Amed – Bav Huseyîn Opçîn ê zext û zora li malbata wan hatiye kirin vegot, anî ziman ku ev doz bi tank, top û çekan nayê qedandin û got: “Ev mesele encax bi qebûlkirina vîna mirovan û diyalogê bê çareserkirin.”
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek zext û zilm li gelê Kurd hatin kirin û ev zext hêj jî didomin. Li bakurê Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin, bi 10 hezaran mirov hatin qetilkirin, windakirin, binçavkirin û girtin. Gelek malbatan zor û zehmetî jiyan û hêj jî dijîn. Yek ji van malbatan jî malbata Opçîn e ku li gundê Şelê yê navçeya Hênê ya Amedê dijî ye. Weke gelek malbatên kurd, çîrokeke dil biêş ya malbata Opçîn heye. Malbata Opçîn a ji 10 kesan pêk dihat niha mane 7 kes.
Di 23yê Hezîrana 2010an de li gund bûyereke nexweş diqewime. Bizinên malbatê diçin nava bostanê cîran. Kurê cîran ê astengdarê zihnî ku ji ber vê meseleyê bi bavê xwe re şer dike û dibêje ‘Huseyîn çi dibêje tu dengê xwe nakî. Tu her tim bi min re şer dikî’ diçe ji mala xwişka xwe çekê tîne û saet di du û nîvê şevê de diçe ber paceya xaniyê malbata Opçîn gule berdide hundir. Gule bi dayik Hacîra û bav Huseyîn Opçîn (55) dikevin. Dayik Hacîra Opçîn a wê demê 40 salî bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide. Bav jî piştî ku li Amedê tê dermankirin wî sewqî Edeneyê dikin. Li Nexweşxaneya Balcaliyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê ya Edeneyê emeliyat dibe û 11 saetan di emeliyatê de dimîne. 6 mehan li vê nexweşxaneyê tê dermankirin. Huseyîn Opçîn 22 caran emeliyat dibe û hêj jî emeliyatên wî yên bên kirin hene.
Lawikê malbatê Vedat Opçîn (Masîro Amed) li dijî van zext û zoran di sala 2011an de tev li PKKê dibe. Vedat Opçîn, ê li dijî êrişên DAIŞê yên li ser rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berê xwe dide wir bi 6 hevalên xwe re di 27ê Tîrmeha 2017an de li bajarê Reqayê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî bi merasîmekê li wir tê definkirin û malbat jî li gund şînê datîne. Xwişka Opçîn, Sarya Opçîn (Çavrê Amed) jî di Hezîrana 2017an de berê xwe dide çiyayan û tev li nava refên PKKê dibe. Sarya di 29ê îlona 2017an de an ku piştî birayê wê jiyana xwe ji dest dide du mehan li gel sê hevalên xwe li herêmên Axtikan û Barav ên li navçeya Licê ya Amedê di encama bombebarana helîkopter û balafirên şer de jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Saryayê ji bo otopsiyê dibin Stenbolê û malbat piştî 22 rojan dikare cenazeyê keça xwe wergire û li gund vedişêre.
Bav Huseyîn Opçîn di encama zext û zorên dewletê de bi hinceta îfadeyên şahidan ewilî di sala 2005an de tê girtin û piştî 6 mehan tê berdan. Huseyîn Opçîn pişt re bi heman hincetê di salên 2007 û 2008an de jî bi rêzê 3 mehan û du meh û nîvan tê ragirtin û dîsa tê berdan. Bav Huseyîn Opçîn ji van dosyayan beraet dike û tazmînatê jî werdigire.
Çar ferdên malbatê bi hev re tên binçavkirin
Girtin û binçavkirinên ferdên malbata Opçîn bi vê yekê naqedin. Huseyîn Opçîn di sala 2017an de dîsa di encama ku 3 şahidên aşkere li ser wî îfade dane tê girtin û di sala 2020an de tê berdan. Dema ew girtî ye, keça wî Fatma Opçîn ku niha Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ya Hênê ye jî di sala 2018an de tê girtin û piştî 7 mehan tê berdan. 6 sal û 3 meh ceza li Fatmayê tê birîn û dosyaya wê niha li Dadgeha Bilind e. Ferdên malbatê Abdulsamed û Mahsun jî di sala 2019an de tên binçavkirin û berdan. Zextên dewletê yên li ser malbatê bi dawî nabin û di sala 2021an de careke din bav Huseyîn û zarokên wî Fatma, Şerîfe û Omer bi hev re tên binçavkirin. Bav Huseyîn û keça wî Fatma bi hefsa malê, Şerîfe û Omer jî bi şertê kontrola edlî tên berdan. Piştî şeş mehan hefsa malê û şertê kontrola edlî ya ferdên malbatê tê rakirin.
‘Ji ber sûcekî edlî tê girtin, girêdayî rêxistinê dikin û 26 salan cezayê hefsê lê dibirin’
Di sala 2022yan de Mahsûn Opçîn vê carê ji ber sûcekî edlî tê binçavkirin. Omer Opçîn jî di çarçoveya heman dosyayê de piştî Mahsûn mehekê tê binçavkirin. Di bin çavan de ji Mahsûn re dibêjin ‘tu tev li çalakiyan bûyî’ girêdayî rêxistinê dikin. Pişt re Mahsûn û Omer tên girtin. Omer piştî sal û nîvan di girtîgehê de tê ragirtin tê berdan. Di encama darizandina wan de 26 sal ceza li Mehsûn, 8 sal ceza jî li Omer tê birîn. Mahsûn niha li Girtîgeha Amedê tê ragirtin.
Girtin û binçavkirin naqedin
Girtin û binçavkirinên malbatê bi van neqediyan. Di sala 2023yan de bav Huseyîn Opçîn careke din li ser îxbarê tê girtin û piştî salekê di girtîgehê de tê ragirtin di Hezîrana 2024an de tê berdan. Herî dawî Fatma Opçîn di 6ê Gulana 2024an de bi hinceta ‘Ji girtîgehê re pere şandine’ bi gelek kesan re hate binçavkirin. Fatma Opçîn a bi şertê kontrola edlî hatiye berdan ji wê dîrokê ve her hefte diçe midûriyeta polîsan û îmzeyê diavêje.
‘Em dixwazin aştî pêk were’
Bav Huseyîn Opçîn ê zext û zora li malbata wan hatiye kirin û hêj berdewam dike vegot, bal kişand ku çawa her du zarokên wî jiyana xwe ji dest dan, zexta li ser malbata wan dest pê kiriye û wiha got: “Çawa her du zarok şehîd ketin. Dewlet her roj li ser serê me ye. Em nikarin xwe tev bidin. Her roj giliyê me dikin. Hefteyê carek du car zextê li me dikin. Ji ber dosyayên me zêde ne her tim li ser me disekinin. Ewqas zilm li me kiriye ewqas me zirar û ziyan dîtiye. Ji navçeyê bigire, navçeyên derdorê heta Amedê hemû dizanin me çiqas zor û zehmetî kişandiye. Em dîsa dixwazin ev dewlet aştiyê pêk bîne. Em naxwazin kes bimire.”
‘Ev mesele encax li ser maseyê dikare were çareserkirin’
Huseyîn Opçîn, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, muxatab Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Bila li ser maseyê bi birêz Abdullah Ocalan re biaxivin. Bila aştiyekê pêk bînin. Heta Abdullah Ocalan neyê berdan û li ser maseyê bi wî re neaxivin. Em rehet nînin. Ev pirsgirêk encax bi axaftinê dikare çareser bibe. Ev doz bi tank, top û çekan nayê qedandin. Ev mesele encax li ser maseyê dikare were çareserkirin.”