DYA û Îran 3yemîn Civîna Nukleerê li Cenevreyê pêk anîn. Şêwirmendê payebilind ê Îranê Elî Şamşanî piştî hevdîtinê daxuyanî da û got: “Heke tenê nukleer û dewlemendkirina uranyumê be Îran dikare pir bi hêsanî peymanekê çêbike.
Ajansên 3emîn Civînên Nukleerê ya nerasterast a di navbear Amerîka û Îranê de li Cenevreyê dişopînin diyar kirin ku civîn bi dawî bû. Ajansa APê dîmenên dawîbûna civînê parve kir. Hat gotin ku civîna Îran û Amerîkayê bi saetan dom kir.
Tenê nukleer be Îran dikare li hev bike
Yek ji şêwirmendên payebilind ên Îranê Elî Şamxanî îro di ajansa Îranê ya İrnayê de diyar kir ku Rêberê wan ê olî pêşniyar kir ku hedefeke diyarkirî hebe Îran dikare tavilê bigihîje peymanekê ya bi Amerîkayê re. Nûnerê Îranê hedefa diyarkirî jî bi van gotinan pênase kir: Heke bi tenê li ser nukleerê û dewlemendnikirina uranyumê be, Îran dikare pir hîsan bi Amerîkayê re peymanekê çêke.
Hevdîtin wê bidomin
Wezareta Karên Derve ya Ummanê îro di ser hesaba xwe ya platforma Xê peyamek parve kir û wiha got: “Me pêşniyarên Îranê yên li ser nukleerê di danûstandinên 3emîn yên Nukleerê yên li Cenevreyê pêşkêşî nûnerên taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner kir.” Hat gotin ku hevdîtin dê bidomin.
Derbarê hevdîtina de
Îran û DYAyê bi navbeynkariya Ummanê civîna ewil li Ummanê û civîna 2emin jî li bajarê Cinevreyê yê Swîsreyê pek anî. Civîna Nukleerî yên nerasterast ya 3emîn jî li Cenevreyê pêk hat.













