meclisê û van îmzeyan pêşkêşî Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bikin. Em ê daxwazên gel ên ji bo çareseriya demokratîk, aştiya demokratîk bi raya giştî re parve bikin û em ê van îmzeyan teslîmî Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bikin. Di demên pêş de emê xebatên ji bo îmzeyan zêdetir bikin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

19 KANÛN 2025
Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

19 KANÛN 2025
Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

19 KANÛN 2025
Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

19 KANÛN 2025
Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

19 KANÛN 2025
Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

19 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (372)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne