• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bîranîn

    Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bîranîn

    Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

    Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

    Li Rihayê di qezaya li înşaetê de 2 karker mirin

    Li Rihayê di qezaya li înşaetê de 2 karker mirin

    ‘Divê jinên nivîskar azad bin’

    ‘Divê jinên nivîskar azad bin’

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bîranîn

    Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bîranîn

    Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

    Pirtûkên ‘Rondik’ û ‘Zar’ hatin gotûbêjkirin

    Li Rihayê di qezaya li înşaetê de 2 karker mirin

    Li Rihayê di qezaya li înşaetê de 2 karker mirin

    ‘Divê jinên nivîskar azad bin’

    ‘Divê jinên nivîskar azad bin’

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civîna gel a Xinûsê: Birêz Ocalan rêberê gel e

Navenda Nûçeyan / AW

18 TÎRMEH 2025 - 20:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di çarçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Xinûsê civîna gel hat lidarxistin û wiha hat gotin: “Em dubare dikin: Birêz Ocalan rêberê gelê me ye û divê azad bibe.”

Rêxistina Navçeya Xinûsê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gundê Kosan ê navçeya Xinûsê ya Erziromê civîna gel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî beşdarî civînê bû. Jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan.

Hevserokê DBPê yê Erziromê Ramazan Karakaş ku ewilî ew di civînê de axivî, bal kişand ser komkujî û berxwedanên di meha tîrmehê de çêbûne. Karakaş destnîşan kir ku li seranserê Tirkiyeyê civînên giştî hatine lidarxistin û banga Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ev bang ji bo aştî û azadiyê bû. Abdullah Ocalan got, ‘Li cihekî ku gel ne azad bib, ez azad nabim.’ Û em jî ji vir dubare dikin: Birêz Ocalan rêberê gelê me ye û divê azad bibe.”

Pişt re Hevşaredarê Tatosê Abdurrahman Sever axivî û diyar kir ku ev rojên dîrokî ne û pêşniyaz û ramanên gel bi rêya civînên der barê pêvajoyê de tên girtin. Sever her wiha bal kişand ser polîtîkayên tekparêz û înkarker ên ku di dema damezrandina komarê de derketine holê û got ku ev înkar berdewam dike. Sever bal kişand ser asîmîlasyona li dijî kurdan û got: “Ev tevger ji bo rawestandina asîmîlasyon û înkarê hatiye damezrandin. Li seranserê Tirkiyeyê şerên dijwar diqewimin. Ji ber vê sedemê, dewlet bi tevgera kurd û tevgera azadiyê re rûniştiye. Gelê kurd hebûna xwe ava kiriye. Armanca me ew e ku em ji bo siyaseta demokratîk têbikoşin. Em vê pêvajoyê ji raya giştî re rave dikin û wê civakî dikin. Ger bingeheke siyasî ya demokratîk hebe, em ê derfeta xwe bi dest bixin ku em xwe bi rê ve bibin. Niha dema têkoşîna di siyaseta demokratîk de ye, ne dema şer e.”

Piştre Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku daxwazên Tevgera Azadiya Kurd ne nû ne û mijara aştiyê ne mijarek nû ye. Çîgdem Kiliçgun Ûçar rewşa siyasî ya Rojhilata Navînê bi bîr xist û got: “Tişta ku em li ser nîqaş dikin ne tenê siyaseta Rojhilata Navînê û cîhanê ye. Em di heman demê de li ser gelek tiştan nîqaş dikin. Ji ber vê yekê, lêgerînek li bersivên siyasî heye. Sedsalek e ku kurd hatine înkarkirin û gelê kurd li dijî vê tekparêziyê û înkarê şer kiriye. Rastiya netew-dewletê ji bo gel xilasî nîne. Bêyî qebûlkirina hebûna kurdan çareserî pêş nakeve.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku meclis ji bo civakîbûna pêvajoyê di qonaxeke girîng de ye û destnîşan kir ku pêwîstî bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî heye. Çîgdem Kiliçgun Ûçar her wiha got ku pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek e ku tu desthilatek bikaribe paşguh bike û got ku bêyî rêxistinên civakên sivîl, sendîka û partiyên siyasî pêvajo dê dijwar be. Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî got ku divê têkoşîn û danûstendin bi hev re werin kirin.

Etîket: AzadicivîngelXinûs
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Erdogan û Bahçelî dê bicivin

Erdogan û Bahçelî dê bicivin

12 MIJDAR 2025
Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

Civîna komîsyonê careke din hat taloqkirin

11 MIJDAR 2025
Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

11 MIJDAR 2025
Civîna komîsyonê ya vê hefteyê hat taloqkirin

Civîna komîsyonê ya vê hefteyê hat taloqkirin

5 MIJDAR 2025
Numan Kurtulmuş bi kordînatorên partiyên siyasî re civiya

Numan Kurtulmuş bi kordînatorên partiyên siyasî re civiya

5 MIJDAR 2025
Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive

4 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (246)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne