Wan – Di dîroka Kurdan de jenosîda herî biêş “Komkujiya Helebceyê” bû. Di encama vê komkujiyê de herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 10 hezar kesan jî birîndar bûne. Yek jî encama herî biêş ya vê komkujiyê ew e ku gelek zarokên ji malbatên xwe qut bûne an jî malbatên wan jiyana xwe ji dest dane, winda bûne û hê jî aqûbeta bi dehan zarokan nehatiye zelalkirin.
Komkujiya Helebceyê yan jî wekî ku di wijdanê Kurdan de cih girtiye “Adara Reş”, yek ji rûpelên herî bişewat û tarî yên dîroka gelê Kurd e. Ev komkujî ne tenê êrişek bû, lê hewldaneke qirkirina sîstematîk (jenosîd) bû. Di dema Şerê Îran û Iraqê de, rejîma Baasê ya di bin serokatiya Saddam Huseyîn de li dijî Kurdan operasyoneke berfireh a bi navê “Enfal” dabû destpêkirin. Seddam Huseyîn Kurd bi “alîkariya Îranê dikin” tawanbar kir û di 16ê Adara 1988an de li Bajarê Helebceyê ku nêzî sînorê Îranê ye, êrişek pêk anî. Êriş di saetên nîvro de dora saet 11.35an dest pê kir. Balafirên artêşa Iraqê bajêr bombebaran kirin. Lê ev ne bombebaranek asayî bû. Di êrişê de hatin tespîtkirin ku Gaza Demarî (Nerve Agents), Gaza Sincirîner (Blister Agents) û Gaza Xeniqîner (Blood Agents) hatine bikaranîn.
Bandora gazên hatine bikaranîn
Di nava Gaza Demarî de Sarîn, Tabûn û VX hebûn. Ev gazên herî bi jehr in ku rasterast bandorê li pergala demarî dikin. Sarîn (GB), gazek bêreng û bêbêhn e. Dibe sedema felcbûna masûlkeyên nefesê û di demeke pir kurt de mirov dikuje. Tabun (GA), yek ji yekemîn gazên demarî ye ku hatiye hilberandin. Bandora wê mîna Sarînê ye lê hinekî girantir e. VX jî gazek pir bi hêz û mayînde ye. Tevî ku kêm hatibe bikaranîn jî, di nav hin nimûneyên axê de şopên wê hatine dîtin.
Ji bo bandora wê zêde be weke ‘kokteyl’ hatine bikaranîn
Di nava Gaza Sincirîner (Blister Agents) de jî Gaza Xerdelê (Mustard Gas / Yperite) heye ku ev gaz nîşanên xwe dereng nîşan dide (piştî 2-24 saetan). Dibe sedema birînên giran li ser çerm, çav û pişikan. Bandora wê ya demdirêj dibe sedema penceşerê û nexweşiyên kronîk. Di nava Gaza Xeniqîner (Blood Agents) de jî Hîdrojen Siyanîd (Hydrogen Cyanide) heye ku ev gaz rê li ber hucreyan digire ku oksîjenê bi kar bînin. Şahidan gotine ku piştî bombebaranê “bêhna sêvan” û “bêhna sîrê” hatiye ku ev yek nîşana siyanîdê ye. Her wiha Artêşa Iraqê ev gaz ne bi tenê, lê bi awayekî “kokteyl” (tevlihev) bi kar anîne. Armanc ew bû ku ji bo kuştina bilez a xelkê li kolanan û ji bo ku kesên ji gazên din filitîne, bi birînên giran û nexweşiyên giran bimirin an jî herêm ji bo demeke dirêj neyê wekî cihê jîngehê neyê bikaranîn.

Herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
Lêkolînerên wekî Human Rights Watch (HRW) û pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) piştrast kirine ku ev çekên kîmyewî li Helebceyê bûne sedema şehîdbûna herî kêm 5 hezar kesan û birîndarbûna zêdetirî 10 hezar kesan. Bandora gazên kîmyewî bi salan berdewam kir. Nexweşiyên penceşêrê, nexweşiyên çerm, korbûn û ji dayikbûna zarokên kêmendam li herêmê pir zêde bûn.
Wêneyê herî bi êş
Piştî komkujiyê wêneyên ji Helebceyê dilê mirovan dişewitand. Wêneya herî bi bandor a Helebceyê, wêneya Omer Hawer e. Ew bi pitika xwe ve li ber deriyê malê, dema ku dixwest wê biparêze, canê xwe ji dest dabû. Ev wêne bû sembola bêdengiya cîhanê û êşa gelê Kurd.
Berpirsiyar kî bûn?
Helbet berpirsiyar Serokê Iraqê yê wê demê Saddam Huseyîn bû. Lê belê Elî Hesen El-Mecîd jî weke berpirsiyareke din tê zanîn. Elî Hesen El-Mecîd pismamê Saddam bû ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî wekî “Elî Kîmyewî” tê naskirin. Ew di sala 2010an de ji ber komkujiya Helebce hat darvekirin.
Naskirina navneteweyî
Helebce wekî “Hîroşima Kurdan” tê binavkirin. Îro gelek dewlet û parlamentoyên cîhanê Komkujiya Helebceyê wekî “Jenosîd” qebûl dikin. Her sal di 16ê Adarê de, li her çar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, Kurd bi deqeyek rêzgirtinê qurbaniyan bi bîr tînin.
Zarokên ku di nav tevlîheviyê de windabûn
Dema ku em behsa Helebceyê dikin, aliyekî pir girîng û bi êş heye ku kêm caran li ser tê axaftin. Ew jî “Zarokên Windabûyî” û malbatên ku hîn jî li benda vegera wan in. Di dema komkujiyê bi hezaran mirov ber bi sînorê Îranê ve reviyan. Dewleta Îranê birîndar û penaber birin nexweşxaneyên bajarên wekî Kirmanşan, Tehran û Tebrîzê. Di wê rev û qerebalixiyê de, gelek zarok ji dê û bavên xwe qut bûn. Hin zarokên ku dê û bavên wan di komkujiyê de miribûn an jî ji malbatên xwe qut bûbû, ji aliyê malbatên Îranî ve hatin xwedîkirin an jî di sêwîxaneyan de mezin bûn, bêyî ku bizanibin kî ne û ji ku derê ne.
Piştî Salan Veger: Çîroka ‘Zimnako’
Sembola van zarokan Zimnako Mihemed Ehmed e. Ew di dema komkujiyê de tenê 7 mehî bû. Leşkerên Îranê ew teslîmî jineke Îranî kir û bi navê “Elî” hat mezinkirin. Jina Îranî di 8 saliya Zimnako de bi alikariya derûnasekê bûyera Helebceyê û serpêhatiya wî jî wî re dibêjin. Zimnako di 16 saliya xwe de dayika xwe ya Îranî jî winda dike û piştre berê xwe dide peydakirina malbata xwe ya rast. Ew diçe Hewlêrê dest bi lêgerîna malbata xwe dike, serî li Herêma Kurdistanê dide. Piştî 21 salan di sala 2009an de, bi rêya testên DNAyê, hat îsbatkirin ku ew kurê malbateke Helebceyî ye. Dema vegerî Helebceyê, wî dît ku 5 birayên wî û bavê wî di komkujiyê de şehîd bûne, lê dayika wî hîn sax bû.

‘Komeleya Qurbaniyên Helebceyê’
Heta roja îro jî, li gorî daneyên fermî, bi dehan malbat hene ku hîn jî li zarokên xwe yên windabûyî digerin. Li ser vê esasê Komeleya Qurbaniyên Helebce hatiye avakirin û ev komele hewl dide bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê û testên genetîk, wan zarokan ku niha her yek ji wan bi ser 35 saliyê re ne, bibîne. Aliyekî din ê trajîk, bandora gazê ya li ser jinên ducanî bû. Di salên piştî komkujiyê de, rêjeya zarokên ku bi kêmasiyên fîzîkî (congenital disabilities) ji dayik dibûn, li Helebceyê ji her derê cîhanê zêdetir bû. Nexweşiyên wekî “nexweşiya dil a jidayikbûnê” û “seqetiya mêjî” bûne mîrateyeke bi jehr ku Saddam ji bo nifşên nû hiştibû.
Goristana Bênavan
Li Helebceyê, li kêleka Bîrdariya (Monumenta) Helebceyê, gorên bi hezaran kesan hene. Li ser gelek ji wan tenê “Gorek ji bo 5 kesan” an jî “Malbatek li vir radize” hatiye nivîsîn. Ji ber ku di wê kêliyê de kes nemabû ku nasnameya wan tespît bike, ew bi komî hatine veşartin.













